Nûnerê PADÊ’yê Başûrê Kurdistanê Silêman Şengalî bal kişand ser hewldanên fitne û provakatîf ên hikûmeta Iraqê û PDK û MÎT’ê yên di çarçoveya peymana 9’ê Cotmehê li herêma Şengalê li ser civaka Êzidî dike, dîsa fetwayên hinek melayan ku PDK û MÎT wan araste dike, got: “Dixwazin koka Êzidiyan û Şengalê tine bikin.”
Şengalî li ser fetewayên melayên ji aliyê saziya îstixbaratê ya PDK’ê Parastin û MÎT’a Tirk ve tê araste kirin jî got: “Bi salan e hemû pêkhate li Şengalê bi hev re dijîn, mizgeft li Şengalê heye û heta vê gavê yek kesî kevir neavêtiyê û tê parastin.”
Şengalî bang li her kesê kir ku nebin hevkarê vê fitneyê û banga vegerê li xelkê Êzidî û tifaqê kir.
‘Şengalê neparastin, gerîla bi hewara me hat’
Nûnerê PADÊ Silêman Şengalî bal kişand ser lihevkirina di navbera Bexda-Hewlêr û Enqerê û got: “Hûn jî dizanin tifaqek nava Hewlêr û Bexda de çêbû, ji bo ku Şengal vegere rewşa berî 2014’an. Rêveberiyeke nû li gorî kêfa xwe berjewendiyên xwe danin. Berovajî vê em nabînin ku aliyek ji bo ji nû ve avakirina Şengalê rikberiyê bike.
Çi hêzên Pêşmerge û dîsa leşkerên Iraqî û rêveberiya li Şengalê berî fermanê ew bû ku Şengalê biparêzin. Digotin ew rê nadin kes nêzî Şengalê bibin. Piştî Mûsil ji aliyê DAÎŞ’ê ve hate dagirkirin, gotin ku ew ê Şengalê biparêzin rê nadin ku yek hêz bikeve Şengalê. Dema DAÎŞ’ê êrîş kir, wan tevan reviyan, Şengal di destê DAÎŞ’ê de hiştin. Bi hezaran hatin qetilkirin, keç û jinên Êzidî hatin girtin. Dîsa Şîayên li Şengalê zorî li wan jî hate kirin. Êzidî li berxwedan, civaka Êzidî li ber xweda. Gerîla bi hewara me hat. Ne ji berxwedana cangorî û gerîla û ciwanên Êzidî bûna, wê Şengal tine bibûna. Tevî vê hemûyê jî niha dixwazin Şengalê vegerînin weke berî 2014’an. Vîn û rêxistinek li Şengalê çêbûye, gel xwe rêxistinkiriye. Vîna li Şengalê heyî, rêxistina ciwanan a li Şengalê heyî, meclîsên heyî rê nade ku careke din vegere berê.”
‘Gelo dikarin garantiya nerevin bidin!’
Şengalî anî ziman ku berî 2014’ê xelkê Êzidî di bin bandora PDK’ê û hikûmeta Iraqê de bû, ji bo berjewendiyên xwe bikar dianîn wiha pêde çû: “Taybet di dema hilbijartinê de bikar dianîn. Îro rê nadin ku xelkê me yên kampan vegerin, dibêjin ku Şengal ne arame. Em li vir pirs dikin, hêzên fermî yên berî 2014’an li Şengalê bûn û reviyan, îro dibêjin ku dixwazin vegerin, gelo garantiya wê bidin ku tiştek bibe dîsa weke sala 2014’an nekin? Nerevin?”
‘Eger vegeriyan wê bêjin wê bibin xwedî vîn û hêz’
Nûnerê PADÊ da xuyakirin ku li nava kampa li Başûrê Kurdistanê nêzî ji sedî 30-40’î vegeriyane, ji sedî 10 çûne derveyî welat û nêzî sedî 50-60 jî li nava kampan dijîn û got: “Desthilata başûr dengê civaka êzidî ji bo desthilata xwe bikar tîne. Dema vegeriyan wê nekevin bin bandora hêz û desthilatê be. Eger vegeriyan wê bêjin wê bibin xwedî vîn û hêz. Wê dengê nebin yên wan. Ji bo wê astangiyan çêdikin. Ev îtifaqa 9’ê Cotmehê çêbûn, vegera pêşmerge ya ji bo Şengalê ye. Kes vê qebûl nake ku vegera berî 2014’ê. Em rêveberiya heyî vîna ku Şengal qebûl neke, em jî qebûl nakin. Vîna Şengalê neyê esasgirtin, wê kes qebûl neke, ne ji bo Pêşmerge ne ji bo ti hêzan wê neyê qebûlkirin.”
