Serdozgeriya Komarê ya Amedê ji bo 216 kesan biryara binçavkirinê dabû. Yek ji wan jî rojnameger Hakkı Boltan bû. Rojnameger Boltan duh ji bo îfadeyê çû Midûriyeta Polîsan a Amedê û hate binçavkirin. Boltan, piştî kirariyên li emniyetê sewqî Edliyeya Amedê hate kirin. Boltan, li dozgeriyê bi îdiaya “Endamê rêxistinê” îfade da û bi şertê kontrola edlî sewqî Dadgeriya Cezayên Silhê ya Amedê hate kirin. Dadgeriya Cezayên Silhê jî bi şertê kontrola edlî rojnameger Boltan berda.