Li Amedê kar tune, wê dibistan vebin, ne cil, ne pêlav, ne gore, ne çente, ne pênûs û ne ji lênûs û ne jî mesrefa malê.
Zarok tev diçin dibistanê, divê em karekî bibînin lê çi karî? Min da serhev û da berhev. Min zarok li dora xwe dan hev û ji wan re wiha got: Gedeno ka em îsal bi cîranan re herin Meletî mişmişan?
Zarokan li çavê hev nerî û tevda bi hev re berê xwe dan min.
– Mişmiş çi ne yadê?
Ez keniyam û min got.
– Lawo weleh ez jî nizanim.
De xelkê gişa çi kir em ê jî wer bikin. Dibêjin mirina bi êlê re dawete, de qey bist roj an jî mehekê, em ê paşê vegerin malê. Belkî em çend quriş pere bînin û hinek pêdiviyên we yên dibistanê çareser bikin. Em rabûn, me alavê xwe xistê nava hev, em bi malbateke din re, li dolmîşê siwar bûn û me berê xwe da Meletiyê.
Malbata ku em bi wan re diçûn ji Qerejdaxê bû. Bi hesabê xalê Zilfo çawîşê me bû.
Xalê Zilfo hingî ku qelew û girs bû, her du qoltixê dolmîşê yên pêşî bi zorê têra wî dikir. Em ketin ser riya Elezîzê û çûn û çûn û çûn û çûn. Rê nediqediya!
Xalê Zilfo ji deqê carekê, peyala di destê xwe de, di paş stûyê xwe re dirêjî jinika xwe dikir û wiha digot: Dagire, kola dagire!
Jinika feqîr şûşa kolayê di destê wê de û hetanî ber dev dadigirt.
Xalê Zilfo peyala kolayê bi ser qirka xwe de dikir, weke tu bera devê meşkê bidî, dadiqurtand û digot- Oooooxxxxx û destê xwe bi dora devê xwe dixist û digot, Qurrrrr dengek ji hûrê wî radibû. Weke birûska li darê bikeve û bike xuşexuş.
Min û zarokê xwe di dawiya dolmîşê de, li çavê hev dinerî û em di ber xwe de hem dikeniyan û hem jî me diniquçand hev.
Welhasil kelam heta ku em gihiştin Meletiyê xalê Zilfo çar qutîkê sê lître kola vexwar.
Xalê Zilfo em li nav baxçeyekî mişmişa danîn û ew jî çû nav baxçeyekî din, em qasî du hefteyan xebitîn, çavê me bi xalê Zilfo nebû. Roja ku karê me qediya û me hesabê xwe dît, Xalê Zilfo derî vekir û wiha got: Ez hatime perê çawîsiya xwe. Perê ku we qezenç kiriye ji sedî pazdeyê wan ê min e. Min got ez yek qurişî nadim te.
Me alavê xwe avêt dawiya teksiyeke ticarî û em hatin qeracê, em li otobosê siwar bûn û me berê xwe da Amedê.
Dema berê me ket Amedê, weke berê me têkeve bihiştê. Xwedê kesî ji cih û warê wan neke.
Niha jî dema ez çav li mişmişa dikevim, xalê Zilfo tê bira min.