13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Agirî û Çewligê 35 kes hatin binçavkirin

Li Dûtaxa Agiriyê û Kanîreşa Çewligê di operasyonên qirkirina siyasî de herî kêm 35 kes hatine destgîrkirin.

Li navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê vê sibehê leşkeran avêt ser gelek malan. Leşkeran li gundê Xişokê ji bo lêgerîna kesekî 21 salî li hemû malan lêgerîn pêk anî. Hat diyarkirin ku di serdegirtinan de gelek kes hatine binçavkirin.

Li Dutaxê 35 kes

Li navçeya Dutaxê ya Agiriyê jî leşker û polîsan avêtine ser gelek malan. Hat zanîn ku bi piraniya wan ciwan herî kêm 35 kes hatine destgîrkirin. Hat diyarkirin ku welatî bi îdiaya “propaganda rêxistinê kirine” hatine binçavkirin. Navê hin kesên hatine binçavkirin wiha ne: Nevzat Dag, Celalettîn Karataş, Sadik Reşat Îyî, Ahmet Oztaş, Bekîn Polat, Mehmet Ûçar, Îbrahîm Oztaş, Adem Balta, Cemîl Vûral, Celal Altûn, Kasim Yildirim, Aydin Porsûk.”