13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Îdirê MHP’î jî dibêjin ku wê Partiya Çepên Kesk bi serkeve

Li bajarê Serhedê Îdirê, bayê serkeftinê ber bi Partiya Çepên Kesk ve ye. Kesên ku bi salan li bajar dengê xwe dane MHP’ê jî vî bayî hîs dikin û dibêjin ku wê Partiya Çepên Kesk her du parlamenterên bajar derbixe

Şopandina min a atmosfera hilbijartinên 14’ê Gulanê ya li bajarên bakurê Kurdistanê berdewam dike. Piştî Mêrdînê berê min li herêma Serhedê ye. Ji bo biçim Îdîrê rojek piştî berdana xwe ya binçavan ji Amedê diçim Wanê û ji Wanê jî bi komeke hevalên xwe yên rojnamegerên jin re derbasî Îdîrê dibim. Ji Wanê heta Îdirê em li 3 nuqteyên leşkerî tên rawestandin û piştî kontrolkirina nasnameyan rê ji me re tê vekirin. Li nuqteya leşkerî ya li çiyayê Tendurekê kuliyên berfê dibariyan û ji ber belekiyên berfê hewayeke gelek sar hebû.

Beriya ku qala atmosfera hilbijartinê ya li Îdirê û rewşa partiyên siyasî bikim, dixwazim destpêkê hinek der barê bajar û encamên hilbijartinên beriya niha de hin agahî parve bikim. Îdir ku aboriya wê li ser sewalkarî û çandiniyê ye ji kurd û azeriyan pêk tê. Li gorî daneyên dawîn 203 hezar û 594 kes li bajar dijîn. Li Îdirê 3 navçe û 3 bajarok hene û wê di 14’ê Gulanê de 133 hezar û 683 hilbijêr di 473 sindoqan de denge xwe bi kar bînin. Îdir jî yek ji bajarên bakurê Kurdistanê ye ku ji sala 2007’an ve partiyên li ser xeta HDP’ê parlamenter derdixin û dişînin parlamentoyê.

Her wiha ji sala 2009’an ve di hilbijartinên herêmî de jî partiyên li ser xeta HDP’ê li bajar bi serdikevin. Mehmet Nûrî Guneş ku di hilbijartina 2009’an de hat hilbijartin piştî çend mehan di sala 2010’an de hat girtin û şaredarî nekir. Herî dawî di hilbijartina 2019’an de jî Yaşar Akkûş û Eylem Çelîk weke hevşaredar hatin hilbijartin. Lê piştî salekê di 2020’an de ew jî ji peywirê hatin girtin û qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin.

Mitînga DEVA’yê

Niha jî dixwazim êdî ji we xwînerên rojnameya Xwebûnê re qala atmosfera hilbijartinê ya li bajar bikim. Piştî ku em di navçeyên Bêgirî û Ebexê yên Wanê û navçeya Bazîdê ya Agiriyê re derbas bûn gihîştin Îdirê. Çawa ku li bajar peya bûm min xwe di nav mitînga DEVA’yê de dît. Ji ber ku miting li ber buroya Partiya Çepên Kesk e hejmareke zêde guhdarên Alî Babacan hilbijêrên Partiya Çepên Kesk in. Dema ku miting bi dawî bû, di nav girseya ku Babacan oxir dikin de ciwanek bi dengekî bilind dibêje, ‘Bijî CHP, Bijî Kurdistan’.  Min jî xwe gihandê û ev pirs jê kir, ‘Xorto, te xêr e? Tu Babacan oxir dikî lê dibêjî Bijî CHP, Bijî Kurdistan.’ Li ser vê pirsa min ciwan ev tişt got: “Erê ma ev der ne Kurdistan e. Ji bo serkeftina Kiliçdaroglû dibêjim Bijî CHP. Ez HDP’î me.”