‘Gelek malên Şîa, Sune yên li Şengalî vegeriyane’
Şengalî li ser aloziya ku hefteya borî ku di bin navê vegera koçberan de kesên destê wan di xwîna civaka Êzidî de hebûn ya Şengalê jî ev nirxandin kir: “Ev jî ceribandinek bû, ji bo pêkanîna 9’ê Cotmehê li ser vîn û xelkê Şengalê bû. Her kesê ku destê wî/ê di ferman û qirkirina li ser Êzidiyan de nebe, dikare vegere. Gelek malên Şîa, Sune yên li Şengalî vegeriyane. Kesê ji bo vegera van tiştek negotiye. Nabe artêş di bin navê koçberan de DAÎŞ’î vegerînin herêmê. Keçek Êzidî diyar kir ku yek ji wan penaberan DAÎŞ’î bûye û nas kiribû. Destê wî di xwîna keç û Êzidiyan de hebû. Ev hewldaneke ya fitneyê bû. Ji bo xelkê Êzidî li ber rabin û aloziyê li herêmê derxîne. Nakokiyan di navbera xelkê Êzidî û xelkê din ên herêmê de çê bikin. Li aliyê Rojavayê Şengalê gelek welatiyên Ereb vegeriyane. Her kesê destê wî/ê di xwîna Êzidiyan de nebe, cih di nava DAÎŞ’ê de negirtibe, dikare vegere; Êzidî tiştek nabêje. Berî DAÎŞ’ê jî li Şengalê jiyanek bi hev re hebû. Xiristiyan, Sune, Şîa, Misilman Êzidî tev bi hev re dijiyan, niha jî wisa ye. Bi vê yekê xwesin fitneyek derxin ku bidin nîşandan ku Şengal ne aram e. Ji bo vegerin Şengal bêjin ku em dixwazin Şengalê aram bikin.”
‘Ew jî zanin çiyayê Şengalê koka Êzdatî û berxwedanê ye’
Li ser fetwayên meleyên bi destê Parastin û MÎT’ê tên arastekirin û fermana qetilkirina Êzidiyan didin ku li ser agahiyên derew ku mizgeft hatiye şewitandin jî Şengalî ev got: “Bi hezarê salan e, li Şengalê bi serê Êzidiyan ve hatiye. Osmanî pir ferman bi serê civaka Êzidî hatine. Heta niha fermanên ketine dîrokê tê gotin ku 73-74’in, lê belê bi sedan ferman bi destê Osmaniyan pêk hatine. Dixwazin koka Êzidiyan ji Şengalê tine bike. Ew jî zanin çiyayê Şengalê koka Êzdatî û berxwedanê ye. Dixwazin wê berxwedanê û Êzidiyan vala bikin. Mela û qenalên ku ketine nava pey fitna gotinên ku Êzidî Şengalê mizgeft şewitandine. Ev yek nerast e. Di van 7-8 salên Şengal hatî rizgarkirin, ev hêz û dîsa Iraq li nava Şengalê nebû, hêza YBŞ’ê ya ciwanên Êzidî hebûn, ev mizgeft hebûn, hatin parastin û kesê tiştek pê nekirin. Ev mizgeft ji aliyê hêzên me YBŞ’ê ve hatin parastin. Bi hezaran sal in mizgeft li nava Şengalê heye, yekê yek kevir neavêtiye mizgeftê. Ew bûn bi dirûşman hatin ku weke bêjin ‘va me we kuşt û biçûk xist, em dîsa vegeriyan’ ketin pey provakasyon û fitneyan.”
‘Şengal nebe, êzîdxan nîne’
Herî dawî Nûnerê PADÊ Silêman Şengalî ev kir: “Bana me ji bo gelê me ew e tifaq e. her yekê li kampa, vegerin ser erd û warê xwe, girêdayî erdê xwe be. Ji xwe Şengal nebe, êzîdxan nîne. Çend li ser erdê xwe nebe, kes nayê avanake. Vîna xwe çêbike, hêza gelê xwe xurt bike, xwe bi xwe rêvebibe, pêwîstî bi parastina kesê nebe, xwe bi xwe biparêze. Em bang li her kesê dinê dikin, Şengal birîndar e, hezar keç û jinên me xortê me winda bûne, bi hezaran şehîd bûne, gelek hê di destê DAÎŞ’ê de ne, nebin hevkarê fitne fesadiyê, rêz ji vîna me re bigirin.”