Dayikên Şemiyê ku bi daxwaza hînbûna aqûbeta xizmên xwe yên piştî hatine destgîrkirin hatine windakirin û ji bo darizandina faîlên wan her hefteyê çalakiyê li dar dixin. Di hefteya 945’an de jî Dayikên Şemiyê kom bûn. Li gel ku Dadgeha Makeqanûnê (AYM) biryara “binpêkirinê” daye jî, dorpêça polîsan a li ser Qada Galatasarayê didome. Dayikên Şemiyê û parastvanên mafan xwestin li qadê daxuyaniyê bidin. Lê belê vê hefteyê jî rastî astengkirin û êrîşa polîsan hatin.
Dayik û kesên pê re, ji ewil li pêşiya bariyerên polîsan ên li qadê hatin dorpêçkirin û piştre jî hatin destgîrkirin. Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci û parêzer Merîç Eyûpoglû jî tev li çalakiya vê hefteyê bûn.