Di nav girseyê de min ji çend kesên din jî pirsa ku wê gelo dengê xwe bidin DEVA’yê kir. Ji bilî kesekî ku got, ‘wê roja ser sindoqê biryara xwe bide’ hemû kesên ku min pirs ji wan kir gotin ku ew hilbijêrê Partiya Çepên Kesk in. Kesê ku got, ‘wê roja ser sindoqê biryara xwe bide’ jî dema ku ez derbasî buroya Partiya Çepên Kesk bûm li buroyê bû û min vexwend çayê û henekê xwe bi min dike û dibêje, ‘biryara xwe daye’. Vê rewşê min şoq dike:)

Min hê vê şoqê derbas nekiribû bi bûyereke din a ku min şoq dike re rû bi rû mam; dibîhizim ku Serokê CHP’a Qersê Taner Toraman jî li heman buroyê rûniştiye. Dema rabûnê di nav derê buroyê de pêşî lê digirim û jê re dibejim, ‘Tu serokê CHP’ê yî û niha li buroya Partiya Çepên Kesk î’?  Ew jî dibêje, ‘Erê wê çi bibe? Ez ji bo mitînga Babacan hatim vir û ji bo nezaketê hatim buroya Partiya Çepên Kesk. Ji bo guhertina pergala vî welatî tişta pêwîst em ê bikin.”

‘Emcanên hilbijartinê diyar in’

Piştî van her du bûyerên ku ez şoq kirim bi Hevserokê HDP’ê yê Îdirê Yaşar Kalmiş re rûniştim. Kalmiş, rewşa wan a li bajar ji min re vedibêje û dibêje ku ji bilî wan hemû partî li Îdirê ji bo namzetê xwe yê rêza yekemîn têdikoşin û wiha pêde diçe: “Lê em ji bo namzeta/ê duyemîn jî têdikoşin û em bi hêvî ne ku bigirin. Namzetê DEVA’yê ku di CHP’ê hatiye nişandan dibe ku hinek deng ji me bigire lê wê bi sernekeve û em ê encam bigirin.”

Ji ber ku bajar bi piranî ji kurd û azeriyan pêk tê destpêkê li deverên ku hejmara kurdan li wan zêde ne digerim û piştre derbasî taxên azeriyan dibim. Li Îdirê ji Mêrdînê cudatir ji bilî buroyên Partiya Çepên Kesk li buroyên AKP-MHP’ê jî liv tevgereke zêde heye. Ji vê liv û tevgerê jî diyar e ku wê hilbijartina di navbera van her sê partiyan de derbas bibe. Ji gereka min li nav bajar kir têgihîştim ku wê Partiya Çepên Kesk li bajar bi serkeve û bi îhtimaleke mezin namzeta xwe ya duyemîn jî bişîne meclîsê.

Mîna Mêrdînê li Îdirê jî serî li rawestegeheke taxsîvanan didim û encamên hilbijartinê ji wan pirs dikim. Taxsîvan rengê dengê xwe bi van gotinan ji min re diyar dikin: “Encamên hilbijartinê diyar in. Em (Partiya Çepên Kesk) yekê rehet derdixin û ji bo ya duduyan jî dixebitin.” Piştî rawestegehê li nav bajar rastî komeke ciwanan a keç û xortan ku ji 7 kesan pêk tê têm. Her heft ciwan jî wê cara yekemîn dengê xwe di 14’ê Gulanê de bi kar bînin.

Ez dixwazim wêneyek wan bikişînim, lê naxwazin û ji min re dibêjin, ‘Em jî nizanin em ê çi bikin? Partiya me (Partiya Çepên Kesk) dibêje deng bidin Kemal Kiliçdaroglû, heke em deng bidin CHP’ê wê dengê me vala biçin. Ji ber vê sedemê me hê biryara xwe nedaye ku deng bidin Kiliçdaroglû. Lê em ê teqez deng nedin Erdogan’. Dema ku rengê dengê wan ê parlamentoyê pirs dikim jî ev bersiva weke sîleyekê didin min: “Ma me di serî de cihê vala got partiya me. Dengê me ji partiya me re ye.”

Azerî ji MHP’ê bêhêvî bûne

Li qada şaredariyê dikevim buroyên hilbijrtinê yên AKP û CHP’ê. Li her du buroyan jî hilbijêrên HDP’ê hene. Ji kesên ku li buroya AKP’ê rûniştîne re dibêjim, ‘Hûn li buroya AKP’ê ne lê dibêjin em ê deng bidin Partiya Çepên Kesk, ev çawa çêdibe’? Li ser vê gotina min kesek dibêje, ‘Em jixwe hatine vir bi Xwedê em kurd in û em ê dengê xwe bidin partiya xwe’. Li buroya CHP’ê rewş hinek cudatir e. Piraniya wan dibêjin wê dengê xwe bidin namzetê DEVA’yê yê di CHP’ê de hatine nişandan.

Ji vir derbasî kolana Cûmhûriyetê ku piraniya esnafên wê azerî ne dibim. Dema ku diçim dilê min lê dide û ji xwe re dibêjim, ‘Gelo dema bibêjim ji Amedê hatime wê çi bertek nîşan bidin’? Bi vê fikarê êdî li kolanê me û pirsa rengê dengê wan dikim. Ji ber ku di hilbijartina 2018’an de ji MHP’ê parlamenterek şandine meclîsê li bendê me ku bibêjin em ê dengê xwe bidin MHP’ê. Lê na li dijî MHP’ê gelek bibertek in û dibêjin ku wê her du parlamenterên Îdirê jî Partiya Çepên Kesk bigire.

Alîkarê Serokê MHP’ê yê berê ku naxwaze navê xwe bide, ji min re dibêje, ‘Qet meraq neke wê kirîvên te (Partiya Çepên Kesk) li vir bi serkevin. Ez di heyatê de deng nadim wan lê ew ê bi serkevin’. Dema ku ez jê re dibêjim, ‘tu çima wiha dibêjî, ma Partiya Çepên Kesk çawa dibe kirîvê min’? Ev bersiv dide, ‘Xwe di wir de vir de nebe û neyne ji axaftina te diyar e, tu ji wan î’.

Gelek azerî jî dibêjin ku ji ber kurd dengê xwe didin HDP’ê ew jî ji neçarî dengê xwe didin MHP’ê û wê di vê hilbijartinê de li şûna MHP’ê dengê xwe bidin namzetê AKP’ê. Min hişyar dikin û dibêjin, ‘Şaş neyê fêmkirin em ê deng nedin AKP’ê, bidin namzetê wê. Siyaseta Bahçelî ya li Enqerê gelek şaş e. Di  hilbijartina Serokkomariyê de jî em ê dengê xwe bidin Kemal Kiliçdaroglû’.

Hûn: Eleqeya ciwanan zêde ye

Piştî vê gera xwe ya li nav bajar berê xwe didim buroyeke din a hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk. Li buroyê Hevşaredara Bajaroka Xelfeliyê Aliye Akkûş min pêşwazî dike û pê re li ser rewşa bajar diaxivim.  Akkûş, bi kurtasî ev tişt gotin: “Li navenda bajar û gundan em li pêş in. Li navendên navçeyên Aralix û Karakoyûnlûyê û bajaroka Melekliyê AKP-MHP jî xurt in. Lê em li derê herkesî didin û em ê her du parlamenteran bişînin meclîsê.”

Berê êvarê li du taxên bajar şahiyên Partiya Çepên Kesk hene û ez tev li wan dibim. Di şahiya taxekê de ciwanekî milê wî şikandî û di alçiyê de serê govendê digerîne. Ciwan pirsa min a “Ma milê te naêşê?” wiha di bersivîne: “Êşa çi, îro baştir bûye.” Di şahiyan de ji bo namzetê Partiya Çepên Kesk Yilmaz Hûn coşeke mezin heye û jin eleqeyeke zêde nîşanî wî didin. Yilmaz di şahiyan de axaftin dike û bertek nîşanî polîtîkayên AKP-MHP’ê yên li dijî kurdan dide û bi vê sedemê daxwaza dengan ji niştecihên taxan dike. Ji ber ku namzeta jin Aysel Aras ji bo bernameyekê ne li bajar e, ew tev li şahiyan nabe.

Piştî şahiyan bi Hûn re li ser atmosfera hilbijartinê ya li bajar diaxivim. Hûn jî mîna gelek îdiriyan ji bo derxistina her du parlamenterên bajar bi hêvî ye û dibêje ku tevî zextên polis û leşkeran jî eleqeyeke zêde ya ciwanên Îdirê ji bo wan heye û ev tişt tîne ziman: “Serê pêşî ji ber zextan, jin û ciwanan hinek xwe dûrî me digirtin lê di rojên dawîn de ev rewş ji holê rabûye û em ê li dijî zalim û dizekan bi serkevin.”

Herî dawî vê bibêjim; her çiqas li bajar eleqeyek ji bo AKP-MHP’ê jî hebe, wê li bajar Partiya Çepên Kesk bi ser bikeve. Kesên ku berê dengê xwe dane MHP’ê jî vê rewşê dibin û bi awayekî aşkera tînin ziman.