Welatiyên ku li gelek bajaran bi taybet li Îsfehan, Tehran, Kerec, Zahîdan û Meşhedê daketin qadan bi dirûşmên “Bimre dîktator”, “Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin”, “Em ê feqîrî û buhabûnê bi bin bixin”, “Bimre îdam”, “Bimre Xamineyî” bi vêxistina agir li kolanan çalakî li dar xist.
Hêjayî gotinê ye ku 4 girtiyên bi navê Seîd Gravand, Şahab Gravand, Semad Gravand û Huseyîn Gravand ji bo bên îdamkirin sewqî Girtîgeha Qezalhasar a bajarê Karazê hatin kirin. Tê payîn ku girtiyên di hucreyên yek kesî de dê bên îdamkirin.
Piştî malbat hîn bûn ku girtî ji bo înfazê hatine şandin, hatin pêşiya girtîgehê û dest bi çalakiya rûniştinê kirin.