12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji Erdogan ruşweta hilbijartinê ji bo Hîzbûllahê

Bi biryara Serokkomarê AKP’î Erdogan “berpirsyarê baskê leşkerî” yê Hîzbûllahê Mehmet Emîn Alpsoy jî di nav de cezayên 4 girtiyan hate efû kirin.

Bi biryara Serokkomar a di Rojnameya Fermî de hate weşandin cezayên Mehmet Emîn Alpsoy ê ku di çarçoveya Doza Hîzbûllahê de cezayê muebbeta girankirî lê hatibû birîn û Korgeneralê berê Çetîn Saner ê di çarçoveya Doza 28’ê Sibatê de cezayê muebbeta girankirî lê hate birîn, hatin rakirin. Mehmet Emîn Alpsoy ê ku Erdogan cezayê wî rakir, piştî ku li Enqereyê 3 kes bi îşkenceyê kuştibûn, cenazeyên wan li jêrzemîna mala xwe veşartibûn û weke “berpirsyarê baskê leşkerî” yê Hîzbûllahê cezayê muebbetê yê girankirî lê hatibû birîn.

Bi biryarê her wiha cezayên Nîhat Îlîman ê ji ber sûcê kuştina bizanebûn dihat ragirtin û Sedat Çelîkê ji ber bazirganiya tiryakê di girtîgehê de tê ragirtin ji ber seqetbûna wan hatin rakir.