Li Kurdistanê di salên 1990’an de bi hezaran gundên ku cerdevanî qebûl nekirin ji aliyê hêzên dewletê ve hatin valakirin û pişt re jî hatin şewitandin. Yek ji van gundan ê ku rastî vê pêkanînê hatiye jî gundê Cifanê yê girêdayî Şirnexê ye. Gundê Cifanê ku di salên 1990’an de cerdevanî û pêkanînên dewletê qebûl nekirin rastî her cûreyê êrişan hatin. Di dawiyê de şêniyên gund ji neçariya xwe gund terk kirin û gelek ji wan koçî navçeyên Şirnex û bajarên Tirkiyeyê bûn. Gundê Cifanê ku di bin dorpêçê de ye, niha jî rastî heman pêkanînan tê û ketina gund girêdayî destûra Walitiya Şirnexê ye. Ketina şêniyên gund ên ku hemû çavkaniyên wan ên debarê li ser gund e, ketina wan a gund jî li gorî keyfa walîtiyê ye. Dema walîtî bixwaze şeniyên gund karin biçin û dema walîtî nexwaze kes nikare biçe gund. Walîtî diketina gund de ji şeniya nasname dixwaze û bi seata destûra ketina gund dide.
Şeniyên gund ku destûrê negirin nikarin biçin gund. Yek ji van şêniyên gund jî Esmer Tûnç e. Tunç dayika Hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç û Orhan Tûnç ên di dema qedexeyên derketina derve yên di 14’ê kanûna 2015’an de li navçeya Cizîrê hatin îlankirin de bi şewitandinê hatin qetilkirinê ye. Tûnç a 70 salî ku ji bo biçe gund serî li Walîtiya Şirnexê da, bi hinceta doza derbarê wê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji ber tev li Newroza 2002’yan bûye hatiye vekirin destûr nehate dayîn. Ketina gund a Tûnç a nexweşa diyalîzê ye hatiye qedexekirin. Der barê mijarê de Esmer Tûnç ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
‘Çarekedin em destûr nadin tu bikevî gund’
Tunç diyar kir ku ji salên 90’an heta niha polîtîkaya dewletê ya li ser gundê wan bi dawî nebûye û wiha axivî: “Gundê me ev 28 sal in xirabû ye. 8 salan ketin û derketina gund qedexe kirin. Lê ev 20 sal in çûyina gund heye. Di nava van 20 salan de em şeniyên gund diçin çandiniya xwe dikin, sewalkariyê dikin. Debara xwe li ser gund dikin. Hin malbat hene 300-400 pezê wan heye ku xwedî dikin. Heke ku destûra Walî nebe kes nikare bikeve gund. Em jî ji bo her çûyina gund diçin destûra Walî dixwazin û wisa dikevin gund. Di vê çûyina min a dawî de ez asteng kirim û nehiştin ku bikevim gund. Ji min re gotin, ‘tu nakevî gund’ min ji wan re got, ‘çima ez nikarim biçim’ ji min re gotin, ‘li ser te qedexe heye, di sala 2002’yan de tu hatiye binçavkirin û ji ber wê tu nikarî bikevî gund’ min got, ‘ez nexweş im, gopalê min di destê min de ye’. Ji wê doza ku ew behs dikin jî tu cezayê min nîne. Li ser wê dozê jî 15-16 sal derbas bûne. Ji min re got, ‘vê carê derbas bibe, lê careke din em ê destûr nedin ku tu bikevî gund, ji me re ferman hatiye’.”
‘Bi salane em rastî vê pêkanînê tên’
Tunç bal kişand ser şopandina gund a bi şev û rojê ya ji aliyê dewletê ve û wiha domand: “Daxwaza min ev qedexeya ku li ser min hatiye danîn bê rakirin. Min ji wan re got, ‘Ceyrana gund li ser navê min e, ew der gundê me ye, warê me ye’ heta vî temenê xwe têm û diçim. Ez vê qedexeya ku danîne ser min qebûl nakim. Di gund de mirîşkek beyî fermana wan nikare bilive. Şev û roj di gund de me dişopînin. Di ketina gund de nasnameya me ji me distînin û heta êvaran em ji gund derdikevin gel wan e. Em piçek dereng bîminin û di seata xwe de dernekevin telefon ser telefonê digerin û dibêjin derkevin ji gund. Ev bi salane em rastî vê pêkanînê tên. Ev zilm e ne tişteke din e.