Mijara vê gotara me dad û dadwerî ye. Lewre herî zêde pêdiviya mirovên cîhanê nemaze mirovên Rojhilata Navîn di van salên dawîn de bi dad û dadweriyê heye. Pêşiyan gotiye “Ger li cîhekî edalet tunebe giha jî şîn nabe”. Bi rastî jî bi qasî nan û avê pêdiviya mirov bi edaletê heye. Ji ber wê divê rayedar û rêveber li ser dad û edaletê bin û dadmend bin. Dîsa pêşiyan gotiye “Mekan bi mekîn xweş e.” Lê zêdetir bi edaletê xweş e.
Riwayet tê kirin ku rojek ji rojan feylesofê çînî Konfuçyus tevî şagirtên xwe derdikeve seyranê. Gava di cîhekî re derbas dibe, dibîne ku pîrejinek bi feryad û fîxan digirî. Konfuçyus şagirtekî xwe dişîne cem da ka hîn bike ka derdê wê çî ye. Şagirt diçe cem vê pîrejinê û sedemê girîna wê dipirse. Jinika reben goreyek nîşanê şagirt dide û dibêje, ‘Ev goreya lawê min e. Doh şêran ew perçe kirin û xwarin’. Şagirt xemgîn dibe lê ji bo sebr û hedanê bidê ew jî gorekê nîşanî wê dide û dibêje, ‘Xwedê dilfirehiyê bide te. Lê ka binêre goreyek jî vaye. Binêre, ew jî miriye’. Jinik, li ser vê axaftinê, ev tişt dibêje, ‘Ew jî goreya mêrê min e. Çar sal berê şêran ew jî perçe kirin û xwarin’. Li ser vê şagird vê pirsê dike, ‘Li vir madem ewqas şêr hene û we dixwin. Gelo hûn çima vir terk nakin û naçin cîhekî din’? Pîrejin pirsa şagirt wiha dibersivîne: “Em jî gelek caran fikirîn ku em biçin. Lê qralê vir gelek dadmend e. Em naxwazin ji bin edaleta wî derkevin.” Dad ewqas bi nirx û watedar e.
Dîsa dibêjin ku pêxemberê Xwedê Yusuf (a.s.) dema jiyana xwe ji dest dide xizmên wî wî dibin erdê Kenanê. Dixwazin wî li wir binax bikin û veşêrin. Lê ferişteyê mezin Cîbraîl nazil dibe û dibêje, ‘Hûn nikarin wî li vir veşêrin. Lewra ew mîrê Misrê bû. Roja heşr û nîzamê dê mirov yek bi yek bên û heqê xwe jê bixwazin. Ew ê hesabê deshilatdarî û selteneta xwe bide. Ji ber wî divê ew li Misrê were veşartin’.
Dîsa tê gotin ku dema xelîfeyê mislimanan ê bi dadmendiya xwe navdar Omer (r.a.) dema fêm dike ku bimire ji lawê xwe re dibêje, ‘Gava ez mirim şeva yekî nebe ya duduyan herî dereng a sisîyan ez ê bêm xewna te. Lê di navberê de yazdeh sal derbas dibe hê nû tê xewna lawê xwe. Lawê wî sedema ewqas derengmayîna wî dipirse û ew jî wiha dibersivîne: “Lawê min ez gerînende bûm. Rêveber û deshilatdar bûm. Dema deshilatdariya xwe de min pirek dabû çêkirin. Ew pir kunek têde mabû lê ji ber venêriya min a ne baş min ew nedîtibû. Lingê mîheke ket wê kunê û lingê wê hûr hûrî bû. Ev dozdeh sal e ez hîsabê vî bûyerê didim.”
Van hemû mînak û riwayetan li ser dadweriyê bûn. Lê divê mirov ji qissê hîssê werbigire. Bi rastî ev metelok û qissa ez li jêr rêz dikim a herî balkêş li ser dadmendiyê ye. Min van metelokan di Sîyasetnama Nîzamulmuk de xwendibû. Jixwe ev pirtûka ha, wezîrê navdar , ji bo Melîkşahê Selçûqî xêz kiribû ku têde gelek metelokên dersdar hene.
Dibêjin ku Şah Kubat dema diçe ser heqqiya xwe lawê wî Nûşîrewanê Dadmend dikeve şûna wî. Nûşîrewan wê demê hê hêvdeh salî ye. Nûşîrewan mirovek têgîştî û aqilmend bû. Didît kû ji ber sernermiya zêde ya bavê wî hemû wezîr di nav heramî û bertîlê de ne. Bi destên zorê malên gel ji dest distînin û xezîneya dewletê bi dizî hemû vala kirine. Ji ber wî gel di nav bê edaletê û û xizaniyê de avjeniyê dike. Ji ber wê jî gel navê Şah Kubat bi zalimî derdixe û wî wisa bi nav dike
Di ser derketina text a Nûşîrewan de sê sal derbas dibe lê gillî û gazincên gel ê ji wezîr û bacgiran berdewam e û hê zêdetir e. Ji ber wê Şahê nû gelek nerehete û dixwaze vê rewşê biguherîne. Rojek Dîwana Mezalîm dicivîne û di wê dîwanê de hemû rayedarên dewletê yên payebilind hene. Şahê nû bigef ji wan re rewşa gel û çareseriya vê pirsgirêkê vedibêjê; hûn xudanê hemî mal û milkê dinê ne. Divê hûn ji gel û reayayê re nerm û dadmend bin. Ger hûn dadmend bin ez ê jî li hemberî we bi adil bim. Lê dema hûn li gel zilm û zordariyê bikin ez ê bi cezayek wisa we ceza bikim ku bi salan wê ev ceza bê gotin.
Dîwan bela dibe. Pênc salê din derbas dibe. Lê van xwînmijan ji a xwe nayên xwarê. Zilma xwe didin dewamkirin. Li cem xwe ewha dibêjin; Şah cîwan û bê tecrube ye. Em kîngê bixwazin em ê wî daxin jêr. Li ser vê rewşê pênc salên din dîsa derbas dibe. Şah pê dizane lê vê rewşê îdare dike.
Wê demê parêzgerê Xorasanê û Azerbaycanê zulm û zordariya xwe hê zêdetir dikin û ji şah dewlemendtir dibin. Pîrejinek li vê parêzgehê hebû û baxçeyek wê yê piçûk hebû. Baca xwe ya dida şah ji vir derdixist û debara xwe jî bî vî baxçê dikir. Parêzger bi destê zorê vî baxçeyî ji destê pîrejinê digire. Ev pîrejina bi neçarî nêzî du salan li ber wî digere ka bûhayê wî bide. Lê tu bersiveke erênî nagire. Gillî û gazincên xwe bi kîjan hacibê de dike jî tu bersivek nagire. Dawiyê de wisa dibêje, ‘Ez ê rabim biçim Meyadîn ba şah. Ji xwe wî ev zatê bê dad hanî ser serê me. Min bihîstibû kû miroveke dadmend e. Ka em biçin wisaye an na.”
Radibe diçe erdê Meyadîn ba şah. Mesele zehf dirêj e. Lê naxwazim dirêj bikim. Şah mijarên heqîqeta wî seh dike û bangî parêzger dike tîne hizûra xwe. Jê ra meselê vedibêje û wî îdam dike. Tê gotin kû şah ji bo îbretî alem wî dide postkirin û hundirê postê wî tije ka dike û li ber derê qesra xwe dadiliqîne. Ji vê bûyerê şûn ve tu bê dadmendî di welatê wî da nabe. Şah li ber derê qesra xwe bendek li dar dixe û zengilan peyda dike. Bend nizm dardixe kû destê zarê piçûk ji bigêhêjê. Kesên kû bê edaletî dîtin bi hêsanî werin li zengil bixin û şah agahdar bikin. Lewra dibe kû gel ji ber haciban xwe nagihînin şah.
Dibêjin ku heft sal şûn ve şah dengê zengil dibîhîze û hacibeke xwe dişîne da ku hîn bibe ku kî ye ji bo gillî li zengil dide. Hacib diçe dibîne kû bargireke (ker) piştkul waye pişta wî dixurê pişta xwe li zengilê dide. Tê vê rewşê ji şah re vedibêje. Şah dibêje, ‘Na, ev ker jî hatiye gazincên xwe dike. K ahîn bikin ku xwediyê wî kî ye. Mirovên şah diçin vedikolin û xwediyê bargirê tînin hizûra şah. Zilam yekê şîrfiroş e. Ji ber ku ker pîr bûye êdî kes wî xwedî nake. Şah cezayekê piçûk didê û jê re dibêje, ‘Ez te dişopînim. Vî heywanê hat gilliyê te bi min de kir. Ger tu xwarin û rehetiya wî temîn nekî ez ê te bi cezayekê giran ceza bikim’. Mirov ji ber xeşma şah ditirse û vî bargirê pîr heta dawiya jiyana wî xwedî dike.
Li jor gotinên me hemû li ser dad û edaletê bûn. Di Klasîkên Rojhilat de li ser vê mijarê bi sedan metelokên dersdar hene û roja iroyîn jî rohnî dikin. Bi rastî em jî di Rojhilata Navîn de dijîn û ji bêedaletiyê gelek êş û azarên me hene. Îcar em dibînin ku xwarî di serî de ye. Em jî xwariya serî tînin ziman. Îcar dîsa dem ne demên berê ne. Şûrên destê we dengên we ne. Bi şûrên destên xwe di 14 Gulanê de van xwînmijan rast bikin. Mil bidin rastî û heqqîqetê. Wek gavên kizmoriyê. Dibe ku reyek pir tişt nebe. Lê hûn bi reyên xwe nîşan didin kû alê heq û heqîqetê ne.