Polîsên dewleta tirk berbanga 25’ê nîsanê li 21 bajaran bi ser gelek malan de girtin. Herî kêm 128 kes binçav kirin. Di nava wan de gelek rojnameger, hunermend, parêzer û siyasetmedar hebûn.
Ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê demeke kurt ma. Partiyên ku dikevin hilbijartinê ji bo xwe bigihînin gel di nava xebateke berfireh de ne. Serok û alîgirên partiyan li qadan xîtabî gel dikin û hewil didin xwe li ber dilê civakê şîrîn bikin. Ji gotin û emelên lîderên partiyên siyasî zêdetir êdî civaka Tirkiyeyê jî dizane ku ev hilbijartin ji bo wan gelek girîng e. Lewma zêde guh nadin gotinên li qadên hibijartinên tên gotin. Sedema vê bêbaweriyê jî desthilata 22 salan a AKP’ê ye.
Van rojan, şefê rêjîma tirk Erdogan û peyayên wî li meydanên hilbijartinê pesnê wê yekê didin ku wan çendî azadiya raman û çapemeniyê pêş xistiye. Lê ji dîroka desthilatdariya wan a 22 salên derbasbûyî diyar e bê çawa durûtiyê dikin. Bi vê siyaseta pûç û bêencam a ku bi salan e nayê guhertin hewil didin di vê hilbijartinê de jî gel bixapînin. Aliyên derew û xapandinê vê desthilata faşîst deşîfre dikin jî dibin hedefa wan. Ji bo vê jî dest bi girtina xebatkarên çalak ên kampanya hilbijartinê, parêzerên ji ewlehiya hilbijartinan berpirsiyar, rojnamegerên ku heqîqetê dighînin civakê, hunermendên ku bi şano û stranên xwe piştevaniya kampanya hilbijartinê dikin hate kirin.
Niha em bala xwe bidin derewên AKP’ê. Beriya hilbijartinê timî van derewan dikin. Dibêjin; “yên ku asîmîlasyon, înkar û qedexeyên li ser zimanê kurdî rakirin, em in. Yên aştî anîn welêt, şer û kuştinê bidawî kirin jî em in.” Lê gelo rastî ev e? Nexêr, rastî ew e ku, îro bi serdegirtina malan, careke din AKP durûtiya xwe nîşan da ku ew çendî dijî mafên mirovan in, çendî dijî azadiya raman in, çendî li dijî ziman û çanda kurdî ne.
Bê gûman ev êrişên li ser gelê kurd û ne ji xwe ne. Ji ber ku deshilata AKP-MHP’ê li ser têgeha dijkurd hatiye avakirin gelê kurd bi salan e rastî êrişên bi vî rengî tê. Ne li bakurê Kurdistanê tenê, Bakur û Rojhilatê Sûrî, Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medayayê jî di nav de li her derên ku kurd lêne bûne hedefa vê desthilata faşîst. Mînaka herî dawî em li Paytexta Fransa Parîsê jiyan. Li ber çavê cîhanê têkoşerên kurd ji aliyê vê desthilata ku xwe li ser dijminantiya kurdan ava kiriye hatin qetilkirin.
Tevî van kuştin, girtin û êrişan jî deshilata AKP-MHP’ê wekî ku qet tiştek nebibe, li saranserî Kurdistanê aramî û xweşî hebe, tê bajarên kurdan û doza dengan ji gel dike. Bi çi ruyî!? Deshilata ku di her firsetê de êriş dibe ser nirxên gelê kurd, ji goristanan bigire heya bajaran çi dikeve ber talan dike, ji siyasetmedaran bigire heya rojnamegeran her kesê ku doza azadî û demokrasiyê dike digire davêje zîndanan, dema mijar dibe hilbijartin bi hevkariya hin kesên xwe firotî mîna tiştek nebibe hewil dide xwe li ber dilê gelê kurd xweş û şîrîn bike.
Deshilata AKP-MHP’ê ya ku êdî nikare bi tu derew û soza gelê kurd bixapîne û deng ji wan bigire, hewil dide bi destê kontrayên mîna HUDA-PAR û xanedana malbata Barzanî hebûna xwe li ser civaka kurd ferz bike. Gelo ev çi aqil e ku xwe nêzî vê tifaqa ku li ser dijminantiya gelê kurd hatiye avakirin dibe. Dibe ku ew ne di ferqa vê debin lê gelê kurd û aliyên demokrasiyê ev lîstikên Elî-Cengiz ên dewleta tirk baş dizanin. Dizanin ku girtinên rojnameger, hunermend û siyasetmedaran ji bo ev alî li herêmê bêyî qirêjiyên wan bên dîtin û deşîfrekirin bi rehetî kar bikin. Ev jî dide diyarkirin ku desthilata faşîst a AKP-MHP’ê çiqas girîngiyê dide hilbijartinên 14’ê Gulanê. Sedema vê jî, ew baş dizanin ku ger di hilbijartinan de wenda bikin wê hemû qirêjiyên wan derkevin holê. Li Kurdistanê kiryarên wan ên derqanûnî û sûcên şer yek bi yek wê deşîfre bibin. Ji bo vê tifaqa AKP-MHP bi şirîkên xwe yên biçûk ên mîna PDK û HUDA-PAR ji bo di vê hilbijartinê de bi ser bikevin wê serî li her cure qirêjiyê bidin.
Di serî de gelê kurd, alîgirên azadî û demokrasiyê êdî di ferqa qirêjiyên vê desthilatê de ne. Dizanin dema ku ev desthilat teng dibe, bi êrişan hewil dide çavê civakê bitirsîne û bêdeng bike. Lê êdî ew dem derbasbûye, gel dizane çi dixwaze û doza çi dike. Lewma li himberî her cure êriş û tundiyê xwedî sekneke xurt û biwate ye. Mîna dayika Aklîme Hanas ku li himberî êrişên polîsên tirk digot: “li dijî faşîsmê serî hilde.”
Ji vî aliyî ve hilbijartinên 14’ê Gulanê pir girîng in. Bê gûman ne ji bo gelê kurd tenê, ji bo hemû gelên li Rojhilata Navîn ev hilbijartin xwedî weteyeke girîng in. Ger dawî li desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê were, wê dawî li dagirkerî û zordariya dewleta tirk were. Ji aliyêdin ve wê dawî li tecrîda li ser civakê were. Wê dawî li êşkence û tundiya li ser girtiyên siyasî were. Wê dawî li asîmîlasyona li ser çand, ziman û hebûna netewên li dinav Tirkiyeyê de dijîn were. Ji ber van sedema divê herkes dengê xwe bide xwe û xwe teslîmî vê desthilata faşîst neke.