Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê êrîşên artêşa tirk ên li dijî herêmên parastinê de daxuyaniyek da. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:
“Li herêma Zapê; Di 4’ê Gulanê saet 09.00-12.00’an de artêşa tirk bi çekên giran êrîşî Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kir. Hêzên me yên YJA Starê ji bo xweparastinê li dagirkeran dane.
Di 4’ê Gulanê de dema ku dagirkeran hewl dan çepera me ya berxwedanê ya li Sîdayê hilweşîne, hêzên me li dagirkeran dan û dagirkerek hate kuştin. Di 4’ê Gulanê de Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar, Girê Cûdî, Girê FM û Girê Amediyê û derdora gundê Sêgirê 6 caran bi balafirên şer hatine bombekirin. Di 4’ê Gulanê de Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê FM û Girê Amediyê û çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê 21 caran bi obus, tank û çekên giran hatine bombekirin.”