12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Encamên tûra duyemîn û werçerxa krîtîk

Li gorî rewşa îro em werçerxaneke krîtîk re derbas bûn û dibin. Ev werçerxan ji bo pêşeroja gelê kurd û kesên ji tora faşît bê mecal û bê nefes mane girîng û krîtîk e. Gelê kurd ji bo vê werçerxanê serkeftî derbas bike çi ket ser milê wî kir.

Êdî hesab û haziriyên dawî hatin kirin, her tişt ma bi gotin û helwesta hilbijêran ve girêdayî. Di tûra yekî de koma muxalîfan serkeftî derneket. Li Kurdistanê gel helwesta xwe ya li dijî, rejîma yekkesî ya AKP-MHP’ê nişanda jî di parlementoya Tirkiyeyê de piranî nekete destê koma muxalîf. Vê yekê tûra duduyan a hilbijartina serokkomariyê anî noqteyeke gelek krîtîk.

Em di werçerxaneke girîng de ne. Rewşa Tirkiyeyê bi azmûneke mezin re rû bi rû ye. Yan rejîma faşîzm kiriye serweriya rêvebirina Tirkiye wê bi temamî ser bikeve yan jî qet nebe ji aliyê serokkomariyê ve destkefiyek tê bidestxistin, faşîzma bi destê Erdogan; AKP-MHP’ê tê birêvebirin dikare bê zeftkirin. Bi vî awayî hefsarê rejîma faşîst weke berê serbest nayê berdan.

Roja yekşemê ji bo wê krîtîk bû. Ji ber roja ku ev nivîs dihate nivîsandin û rojname ji bo derçûna wê dihate amadekirin encamên hilbijartinê ne diyar bûn. Ev nivîs di navbera vê arafê de hat nivîsandin. Ji ber ku teqez bi tu awayî diyarbûna encamên hilbijartinê ne gengaz e. Ez ancax dikarim dibêtî û siberoja li pêş me ye şîrove bikim.

Jixwe niha eger hûn vê nivîsê bixwînin ihtimaleke mezin encamên hilbijaritinê aşkera diyar bûne. Em hêvî bikin ku bi serkeftina tora faşîst encam derneketibin.

Tora faşîst sermaye xilas kiribû, tiştekî ku bide civakê nemabû. Tenê di destê wê de derew, planên kirêt, tehrîfkirina rastiyan û îftira mabûn; ew jî bi rûyekî reş serkeftî pêk anî. Bi vê rûreşiyê cila xwe ji avê derxist lê ev rewş weke serkeftin pêşkêşî gel kir û ji bo bêmoraliyê çêke pir berfireh bi kar anî. Ji bo serê hilbijêrên kurd tev li hev bike bi hesabên sexte ji ber piştgiriya Umît Ozdag boykota hilbijartinê pêşniyar kir. Ev rewş jixwenebawerbûna serkeftina tora faşîst bû. Careke din li ser derew, tehrîfkirina rastiyan û propogandaya reş pozîsyona tora faşîst parastin. Lê belê dibêjin xwedê şaş kir, serokkomar Erdogan di bernameyeke televizyonê de sextekariya xwe ya ku derewên xwe bi montajê çêkirine bêyî ku rûyê wî reş be mikurhat, îtiraf kir. Piştre rayedarên AKP’ê û serokkomariyê li pey hev qaşo rewş ‘zelal kirin’ lê tê de man. Rûreşî bi mikurhatina wan bixwe li ser wan ma.

Lê belê tora ku piştgirî dida Kiliçdaroglû ji xeynî hewldanên piçûk ev sextekariya mezin ku dikare bibe sedema guherandina qedera hilbijartinê qasî ku hewce bû dernexistine pêş û ev fersend bi çend hewldanên qels derbas kirin.

Rast e di serî de bêmoralî di eniya Kiliçdaroglû de çêbû, xwe dereng dane hev. Lê ligel vê rewşê eniya tora faşîst jî belavela bû û kete nav gelek fikar û metirsiyan. Ango ew jî ji rewşa xwe ne kêfxweş bûn. Çawa ku kêfxweşî û rihetî diteyisandine derve rastî ne wisa bû.

Lê belê eniya Kiliçdaroglû xwe dereng da hev. Berê xwe da nijadperestiyê. Bi Umît Ozdag re protokol îmze kir. Propogandaya xwe veguherande ser daxwazên Ozdag û nijadperestiya ku hilbijartinê derxistiye holê. Heta 24 û 25’ê meha gulanê adeta li holê tune bûn. Ne afîş, ne pankart li rastê nebûn. Ligel vê afîş û pankartên Erdogan ji berê mezintir û berfirehtir li qadên propogandayê bûn. Gava eniya Kiliçdaroglû derket holê jî dirûşmên tûj ên nijadperestiye deredixin pêş. Gotineke pêşiyên kurdan heye, ev kurtan vê kerê derbas nake ji avê. Dewsa ku sextekariya Erdogan bixwe û tora faşîst weke mecalekî mezin derxistiye pêş berfireh bi kar neanî.

Li gorî rewşa îro em werçerxaneke krîtîk re derbas bûn û dibin. Ev werçerxan ji bo pêşeroja gelê kurd û kesên ji tora faşît bê mecal û bê nefes mane girîng û krîtîk e. Gelê kurd ji vê werçerxanê serkeftî derbas bike gelek fedakarî û çi ket ser wî kir. Helbet kêmasî jî hebûn û hewceyî rexneyê ne. Lê dîmenê derketiye holê eniya muxalefeta ku ji demokrasiya parlementer ew qas bi meydanan ketibû, tenê di meydanan de maye. Di nav xwe de jî yekparetî nîşan nedaye û weke rêxistin di vê hilbijartinê de têk çûne.

Eniya kurdan û dostên wan li gel ew qas heydadeya nijadperest ji bo tora faşîzmê di cihê mayî de têk biçe piştgiriya guhertin û veguhertinê kir. Tercîha xwe neguherand. Yanî gelê kurd wê dîsa çi bikeve ser wî wê bike û kiriye jî. Helbet gelê kurd tenê bi serê xwe nikare rejîme biguherîne û veguherîne. Jixwe, ji ber vê ye ku li gel her cure nebaşiyên mûxalefeta di eslê xwe de nijadperest û nedostê kurdan e, gelê kurd dixwaze nefesê bistîne, ji bo têkçûna vê rejîmê bi hemû enerjiya xwe dixebite.

Eger eniya Kiliçdaroglû jî qasî hewce dike enerjiya xwe bida ser serkeftina tûra duduyan, propogandaya xwe ji hêmayên weke defet û fersend derketine pêş wan nirxandibin ji bo qezenckirina Kiliçdaroglû bi serketin pêkan dibû.

A niha ez ji encaman dûr im lê qezenckirin jî windakirin jî li ser xebatan pêk tê, her çiqas li Tirkiyeyê qezenckirina tora faşîs gelek caran hîle û diziyê pêk hatibe jî, ev rastiyeke diyar e.

Bi rastî jî em ji werçerxaneke krîtîk re derbas dibin. Guherîn û veguherîneke demokratîk û aştiyane jî, berevajî vê yekê qeyran û veguherîneke berê Tirkiyeyê bide faşîzmeke tundtir û serdemên navîn jî pêkan e. Em dixwazin bila veguherîneke rê bide pergaleke demokratîk pêk bê, bi wê hêviyê tevdigerin. Êdî gel biryara xwe daye, em ê vê encamê bipên.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê