Koçberên ji Efrînê yên li navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê dimînin, bang li aliyên pêwendîdar kirin ku li kantonê bi temamî qedexeya derketina derve ferz bikin, derî û rêyên derbasbûna kantonê bigirin.
Li kantona Şehbayê vîrusa koronayê zû berbelav dibe û di vê der barê de Desteya Tenduristiyê ragihand ku 6 kesên din bi koronayê ketine. Heya niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 144 kes bi vîrusê ketine.
Koçberên ji Efrînê yên li Til Rifetê dimînin, tevî ku Şaneya Aloziyê ya Efrînê li kantona Şehbayê qedexeya derketina derve ragihandiye jî lê dîsa zêde xwe ji vîrusê naparêzin.
Li navçeyê derdora 16 hezar koçberên ji Efrînê dimînin. Ew li ser 16 komînan hatine belavkirin. Têkildarî mijarê ANHA’yê hevdîtin bi çend şêniyan re kirin û şêniyan piştrast kir ku vîrus zû belav dibe, lewma parastina ji vîrusa koronayê girîng e.
HELEB