Têgîna şîdeta epîstemîk (zanyariya zanînê) tê wateya şîdeta bi riya zanînê û di çarçoveya mafê hilberîn, belavkirin û naskirina zanînê de tê bikaranîn. Bi giştî ev têgeh îstîsmarkirin an jî tunehesibandina çavkanî û zanînên derveyî ewro-navendî pênase dike. Bi taybetî, femînîstên ji başûrê Cîhanê û jinên bi tecrubeyên zordestiya nijadperestiyê re rû bi rû mane, dûrxistina xwe ya ji zanînê bi şîdeta epîstemîk û bi vî awayî bi kolonyalîzmê û bi serdestiya mêrên spî ve girê didin. Helwestên kolonyal di şîdeta epîstemîk de, ku nêrîna mêrê spî wekî tekane perspektîfa zanîna rewa bi nav dike, roleke bingehîn dilîze.
Teoriya femînîst rexnekirina zanîn û zanista hegemonîk ji perspektîfeke civakî digire dest, ev kevneşopî bingeha xwe ji têkiliya femînîzmê bi tevger û tekoşînên civakî digire. Di vê çarçoveyê de, teorîsyenên femînîst şîdeta epîstemîk destpêkê ji perspektîfa kesên ku jê bandor bûne dinirxînin û ya duyemîn jî şert û mercên sosyo-epîstemîk ên “pratîkên (bê)dengkirinê û (ne)bihîstinê” digirin ber çavan.
Ji ber ku zanîn û epîstemiyên ne ewropî “biyanî” û “egzotîk” tên hesibandin û di nav qanûna zanînê ya sazkirî de cih nagirin, zanîna wan kêm tê dîtin û bandora wan a civakî tê nedîtîkirin. Û ya duyemîn jî, çarçoveyên dîrokî yên van nêzîkatiyan ku temenên hin ji wan ji têkoşîn û teoriyên femînîst ên rojavayî dirêjtir in, bi piranî tên paşguhkirin
Her wiha pejirandina têgehên Ewropa yan jî Amerîkaya Bakur ên wekî kategoriya “zayend”- weke termên gerdûnî yên derbasdar û îdiaya ku têkiliyên zayendî li çaraliyê cîhanê rave dike, bi gelek awayan hat rexnekirin û analîzkirin. Di vê çarçoveyê de, femînîzma reş û bi taybetî teorîsyenên femînîst ên nespî û nerojavayî yên ji başûrê cîhanê û jinên (tekoşînên) ku bi zanebûn xwe weke “femînîst” pênase nakin, vê kategoriya zayendî ya gerdûnî, “xwişkitiya gerdûnî” û “çalakiyên kolektîf li dijî baviksalariya gerdûnî” red kirin. Analîza wan a herî girîng di vî warî de ew bû ku gotin, ev gerdûnîkirin serweriya teoriya ewronavendî re dibe alîkar û wê xurt dike.
Tunehesibandin an jî piçûkdîtina epîstemiyên xwecihî û bi taybetî jî ya jinan bû sedem ku ev zanîn ji dîrokê û ji dema niha hatin qewitandin. Lê ev tunehesibandin pirî caran bi hegemoniya ewropî û zilamên spî û rojavayî re sînordarkirî nema. Dema jinên ji başûrê cihanê rexne li femînîstên rojavayî kirin, gotin ku em weke civak, tevî jin, mêr û zarokan tên mêtîngerkirin; lewma jî em tevî hemû endamên civaka xwe li hemberî mêrê serdest şer dikin, pirî caran difikirîn û pirî caran jî wiha bû- ku wê mêrên bindest ên civaka wan jî heta dawiyê bi wan re be. Lê wisa nîn bû û wisa jî nebû. Wekî rexneya “xwişkitiya gerdûnî” diviyabû “xwişkûbiratiya xwecihî” jî ji nû ve bê şîrovekirin. Weke rexneya li ser kategoriya hevpar a “zayendê”, kategoriya hevpar a “bindestiyê” jî têra xwe bi pirsgirêk e, taybetî jî dema bindest ji serdestan re dibin berdest.
Teorîsyenên mêr ên dekolonyal şîdeta epîstemîk bi gelek awayan analîz kirin lê lingê wê yê ji perspektîfa jinan kêm mabû. Teorîsyenên jin ên dekolonyal bi analîzên xwe yên li ser têkiliya kolonyalîzmê û mêtîngerkirina zanîna jinan aşkere kirin û ev ling temam kirin. Tiştê ku kêm mabû analîzkirina hevkariya zanyarên xwecihî û zanyarên ewropî bû. Hîn lêkolîn balê dikişînin ser hevkariya mêrên xwecihî ku dema mêtînger tên ser axa wan, ew wekaletê digirin ser milê xwe. Û ev wekalet gelek caran li hemberî jinan û li hemberî xwezayê tê bikaranîn. Heman tiştî hîn zanyarên mêr ên xwecihî jî şopandin û wekaleta zanista ewronavendî û serdest girtin ser milên xwe. Lewre jî çavgirtin û çavberdana zanyarên xwecihî ji zanînên jinan re bi qasî kolonyalîzmê kevin e.
Ev yek hişt ku ev serdestên ji malê zanînên jinan bikin aîdê xwe û îstîsmar bikin. Bandora şîdeta epîstemîk ji ber vê yekê bi bakur û başûrê cihanê re sînordar nîn e û navxweyî ye jî. Zanist weke fenomeneke rojavayî dîtin, girêdayî vê zanista rojavayî pêşketî dîtin, dîsa girêdayî vê zayenda mêr di vî warî de weke otorîte dîtin, di mînaka zanyarên xwecihiyan de dibe prototîpeke xirab û kuşpen e.