Di dema desthilata AKP’ê ya li Tirkiyeyê çapemeniya azadiyê ji holê rakir de di sala dawî de di lêpirsînên li dijî Çapemeniya Azad de 34 rojnamevan, ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hatin girtin. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê beriya salekê bi rê ve dibir de di 16’ê hezîranê de 16 rojnamevan ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Pişt re di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê hate bi rê ve birin de ji 11 rojnamevanên hatin binçavkirin 9 jê hatin girtin. Pêla zextan a herî dawî jî 5 rojnamevanên di operasyonên navenda wan Amed de di 25’ê nîsanê de hatibûn binçavkirin û 2 rojnamegerên di 28’ê nîsanê de di operasyona navenda wê Enqereyê de hatibûn binçavkirin hatin girtin.
Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA’yê Selman Guzelyuz, Denîz Nazlim, Berîvan Altan, Emrûllah Acar, Hakan Yalçin, Ceylan Şahînlî û nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger ku di 29’ê cotmeha 2022’yan de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin. Rojnamevanên ku bi nûçeyên çêkiribûn, gerên di vê çarçoveyê ve kiribûn û bi şandina pereyan dihatin sûcdarkirin di 16’ê gulanê de di danişîna ewil de hatibûn berdan.
Hakan Yalçin ê di çarçoveya dosyayê de di 25’ê cotmehê de li Wan a xebatên xwe yên pîşeyî lê didomand hate binçavkirin û di danişîna dozê ya ewil de hate berdan, zextên li ser rojnamegeran, pêvajoya binçavkirin û girtinan, binpêkirinên mafan ên li girtîgeha ku di hucreya yek kesî de dihat ragirtin vegotin.
Yalçin, da zanîn ku ji Wan a hate binçavkirin heta Enqereya ku birinê rastî binpêkirinên mafan hat û wiha got: “Dema radestî polîsên Enqereyê hatin kirin, hem rastî êrîşên fîzîkî hem jî heqaretên zayendîperest hatin. Destên min ji pişt ve kelemçe kirin û berê çekê dan serê min. Wê rojê me dît ku feraseta rêveberî û dewletê heye ku her cure maf di xwe de dibîne. Me rojnamegeran ji ber ku polîtîkayên qirêj ên dewletê teşhîr kirin bi ‘endametiya rêxistinê’ hatin sûcdarkirin. Em rastî gelek bêhiqûqiyan hatin û pişt re jî em ji xwe hatin girtin. Li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 1’an a Sîncanê ku nû vebû, em li hucreyên yek kesî dihatin ragirtin. Wan em li cihekî ku tecrîdeke bi temamî li ser şexs û ji têkiliyên însanî bêpar hiştin. Şevekê rojnamevanekî ji mala wî digirin, dibin dadgehê, wî digirin û dûre di hucreya ji 12 metreyî de serbest berdidin.”
Ji 149 nûçeyan hate darizandin
Yalçin, diyar kir ku di pêvajoya 7 mehan a binçavkirinê de rastî binpêkirinên mafan hatine û wiha berdewam kir: “Em dizanin ku li gorî talîmatan em rastî pêkanînên bi vî rengî hatine. Hemû raya giştî îdianameya ku piştre derxistin e dît. Ez ji ber 149 nûçeyan têm darizandin. Me rêbazên çareseriya demokratîk ên pirsgirêka kurd, tecrîda li Îmraliyê pêş ket, binpêkirin mafan ên kurd dijîn û rayedarên hiqûqê çawa mudaxileyî çalakiyên herî demokratîk ên li dijî bindestan ên li vî welatî tên kirin dikin nivîsandin. Ji ber ku me ev rastî bi zelalî nivîsand, hatin darizandin û avêtin girtîgehê.”
Armanc astengkirina rojnamegeran e
Yalçin, ê qala şertên girtîgeha lê dihatin ragirtin kir, ev tişt gotin: “Feraseteke wan ku mirovan tecrîd bikin, fikrên kesan qebûl nekin û terkî mirinê bikin heye. Dema ketina ewil a girtîgehê jî hûn wê rewşa esarete fêm dikin. Mûameleya li gorî şexsî, tarzên dijminane yên gardiyanên li wir dixebitin, hucreya ku tu tenê lê dimînî her tim lêgerîn dihat kirin, gef û heqaret û hwd… Ev helwest bi temamî bi armanca tirsandin, tepisandin û astengkirina pîşeya me ya rojnamegeriyê dihate kirin. Ne tenê em hevalên me jî di girtîgehê de ne. Ev desthilat naxwaze hin tişt bên guhdarkirin û dîtin.”
Beriya her hilbijartinê rojnamegeran digirin
Yalçin destnîşan kir ku beriya her hilbijartinê Çapemeniya Azad hedef tê girtin û wiha pê de çû: “Heke hilbijartin an jî pêvajoyeke krîtîk a ji bo desthilatê hebe operasyonên binçavkirinê yên li dijî Çapemeniya Azad dest pê dikin. Rojnameger, di pêvajoyên krîtîk de li korîdorên edliyeyan, bi serdegirtinên li malên wan de bi girtin û binçavkirinan re rû bi rû dimînin.”
‘Em li ser peywîra xwe ne’
Yalçin, anî ziman ku wê li dijî zextan xebatên xwe yên rojnamevaniyê bidomînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelekî girîng e ku hevalên me xwedî li pênûs, mikrofon an jî kameraya me derketin. Serbilindiyek e ku rojane rastî her cure zextan bên û têkoşînê bidomînin. Yek ji wesîleya ku em di girtîgehan de bi awayekî berxwedêr diman jî domandina hevalên me yên derve ya kevneşopiya Çapemeniya Azad bû. Em li ser peywîra xwe ne, weke duh em ê îro jî li ser peywîra xwe bin. Em hemû binpêkirinên mafan ên li vî welatî diqewimin bikin nûçe û van polîtîkayên qirêj teşhîr bikin. Em heqîqetê dinivîsin û em ê nivîsandinê bidomînin.”
‘Girtitiyên nexweş nikarin xwe bighînin tenduristiyê’
Yalçin, da zanîn ku li girtîgeha lê dihat ragirtin girtiyên nexweş di mijara xwe gihandina tenduristiyê de pirsgirêkên cidî dijiyan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Me rewşa girtiyên nexweş li girtîgehên ku em lê diman jî dît. Em ê berdewam bikin ku ji bo girtîgehan bibin deng. Di serî de hevalên me yên rojnameger divê girtiyên siyasî û nexweş demildest bên berdan.”