Mêrik li hespê xwe siwar dibe, berê xwe dide bajêr. Wê here ji mala xwe re lazmatiyên zivistanê bikire. Diçe ser pira deh derî, diz û keleş wî digirin, nigê wî bi binê zikê hespê wî ve girê didn. Perê wî jê distînin. mêrik diqîre dibêje: Hewar , hewar e vana perê min ji min setndin. Perê qûtê zivistanê ye.
Çend mêrên ku diçin bajêr li ser pirê digihîjin wan. Yek dibêje: law, we çima perê wî jê stendiye. Perê wî bidinê. Eyb û şerm e, ew diz dibêjin: perê çi xalo? Birayê me ye dîn bûye, em wî dibin dixtor.
Mêrik li ser hespê ji wan re xeber û çêran dike û dibêje: Ez ji ku birayê we me. we perê min ji min stend.
Diz dibêjin: Tiştek nabe tu çi çêran dikî em qebûl dikin, ka em te bibin doktor tu rihet bibî, wekî din tiştek nabe.
Mêrik dîsa dibêje: Hewar e vana perê min ji min stendin. Min bedrin û dîsa dide çêr û xeberan.
Rêwîk dîsa dibêje: Law way dibêje we perê wî jê stendiye. Perê wî bidinê. Wî bedrin, bira here nav bajêr.
Diz dibêjin: Ma xalo qey tu jî dînî. Eger em perê wî jê bistînin, em çima nigê wî girê didin? Em ê pere bibin û herin. Em dibêjin birayê me ye dîn bûye. Em wî dibin dixtor.
Mêrik jî li ser hespê çêrî wan dike. Ew jî dibêjin: Erê birawo tu baş bibe, heya dikarî çêrê me bike. Hela em te bibin cem dixtor. tu baş bibe bes e.