Hilbijartina 14’ê Gulanê ya parlamentoyê û serokkomariyê li bakurê Kurdistanê û seranserê Tirkiyeyê bi beşdariyeke di asta rekorê de pêk hat. Tevî ku muxalefeta Tirkiyeyê (Tifaqa Millet) ya bi pêşengiya CHP-ÎYÎ Partiyê angaşt dikirin ku wê piraniya parlamentoyê bi dest bixin û namzetê xwe yê serokkomariyê (Kemal Kiliçdaroglû) bi ser bixin jî ev pêk nehat. Li gorî encamên hilbijartinê Tifaqa Cûmhûr a bi pêşengiya AKP-MHP’ê piraniya parlamentoyê bi dest xist. Lê namzetê wan (Tayyîp Erdogan) jî yê serokkomariyê bi ser neket.
Ez ê qala Tifaqa Ked û Azadiyê jî bikim lê beriya wê dixwazim balê bikişînim ser hin alî ango encamên hilbijartinê. Di hilbijartinê de encamên balkêş derketin holê. Yek ji van encaman ew bû ku partiyên rastgir di asta rekorê de ketin parlamentoya Tirkiyeyê. Zêdetirî 400 parlamenter ji partiyên rastgir hatin hilbijartin. Partiyên mîna HUDA PAR û Partiya Jinûve Refahê ku b dijminahiya xwe jinan û paşverûtiya xwe tên nasîn jî bi saya tifaqa ku bi AKP’ê re kirin ketin parlamentoyê.
Ev her du partî, HUDA PAR (4), Partiya Jinûve Refahê (5), bi 9 parlamenteran bên temsîlkirin. Ji herdu partiyan parlamenterên jin tune ne. Weke ku jê tê hêvîkirin HUDA PAR namzetên jin nîşan neda û Partiya Jinûve Refahê jî namzetên jin ên ku nîşan dabû jî di pêvajoya propagandayê ya beriya hilbijartinê de cih neda wêneyê wan. Ev herdu partiyên ku li hemberî jinan wiha rûreş in ketin parlamentoyê û bi awayê ku dibêjin wê li parlamentoyê ji bo têkbirina mafên jinan bixebitin.
Bila kes nebêje wê ev her du partî çi bikin. Bêguman weke tiştekî ku bikin zêde nîne. Lê rêjeyeke zêde ya kesên ku dengê xwe didin AKP’ê ji ber ku ev herdu partî bêhêz in dengê xwe nadin wan û li şûna wan AKP’ê tercîh dikin. Bi taybetî jî gelek cemeet û terîqat hene mêjiyê wan û yê HUDA PAR û Partiya Jinûve Refahê ji hev tune ye. Lewre van herdu partiyan, terîqet û cemaetan Peymana Stenbolê bi AKP’ê dan betalkirin. Niha jî ji bo betalkirina Qanûna Bihejmara 6284’an ku parastina malbatê û pêşîlêgirtina tundiya jinan têde cih digire dixebitin.
Her wiha partiyên rastgir ên mîna Saadet, DEVA, Gelecek û Demokrat ku bi tena serê xwe biketina hilbijartinê wê nikaribûna parlamenterekî/ê jî bi dest bixin, bi saya tifaqa xwe ya bi CHP’ê re bi 37 parlamenteran ketin parlamentoyê. Piştî hilbijartinê heke bêtifaqî bikeve nava wan (Li gorî gorî encamên tûra duyemîn wê teqez bêtifaqî bikeve nava wan) wê ev partî gelek zorê bidin CHP’ê. Îhtîmaleke mezin wê CHP wê demê bibêje, ‘Min bi xwe kir’. Lê dermanê bixwekirtiyê tuneye. Ji ber ku ev tifaq ji bo têkbirina Erdogan pêk hat û vê yekê neke, wê tenê partiyên ku min navê wan li jor rêz kir qezenc û CHP jî xesar bike.
Ji bo vê jî divê CHP piştî 14’ê Gulanê ji van partiyan gelek sûd werbigire. Heke CHP bi qasî wan ku beriya 14’ê Gulanê jê sûd wergirtin ji wan sûd negire wê xisareke mezin a siyasî bike. Bi taybetî jî Kemal Kiliçdaroglû wê bi windakirineke mezin re rû bi rû bimîne. Lewre divê ev partî wisa bikin ku Kiliçdaroglû bidin hilbijartin û CHP’ê û Kiliçdaroglû ku bi siyaseta xwe wan anî vê astê xelas bikin. Heke na ev pêk neyê wê Kiliçdaroglû ji serokatiya CHP’ê bikin û dawî li jiyana wî ya siyasî bînin.
Piştî van encamên balkêş ên 14’ê Gulanê yên ji bo Tifaqa Cûmhûr û Tifaqa Millet dixwazim berê xwe bidim Tifaqa Ked û Azadiyê û xeta li ser. Destpêkê divê mirov qebûl bike ku Tifaqa Ked û Azadiyê heta rêjeyekê dengê xwe winda kiriye. Sedema herî mezin a vê windakirinê nîqaşên beriya hilbijartinê û bi yek lîsteyê tevlênebûna hilbijartinê ye. Lê ev windakirin naşibe encamên hilbijartinê yên ji bo Tifaqa Cûmhûr û Tifaqa Millet. Lewre feraseta vê tifaqê heye ku li şaşiyên xwe bialiqe. Daxuyaniyên ku piştî hilbijartinê ji aliye tifaqê ve hatin dayîn jî nîşaneya vê yekê ne.
Partiya Çepên Kesk û HDP’ê bi daxuyaniyeke ji 10 xalan pêk dihat ragihandin ku windakirina dengên wan ji bo mezinkirina têkoşîna wan a li dijî faşîzmê sedem e û ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê peyamên têkbirina faşîzma AKP-MHP’ê dan. Bi heman rengî Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) jî daxuyand ku wê ji bo têkbirina faşîzmê heta dawiyê li qadê bin û bêrawestandin kar û xebatên xwe yên vê der barê de bidomînin.
Li hêleke du tifaq ango qetên ku ji bo desthilatê şerê hev dikin hene li hêlekê jî xetek heye ku ji bo têkbirina faşîzmê firsenda bi kar tîne. Lewre divê piştgiriya Tifaqa Ked û Azadiyê ya ji bo namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Millet Kilidaroglû weke piştgiriya Tifaqa Millet ango Kiliçdaroglû neyê dîtin. Ev piştgirî piştgiriyeke stratejîk a ji bo pêşeroja gelê kurd û gelên Tirkiyeyê ye. Ji bilî vê wateyê barkirina wateyên cuda yên li vê piştgiriyê valaderxistina vê stratejiyê ye.
Lê mixabin ne tenê AKP-MHP xeteke kurd jî vê stratejiyê li dijî xwe dibîne û ji niha ve ketine etriya pîrozkirina Erdogan. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di nav hefteyê de bi pîrozkirina Erdogan vê xetê bi awayekî zelal aşkera kir û ji bo tûra duyemîn jê re “serkeftin” xwest. Ev xeta kurd ku dilê wê ji bo serkeftina Erdogan û Bahçelî lê dide, di xeyalên wê de ne Kurdistan azad û aram tenê petrol û dolar hene. Lê divê ev xeta kurd a li dû serkeftina Erdogan û Bahçelî ye baş bizanibe ku dilê ji bo petrol û dolaran lê dide dilekî xerab e. Lewre ev xet bi vê “evîndariya” xwe wê bi kurdan bide windakirin û dijminê kurdan bide qezenckirin.