Berî her tiştî, rastiyek heye mirov wê êdî qebûl bike ku di çavê sîstemê de yan kesên dewletê bi rê ve dibin de, nabe ku kurd hebin, xwedî îradê bin û daxwazên wan ên însanî û hemwalatî jî hebin! Kesê îradeya te, daxwaza te qebûl neke te nas nake, te weke mirov nabîne û li hember te yê her muamelê ji xwe re heq bibîne. Rastiya xuya dike mixabin ew e ku di çavên wan de kurd tenê kole ne. Heger tu heyî, pekî îradê te çi ye?
Weke gelê kurd, ji % 80 bi rêjêyeka dengan we nûnerên xwe yên şaradariyan hilbijartin û ji wan xwest ku bajare lêdijîn weke dixwazên we bi rê ve bibin. Lê sîstema giyotînê bi zendê wan girt, bi bahaneyên genîbûyî, avêtin zîndanê û qayûmên xwe anîn ser kar. Heger şaredarên te dizî kiriba, bêqanûnî kiribana me fêhm bikira lê girtineke keyfî û zorbezanê ye ew. Heger ne zorbazî be kî dikarê ji min re sûçê birêz Mizrakli, Kaya, Gokhan, Turk û yên din bihêjmere? Ew weke ava zelal paqij in lê sîstem ji te re dibêje ez te jî, nûnerên te jî, daxwaza te jî nas nakim; hûn li hinda min `hîç` in, `sifir`in, `kolê` ne; ez çi bixwazim dikarim li we bikim.
Wekî hûn jî dizanin, rêvebiriyên welatan ji alî hemwelatiyên li ve axê dijîn ve tên hilbijartin ku jiyana wan hîn hêsantir bikin; helbet ew jî ne bê sinor in û ji alî qencî û xirabiyê de sînorên wan hene. Dema sîstemeke destdirêjiya gorên hemwelatiyan xwe kir, ew ji holê rakirin, bombebaran kir, an jî weke gelek caran kevirên wan şikandin ve çaxê fêhm bikin ku êdî sîstemê sinorên xwe derbas kirine. Yanî ew êdî ne sîstemeke ku jiyana gel hêsantir bike, îrada gel temsîl dike ye. Ew bûyê maşîneke qirkirinê û dikarê her tiştî bike. Dikarê kurdan jî, mûxalîfan jî, tirkan jî yan hemû kesên li hember wê derkevin jî ji holê rake. Ma dema bajar bombe kirin, 34 can bi balafiran parçê kirin, zarok kuştin, laşê dayikan bi rojan li der hiştin, `jin bê jî zarok bê jî` kuştin, parastvanên sîstemê li Kurdistanê serbest destdirêjiya jinan kir, ew ji xwe îspat nabe? Heger mirov van bûyeran nebîne, ji bîr bike û li gorî van destê xwe nedê ser wîjdana xwe û vîna xwe tayîn neke, bila ji mirovatiya xwe şûphe bike.
Dema sîstema ku te bi rê vê dibe îradeya te binpê kir, tu nas nekirî, avêtî zîndanan, bajar, gund, gor û xwezaya te bombe kir êdî bizane ku ew bûye cinawerekî ku her kêliyê dikare te bixwe. Kiryarên sîstema niha mixabin ew in. Ji bo wê yekê ew hilbijartina pir girîng e û hilbijartineke sedsala me ya bê tayîn bike ye. Mirov dikarê bipirse ku çima ya sedsalê ye? Wekî gotineke tirkan jî dibêje, `gundê xuya dibe rehberan naxwazê.` Heger sîstema giyotînê ya ku bi kiryarên wê eyan beyan li holê, careka din firsendê bidest bixe, ji vir û pê de garantiya wê nîn e ku nebe dîktatoriyeke mutlaq an seltaneta ku ferman ji nava du lêvan derdikevin. Heger ew firsend bê dayîn êdî hilbijartinan, demokrasiyê, mafê mirovan, mafê karkeran, ên jinan hwd jî bîr bikin. Helbet beşeke ji ve yekê ye kefxweş jî hebe lê piraniya gel a di bin wê keyfîtiyê de binale. Ji ber wê ew hilbijartina sedsalê ye ya qedera neteweyan, dahatûya wan tayînkirin, maf û edaletê ye.
Beşeke kurd heye ku hîna jî bi ser hemû karasetên bi ser serê miletê me de hatî dibêjin: ”yekêm car navê kurdan ve îktidarê nas kir; TV û zanîngeh vekirin” Helbet kî ji kurdan, mazlûman, ji jinan an çîna feqîr re çi bike em ê kefxweş bibin lê pêwîst e binê `îsberg-çiyayêqeşa` bê dîtin, armanc û hedefên pergalê bên xwendin. Sîstem, armancên xwe bo kurdan, bi bûyerên beşeke me li jor anî ziman ve nîşan dide û aşkera dike. Gelo me hîn armancên wan fêhm nekirine? Heger me fêhm nekiribe em musteheq in û em ê hîn pir êşên din jî bikşînin. Heger me ders derxistibe, firsend di dest me de ye.
Heger me ji kiryarên sîsteme yên heta niha hatine kirin tiştek fêhm nekiribe û ew nedîtibin, em her tiştî ji bîr bikin, nakokiyan daynin aliyekî û tenê rewşa rojavayê Kurdistanê bînin ber çavên xwe. Pirs dikim; gelo heta niha çi zirara Rojava giheştiyê Turkiyeyê, gelê tirk, ên din, xwezayê yan ajalan? Dinya alem jî dizanê ku heta niha fîşekek jî ber bi Tirkiyeyê nehatiyê avêtin, pozê kesekî jî xwîn nekirine yan mirişkeke bakurê sinor jî nekûştine. Rixmî van jî çima sîstem hêr keliyê êrîş dibe ser Rojava? Her kesî dît ku çawa bi 72 balafirên agir ji dev dibarîn êrîş bir ser jin, zarok, xweza, nexweşxaneyan… Rojê bi sedan bombeyan bi ser gund û sivîlan de dibarînin û bi sedan zarok kuştin. Ava vexwarinê ji ser xelkê qut dikin, zeviyên xelkê dişewitînin û kûçikên har berdidin nava civakê… Bi sedan bûyerên wiha mirov dikarê bihêjmêre. Sedêm tenê ew e ku li aliyê dinê sinor kurdan îradeya xwe danîne holê û xwe bi rê ve dibin. Sîstemeke demokratîk ava kirine, her netewe tê de rengê xwe dibîne û bi azadî dijîn. Sîstema bakurê ku ji xwîna kurdan têr nabe ya ku bi her awayî piştgirî dide DAÎŞ’ê, razî ye ku cîranê wan ew bin, razî ye ku Esadê dîktator be, razî yê ku çeteyên mirişkê xelkê didizin bin lê ne kurd bin! Tenê sedema êrîşan ew e. Heger kurdek vê yekê nizane û hîna jî piştgiriya wê sîstemê dike, ew ne layiqî azadî, demokrasiye û nirxen mirovî ye.
Di 14 mehê de, her kesê ji bo sîstema layiqî xwe here ser sandoqan, ya bi dengê xwe me paşve bibe taritiyê, sultaniyê ya qirna navîn an jî wê me bibe sîstema modern a layiqî mirovatiyê. Bi dengê xwe me û zarokên me ber bi ronahiyê bibe û sîstemeke ji îradeya hemwelatiyên xwe re rêz digire hilbijêre. Poşmaniya piştre fêda xwe nîn e û mirov layiqî xwe nebînê ku tekevê rewşa ` sendroma Stockholmê`.
Biryar a we ye!