Li navenda Şirnexê û navçeyên wê Cizîrê, Silopiya, Qileban, Basa û Elkê 14 herêm ji bo 15 rojan (16-30’ê gulanê) weke herêma “ewlehiya taybet” hatin ragihandin.
Walîtiya Şirnexê, der barê mijarê de daxuyaniyek da û destnîşan kir ku ketin û derketina herêmên navborî dê qedexe be.