Xwediyê malê bi tevî xanima xwe û zarokan ve di nav ciyan da bûn. Şevê, ronahiya heyvê dabûye hundirê xênî. Xanî jî weke qubên berê bilind bû û ji jor ve kuleka wê hebûye. Xwediyê malê dibîne ku kesek li ser banê xanî, li ser kulekê ye. Ji xanima xwe redibêje, ‘Xanim te diye kesek li ser xanî ye.’ Xanim dibêje, ‘Rast e min jî diye.
Zilam dizane ku ew kesê li ser kulekê dixwaze bikeve hundirê malê. Xwediyê malê ji xanima xwe re dibêje, ‘Xanim dema ku ez ciwan bûm diçûme diziya malan, min derî û dîwaran re xwe berdida hundir. Lê dema ku ez diçûm ser kulekan ku taveheyv bûya, min bismilah dikir, tavehey ew hembêz dikir, xwe di kulekê re berdida hundir’.
Dema vê gotinê dibêje, deng diçe wî kesê li ser kulekê. Ew kes dibêje, ‘bi xwedê ez ê jî vê tirêja hîvê hembêz bikim û xwe berdim hundir’.
Zilam ji xanima xwe re dibêje, ‘Bi xwedê ev camêr wê xwe berde hundir lê wê yan bimire yan jî seqet bibe. Zarokên wan razane, di nava xênî de tendûra wan hebûye. Xwediyê malê xwe li xewê datîne dike xirexir her wekî ku razaye. Ew xortê li ser kulekê bismilah dike, hembêza xwe li taveheyvê tîne hev û xwe berdide. Ji jor de tê li nava tendûre dikeve, rebeno her derê wî hûr dibe.
Nalîna wî ye eman hewar û fîxan dike. Her wekî ku xwediyê malê qet nizane. Xwediyê malê ji pîreka xwe re dibêje Xanim ez çûbûm bajêr min ji bîr kir ku ji te re bazin û guharan bînim.
Bi xêr sibe were ez ê ji te re bazin, morî û gustilan bînim. Ew xortê ku ketibû tendûrê û birîndar bûbû, gazî dike û wiha dibêje, ‘Xwişka min vî bêbavê zilamê te ez xapandim, min bi ya wî kir pişt û palê min sikeştin. Ewî ez xapandim. Ez bi navê hemû ol û baweriyan dikim, vî kurê kerê te jî dixapîne, ji te re tu tiştekî nakire, jê bawer neke. Ka werin min ji vir derînin, ji bona xweda ez dimirim. Çirayê vêdixin dema dibînin ku camêr di tendûrê de ye.
Xwediyê malê dibêje, ‘Xanim diz ketiye mala me di tendûrê de xwe veşartiye ka em bigirin hêj nereviyaye.
Xort dibêje mala te xirab bibe, min bi ya te kir, bi xwedê nikarim rabim û birevim.’ Xort dertînin birînên wî girê didin û dibêjinê here. Xort dibêje, ‘Ji vir wiha tobe be ez êdî neçim ser kuleka tu kesan’.