Hevserokê Buroya Giştî ya Têkiliyan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sîhanok Dîbo, der barê hilbijartinên 14’ê Gulanê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û bandora encamên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê-Rojhilata Navîn, qirkirina siyasî ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ji ajansa ANHA`yê re axivî.
Sîhanok Dîbo, diyar kir ku di hilbijartinên 14`ê Gulanê de têkçûna AKP-MHP’ê dê bandoreke mezin li Kurdistan û Rojhilata Navîn bike. Dîbo destnîşan kir ku di pêvajoya desthilata AKP`ê de bandoreke gelekî neyînî li ser Sûriye, Lîbya, Sûdan, Tunis, Yemen, Iraq û welatên din ên Ereban çêbûye, vê yekê jî bi xwe re reaksîyonek, li Tirkiyeyê jî valahiyek derxistiye holê. Dîbo got encamên hilbijartinê yên ku AKP têk biçe, dê ji bo çareseriya pirsgirêkên li Tirkiye û Rojhilata Navîn bibin alîkar.
“Ji bo Sûriyeyeke nenavendî û demokratîk jî dê rê vebe, derfet çêbin.” Bi van gotinan Dîbo bal kişand ser bandora erênî ya hilbijartinan a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê. Dîbo hişyarî jî da ku hewldanên çareseriyê yên ku doza kurdî tê de nebin û gavên rasteqîn ên ji bo diyaloga Tevgera Azadiya Kurdistanê û hêzên siyasî yên li Tirkiyeyê neyên avêtin, dê alozî dom bike.
‘Rejîma AKP-MHP xetereyeke mezin e’
Dîbo îşaret pê kir ku eger AKP-MHP li ser desthilatê bimînin, ev dê bibe xetereyeke mezin û got: “Siyaseta tunekirina îradeya gelê Rojhilata Navîn, qirkirina gelê Kurd û doza kurdî dê xetereyeke mezin bi xwe re bîne.” Dîbo got her gaveke ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dê derfetên serkeftinê bîne, lê eger ev hilbijartin baş neyên bikaranîn, dê rewşeke cuda derkeve holê.
‘AKP bi hesanî desthilatê radest nake’
Sîhanok Dîbo bal kişand ser operasyonên qirkirina siyasî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û da zanîn ku ev encama tirsa dewleta Tirk nîşan dide û got: “Îhtîmal heye ku hilbijartinan taloq bikin, şer û lîstokan di demên dawî de derxin. Operasyona qirkirinê nîşaneya vê encamê ye. Îhtîmal heye ku hilbijartinan bi hincetekê pêk neynin. AKP ji binkeftinê ditirse û vê yekê qebûl neke, dê desthilatdariyê bi hêsanî radestî hêzên demokratîk neke. Desthilata AKP’ê gihîştiye serê darê, divê peya be. Mekanîzmaya wê her ku diçe aloztir dibe. Ev rê vedike ku aloziyeke kûr li Tirkiyeyê derkeve.”
‘Serkeftina Çepên Kesk serkeftina gelan e’
Sîhanok Dîbo bang li gelên li Tirkiye, Bakurê Kurdistanê û welatiyên Sûriyeyê yên ku li Tirkiyeyê mafê dengdayînê bi dest xistiye, kir ku di hilbijartinan de dengên xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Dîbo got: “Di vê pêvajoya de mijareke girîng jî hilbijartinên 14 Gulanê ye. Divê gelên Tirkiyeyê, bi taybet gelê Kurd piştgiriya Partiya Çepên Kesk bikin. Serkeftina Partiya Çepên Kesk dê bibe serkeftina îrade û mafê gelan. Bername û nêrînên wê ji bo çareseriyê gelekî berbiçav in. Dengên welatiyên Sûriyeyê yên ku li Tirkiyeyê mafê degndanê bi dest xistine, wekî emanetekê ne. Divê dengên xwe bixin rêya rast. Yek ji sedema berdewamkirina aloziya Sûriyeyê siyaseta AKP-MHP ye. Ji ber wê jî divê dengên wan têkevin cihê rast ku ev desthiladarî bê hilweşandin. Taybet ev bangewaziya me ji bo welatiyên me yên Ereb ên ji Şam, Heleb û Dêrazorê ye.”