13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgeha Federal ji bo Parlementoya Herêmê rûdinê

Wê îro Dadgeha Federal a Iraqê biryara xwe ya dawî li ser dirêjkirina dema pêncem a Parlementoya Herêma Kurdistanê bide.

Îro Dadgeha Federal a Iraqê wê carek din li ser giliyê çend parlementer û kesayetan a li ser yasayîbûn an jî neyasayîbûna dirêjkirina dema pêncem a Parlementoya Herêma Kurdistanê bicive.

Gilî li dijî seroka parlementoya Herêma Kurdistanê Rêwas Fayeq hatiye tomarkirin. Têde daxwaz hatiye kirin ku yasaya dirêjkirina dema pêncem a Parlementoya Herêma Kurdistanê were betalkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye di 9’ê cotmeha 2022’yan de temenê dema pêncem a Parlementoya Herêma Kurdistanê ji bo salek û nêzî çar mehan hate dirêjkirin.