Roja şemîyê (20.05.2023) li Weqfa Îsmaîl Beşîkcîyî, bi navê “Gotûbêj û Îmze” bo danasîna pirtûka Mustafa Uzunî ya bi navê “Ferhenga Navên Zarokan” ku di nava Waşanên Sîdarê da derketîye çalakîyek hate li dar xistin. Ev pirtûk bi hevoka “Ji bo bîranîna kekê min Mehmed Uzun” ji romannûsê kurd Mehmed Uzunî ra hatîye dîyarî kirin.
Min di serî da, wek moderatorê çalakîyê bi xêr hatina beşdaran kir û bi kurtî behsa girîngîya navnasîyê kir û balkişand ser pêşkêşa xwe ya bi sernavê “Di Navbera Dîyarbekirê û Silîvanê da Lêkolînek Onomastîk” ku li Zankoya Zaxoyê, di 6. Konferansa Navneteweyî ya bi navê “Folklora Kurdî: Wêje, Ziman, Mêjû, Civak û Kelepûr (Kurdish Folklore: Literature, Language, History, Sociology and Heritage) da, di rojên 11-12ê Gulana 2022yan da, hatibû peşkeş kirin. Min balê kişand ser guhertina navan li Bakurê Kurdistanê ku piştî dagîrkirina Dêrsimê pêvajoya navguhetinê bi awayek fermî di sala 1940î da wiha dest pê kir: “Li Tirkîyeyê bi bingehên qanûna dagîrkerîyê lijneyeke taybet hatîye avakirin bi navê “Ad Değiştirme İhtisas Kurulu/Lijneya Pisporan ji bo navguhertinê”. Vê lijneyê bi hezaran navên kes û cihan ên ji zimanên derveyî tirkî guherandîye û di dewsa wan da navên nû yên tirkî cîbicî kiriye.” (Kanî, 2022:430)
Min navê pirtûka navan a Huseyîn Kartalî ku çapa yekem sala 1992yan bi navê “NAVÊN KURDΔ di nav Weşanên Kurdistanê da, li Almanyayê derketibû, da. Çapa wê ya duyem a berfireh (60 hezar nav) di sala 2008an da, di nav Weşanên Han da, li Berlînê derket. Ev pirtûk wateya navan nedaye, lê pirtûka Amed Tigrisî ya bi navê “ji bo zarokan Navên Kurdî” ku çapa yekem di sala 1990î da, di nav Weşanên APECê da derket û çapa duyem ku di sala 2006an da wek dîyarîya Şaredarîya Bajarê Mezin a Dîyarbekirê derket, wateya navan jî dide.
Me gotûbêja xwe bi pirsa “Gelo çîroka nivîsîna pirtûka bi navê ‘Ferhenga Navên Zarokan’ çawa dest pê kir?” da dest pê kirin. Mamosteyê kurdî û nivîskarê vê pirtûkê û deh pirtûkên zarokan Mustafa Uzun bersiva ku ji pirtûkê ra bûbû pêşgotin, wiha da:
“Dema dê û bav li benda zarokekê ne, bi kêf û heyecan wê rojê dipên ku zaroka wan were dinê û ew wê bibinin. Lê di vê dema payînê de, dê û bav ji bo navekî li gor dilê xwe ji zaroka xwe re bibînin dikevin nav lêkolîneke bêhempa.
Carna piştî bûyîna zarok, bi rojan bi hefteyan, dê û bav hê jî navekî li gor dilê xwe peyda nekirîye. Bi rastî navekî bi kurdî peydakirin ku meriv wateya wê jî bizanibe her car hêsan nîne.
Fikra berhevkirina navên kurdî ji zû de di bîra min de bû. Piştî mirina kekê min Mehmed Uzunî, min xebata civandina navan bileztir kir. Dema Xwedê jê razî Mehmed nexweş bû, ew ji bo tedawîya nexweşîya xwe, li nexweşxaneya Venî Vîdî ya Dîyarbekirê bû.
