Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê ragihand ku wezîrê çavkaniyên avê yê Iraqê Ewn Ziyab û wezîrê avê yê Sûriyeyê Temam Mihemed Raed protokola teknîk a hevbeş a li ser avê îmze kiriye.
Her wiha hat gotin wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê Ewn Ziyab daxwaza berdewama hevkariyên hevbeş ji bo bidestxistina armancên hevbeş û mafên avê, her wiha têgihîştina zelal di birêvebirina çemê Firatê de kir.