Saziya Statîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) ku pêbaweriya wê tim cihê nîqaşan e, enflasyona salane wekî ji sedî 43 û Koma Lêkolînkirina Enflasyonê (ENAG) jî wekî ji sedî 105,19 eşkere kir. Ferqda enflasyonê ya di navbera daneyên TUÎK û ENAG’ê de her diçe zêdetir dibe. Ev yek dike ku kes nikaribe tiştekî bikire û pê re jî xizaniyê zêdetir dike. Serokê Genel-Îş a Şaxa Hejmara 2’yan a Amedê Behçet Barût, diyar kir ku bi polîtîkayên aoriyê yên desthilatê krîz kûr bûye û got ku çare ne di şer de, di demokrasiyê de ye.
Barût destnîşan kir ku krîza aborî ya li Tirkiyeyê piştî erdhejên Mereşê ku di 6’ê Sibatê de çêbûbûn, her diçe kûrtir dibe û got ku helwesta dolar a li hemberî TL rengê krîz û enflasyona li Tirkiyeyê dide der. Barût, destnîşan kir ku Bankeya Navendî, beriya hilbijartinê rezervên li ber destên xwe ji bo tepisandina dolar qedandine û got: “Niha rezerva li Bankeya Navendî di biniya sifirê 60 milyar dolar e. Lewma ne pêkan e ku aboriya Tirkiyeyê bi vî awayî bi rê ve biçe.”
Barût destnîşan kir ku desthilat dê bi polîtîkayên aboriyê nikaribe ji vê krîzê xelas bibe û wiha got: “Polîtîkaya şer a tê kirin jî bandorê li bêrîka gel dike. Me û rêxistinên civaka sivîl gelek caran anî ziman ku şer ne çare ye. Tekane çare gavên dmeokratîk e. Lê kesî guh li me nekir.”
Barût bilêv kir ku ji ber kûrbûna krîzê peymanên sendîkayan ên karî jî bêwate dibin û wiha axivî: “Ji ber ku enflasyona zêde dibe, peyman jî di nava du mehan de bi kêrî tiştekî nayên. Ev jî nîşan dide ku lîreyê tirk dihele. Beriya pandemiyê pereyê ku kedkaran ji şaredariyê werdigirt 3 hezar lîre bû. Me heqê kirêya xwe dida û mesrefên xwe dikirin, dîsa jî ji ber dima. Lê niha kedkar 15 hezra lîreyî werdigirin, lê mixabin nikarin debara xwe bikin. Li Tirkiyeyê rewşa kirêya xaniyan li ber çavan e. Kirêya herî kêm di asta meaşê kêm de ye.”
Barût bibîr xist ku li Tirkiyeyê israra di polîtîkayên şer de didome û got ku ji bo evberhênan bên Tirkiyeyê divê dmeokrasî bê avakirin û heq, hiqûq, edalet û azadî hebe. Barût anî ziman ku li Tirkiyeyê aborîzanên hêja hene û got: “Divê guh li wan bê kirin. Beriya hilbijartinê hevdîtinên ji bo budçeyê çêbûn û budçeyên salan e hatin hesibandin. Lê budçeya hatiye diyarkirin niha li ber qedandinê ye û wer xuya ye gava meclis rûnê, dê budçeyeke pêvekî bê çêkirin. Ev jî nîşan dide ku rewşa Tirkiyeyê çawa ye.”