Bi destwerdana hêzên derve ya li kar û barên Lîbyayê de her diçe aloziya li vî welatî kûrtir dibe. Bi taybetî di dema dawî de nakokiyên di navbera Tirkiye û Misrê de rê dide ku ev şer veguhere şerekî rasterast di navbera wan her du welatan de. Piştî ku parlamentoya Misrê jî rê da ku leşkerên wê dikarin biçin Lîbyayê, hikûmeta Enqereyê jî alîkariya xwe ya leşkerî li vî welatî zêde kir da ku hikûmeta Wîfaq a Îxwana Mislimîn bikaribe li hemberî artêşa Niştimanî ya Lîbyayê bisekine.
Ji sala 2014’an ve komên çekdar bi piştgirya hêzên siyasî ên dixwazin deshilatdariya vî welatî bixin bin kontrola xwe aliyên siyasî di nav şer û pevçûnan de ne.
Aliyê hikûmeta Wîfaq ji alî hikûmeta tirk û Qeterê ve tên destekirin her wiha aliyê artêşa Niştimanî ya Lîbyayê bi serokatiya Xelîfe Hefter ji alî Rûsya û Misrê ve tê destekirin. Her aliyek ji van aliyan yê din tewambar dike û dibêje ku ew çekdarên biyanî û komên çete derbasî Lîbyayê dikin.
Hin welat jî wekî Amerîkayê di wê navberê de diçin û tên. Amerîkayê ji aliyekî ve heta demeke nêz piştgiriya Hefter dikir lê dema ku mijar bû destwerdana Rûsyayê çavên xwe ji alîkariya hikûmeta tirk a li dijî Hefter re girt.
Çawa ku li Sûriyeyê jî Qeterê piştgiriya hikûmeta tirk dikir li Lîbyayê jî piştgiriya wan dike û li alî hikûmeta Wifaq a Îxwanan disekine li aliyê din jî Misr, Îmarata Erebî û Siûdiyê piştgiriya aliyê dijber angu piştgiriya Xelîfe Hefter dikin.
Serokê Misrê di hevdîtina xwe ya bi serokeşîrên Lîbyayê rde gotibû ku artêşa me dikare balansa vî şerî biguherîne lê ew naxwazin bêyî banga alîkariyê ya eşîrên Lîbayayê destwerdanê bikin. Ji aliyekî din ve parlementoya Lîbyayê ya desteka Hefter dike gotibû ku artêşa Misrê dikare destwerdana rewşa heyî bike.
Hikûmeta tirk destwerdana xwe ya li Lîbyayê di bin navê peymanên bi hikûmeta Wifaq re destnîşan dike û lewre jî destwerdana xwe rewa dibîne tevî ku ew destwerdan ji hêla gelek aliyan ve nayê qebûlkirin.