Wê hingê ez jî qasî 5 hefteyan li ba wî mam. Rojekî Dr. Fikrî Kutlay û xortek hatin odeya Mehmedî. Di hembêza wî xortî de zarokekî pêçayî hebû. Dr. Fikrî got;
-Berî nîv saetê keçeke vî xortî û jina wî hat dinê. Ew dixwazin Mehmed abê navê wê lê bike. Mehmed raketî bû, Fikrî ji wî xort re got;
-Tu dizanî Mehmed abê razaye, hema ez kefîlê wî, bila navê keça te Zerya be, jixwe navê keça Mehmed abê jî Zerya ye, ew ji vî navî hez dike. Xort bişirî û got;
-Wateya ‘Zerya’yê çi ye? Min got;
-Bi tirkî ‘Denîz’ e.
Dema Mehmed şîyar bû, min jê re meseleya hatina Dr. Fikrî û xortê nû bûyî bav, kir. Me dest bi sihbeta li ser navên kurdî kir. Min got, divê meriv navên kurdî digel maneyên (wateyên) wan bicivîne û çap bike da ku herkes bikaribe bi hêsanî ji xwe re navan hilbijêre. Mehmed li min nihêrî û bi dengek nerm got;
-Birako gotina divê nabe, hema tu ji îro pê ve dest pê bike û navan bicivîne. Min jî hema bi carekê de got; de ji te re soz ez ê vî karî bikim. Ew piçek bişirî û got, a wusan!
Hêvî dikim ev berhevoka navan dê alîkarîya dê û bavan (…) bike…”
Piştî vê bersivê dest bi xwendina teksta li ser girîngîya navlêkirinê kir. Xuya bû Mustafa Uzun gelek lêkolîn li ser mijarê kiribû. Gelek beşdarên şareza (Amed Tîgrîs, Perwîz Sasanî…) ku ez nikarim navên wan tevan binivîsim, di çalakîyê da cih girtin. Bi pirs û daxuyanîyên xwe çalakîyê dewlemend kirin.
Ez dixwazim di dawîya nivîsa xwe da hinek behsa navnasîyê û xebatên ku di vî warî da hatine kirin bikim. Zimanzan dibêjin ku navnasî bi awayek berfireh bi ferhengnasî û watenasîyê ra têkildar e. (Aksan, 2009:91).
Bi ser navê “Navnasî (Onomastiques, Onomastic Science)” Îbrahîm Tarduş gotarek di pirtûka bi navê “Gotarên Zimannasîyê” da nivîsîye. Wî jî wek min ji bo bêjeya “navnasîyê” ya kurdî bêjeya “onomastîkê” bikar anîye. Balê kişandîye ser meraqa li ser navlêkirinê û beşên ku di deqên kevin û pirtûkên pîroz da li ser navlêkirinê hene. Wek mînak: “Mijara navlêkirinê di Qur’anê de, di ayetên 31, 32 û 33yem a sûreya Beqerayê de wisa dibore: ‘Xweda navê hemî heyberan nîşanî Adem da. Paşî ew nîşanî melekan da û ji wan pirsî: ‘Ger hûn rastgo bin, navê van tiştan ji min re bibêjin. Melekan got: ‘Em te ji hemî kêmahîyan tenzih dikin. Ji bilî tiştên ku te hînê me kirîye em tiştekî din nizanin. Bêguman yê ku her tiştî bi heqê wê dizane û yê ku her tiştî bi hîkmetê dike tu yî.’ Xweda wiha got: ‘Ya Adem, ji wan re navê van bibêje.’ Piştî ku Adem navê wan ji melekan re got, Xweda got: ‘min ji we re negot ku bêguman xeyba erd û asîmanî ez dizanim, tiştên ku hûn eşkere jî dikin û tiştên ku hûn vedişêrin jî ez dizanim.’ Piştî zanîna Hz. Adem melek jê ra diçin secdeye, lê berî zanîna wî jê re neçûbûn secdeyê. (Tarduş, 2017:237-8)
Di heman mijarê da, Serdar Öçal bi sernavê “Navên Jîngeh û Teşeyên Erdnîgarî li Herêma Dêrikê (Lêkolîneka Onomastîk)” gotarek akademik bo kovara Folklor û Ziman nivîsîye. Di vê gotarê da li ser navên jîngehan ên li herêma Dêrikê lêkolîn kirîye.
Mustafa Uzun di pirtûka xwe da cih daye navên ji her çar zaravayên kurdî. Yanî çi qasî ku pirtûk bi zaravayê kurmancî ye jî lê navên soranî, zazakî û hewremanî jî di pirtûkê da cih girtine.