12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê

Karker û kedkaran di pîrozbahiya 1’ê Gulanê daketin qadan û dengê xwe li dijî desthilatê bilind kirin û helwesta xwe ya di hilbijartinan de anîn ziman ku ew alîgirên demokrasiyê ne

1’ê Gulanê Roja Yekîtî, Têkoşîn û Piştevaniyê li bajarên Wan, Dêrsim, Êlih, Amed, Stenbolê, Edene, Îzmîr û gelek deverên din ên Tirkiye û bakurê Kurdistanê bi meş û mitîngan hat pîrozkirin.

Di pîrozbahiyên ku bi sed hezaran kes beşdar bûn de dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” “Çapemeniya Azad bêdeng nayê bêdengkirin”, “Bijî 1`ê Gulanê”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Dê roj were, dewran vegere, AKP hesabê bide gel” û “Jin jiyan azadî”  hatin berzkirin û pankartên mîna “Ji bo heman kar heman heqdest”, “Li dijî şer û kedxwariyê bijî 1 Gulan”, “Di bin kavilan de pergala kapîtalîst heye, di pêşerojê de em hene”, “Aştî, edalet, azadî bijî sosyalîzm” û bi 4 zimanan jî pankartên “Bijî 1`ê Gulan” hatin bilindkirin.

Di meş û mîtîngan de Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) hatin organîzekirin û rêveberên sendîkayên hiqûqê, odeyên bijîşkan, Yekîtiya Odeyên Endezyaran, Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyaran a Tirkiyeyê (TMMOB), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Çepên Kesk jî beşdar bûn.

Li Şirnexê bi tevlibûna Hêzên Ked û Demokrasiyê 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran hate pîrozkirin. Pîrozbahiya ku li ber avahiya KESK’ê hate lidarxistin Partiya Çepên Kesk, CHP, Partiya Pêşerojê lê amade bûn. Pêşiya pîrozbahiyê kedkar û partiyên siyasî bi kortejvê ber bi avahiya KESK’ê ve meşiyan. Di meşê de pankarta “Bijî 1 Gulan” hate vekirin.

Daxuyaniya hevpar a kedkaran ji aliyê Hevserokê Şaxa Genel Îş a DÎSK’ê yê Şirnexê Ayhan Ergen ve hat xwendin. Ergen, binpêkirina keda kedkaran destnîşan kir û got ku li dijî hişmendiya ku kedê paşguh dike û îstîsmar dike ew ê têkoşîna xwe mezintir bikin.

‘Em ê têkoşîna xwe bidomînin’

Hevseroka Şaxa ÎHD’a Şirnexê Esîn Yilmaz jî bal kişand ser binpêkirina mafên hêzên demokrasîxwaz û ev tişt got: “Şerê çekdarî ku zêdeyî 40 sal in ji ber polîtîkayên tundiyê yên li ser pirsgirêka kurd berdewam dike, tê wateya ku nanê karkeran biçûk dibînin. Ji ber krîza giran a aborî û bêkariyê şert û mercên kar girantir dibe. Mixabin, Tirkiye di warê kuştinên karkeran de yek ji welatên pêşeng e. Karker û sendîkayên ku li dijî van binpêkirinan û rewşa giran têdikoşin rastî zextan tên, tên darizandin û girtin. Rojnamegerên ku rewşa aborî ya giran radigihînin tên darizandin û girtin. Parêzer û parêzvanên mafên mirovan ên ku li dijî van zextan derdikevin jî rastî zextan tên, tên darizandin û girtin. Çalakger û siyasetmedarên ku di van mijaran de têdikoşin rastî zextan tên û tên girtin. Heta hemû zext û binpêkirinên mafan bi dawî bibin û mafên karkeran bi dest bikevin em ê têkoşîna xwe bidomînin”

‘Wê keda me bi ser bikeve

Namzeta Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Newroz Ûysal, jî bal kişand ser polîtîkayên desthilatê yên li ser karkeran û wiha got: “Daxwazên we, xwestekên we yên me ne. Em li dijî binpêkirina mafan e, em li dijî nedîtina keda jinan e. Di seranserê cîhanê de tekoşîna herî bingehîn tekoşîna kedkaran e. Divê em bi tekoşîna xwe bersivê bidin pergala kapîtalîzmê ya ku tune dike. Erê, li dijî partiya me û kedkaran êriş hene, lê ya ku serbikeve keda me ye, têkoşîna me ye. Heta ku têkoşina me encamê bigire em ê têbikoşin.”

Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Şirnexê Zekî Îrmez jî bi lêv kir ku ew weke kedkarekû ku bi KHK’ê hatiye îxrackirin, dê di Meclisê de bibe dengê karkeran.

Di pîrozbahiyê de dirûşmeya “Roj dê bê, dewran bizivire û AKP hesab bide gel” hate berzkirin.

Pîrozbahiya li Stenbolê

Li Stenbolê bi pêşengiya Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB), Yekitiya Hekîmên Diranan (TDB) û Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) mitînga 1’ê Gulanê tê lidarxistin. Mitîng bi beşdariya hêzên ked û demokrasiyê, Partiya Çepên Kesk li Qada Maltepeyê tê tê lidarxistin.

Mitîng bi dirûşmeya “Ked a me ye, siberoj a me ye” pêk tê û piştî meşê bi deh hezaran karker û kedkar li qadê kom bûn. Bi deh hezaran karker û kedkar bi pankartên daxwazên wan li serê ye ketin qadê.

Pîrozbahiya li Îzmîrê

Li Qada Gundogdûyê ya Îzmîrê bi beşdariya hezaran kes 1’ê Gulanê hat pîrozkirin û dirûşma “Tayîp wê biçe ev kar wê biqede” hat berzkirin.

Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê li Qada Gundogdûyê ya Îzmîrê mitînga 1’ê Gulanê Cejna Karkeran li dar xist û rojê pîroz kir. Ji Lîmakê, Borsa û Qada Basmaneyê bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl heta Qada Gundogdûyê meş hatin lidarxistin. Di meşê de pankartên parastina kedê hatin hildan û dirûşm hatin berzkirin.

Mêrsin

Li Mêrsînê 1’ê Gulanê Roja Cejna Karkeran bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê hat pîrozkirin. Nûnerên rêxistinên partiyên siyasî û pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê beriya pîrozbahiyê li ber Stada Kevn a Tevfîk Sirri Gur kom bûn û heta cihê pîrozbahiyê ya li Qada Cumhuriyetê meş li dar xistin. Meş bi coş û kêfxweşiyek mezin hat lidarxistin. Di meşê de pankart hatin vekirin û dirûşmên wek “Jin jiyan azadî”, “Hezar silav li Îmraliyê be” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.

Edene

Sendîkayan û saziyên sivîl li Edeneyê jî li Parka Bayrakli 1’ê Gulanê pîroz kirin. Bi hezaran karker tev li şahiyê bûn. Karkeran di mitîngê de daxwazên xwe anîn ziman û soza têkbirina îktidarê dan. Serokê GiştÎ yê Turk-Îşê Ergun Atalay di mitîngê de axivî û xwest pirgirêkên karkeran demildest werin çareserkirin.

Mêrdîn
Bi boneya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran li Mêrdînê jî meş û şahî hatin lidarxistin. Pîrozbahî bi pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê hat lidarxistin. Beriya pîrozbahiyê parêzerên girêdayî Baroya Mêrdînê, endamên KESK’ê, TMMOB, Odeya Bijîşkan a Mêrdînê (MTO) li pêşiya avahiyên xwe kom bûn. Meş ji baskên cuda ber bi Parka Karayollariyê ve hate lidarxistin û girse li ser Cadeya Mehtapê hate ba hev. Baskên meşê yên Partiya Çepên Kesk, CHP û TÎP’ê jî ji pêşiya avahiyên partiyên xwe ve ber bi Parka Karayollariyê ve meşiyan.
Baskên meşê li qada pîrozbahiyê ya li Parka Karayollariyê gihiştin hev. Di meşê de pankart hatin vekirin û dirûşm hatin berzkirin. Piştre jî girseyê xelekên govendê gerandin. Girseyê dirûşmên weke “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Dê roj were, dewr biguhere û AKP hesabê bide gel” hatin berzkirin. Di dovîzên hatin amadekirin de jî daxwazên karker û kedkaran hatin vegotin. Piştre jî ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de û qurbaniyên erdhejê rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê, daxuyaniye hevpar hate xwendin.
Dîlok 
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Dîlokê jî bi dirûşma “Li dijî hilweşîn, bêkarî û xizaniya kapîtalîst em bibin yek” li Parka Kirkayak a li navçeya Şahînbeyê pîrozbahî hate lidarxistin. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Dîlokê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û endam û rêveberên gelek komeleyan jî bi kortêjan ketin qada pîrozbahiyê. Parka pîrozahiyê tije bûbû û pankartên “Em perwerdeya cemawerî, bêpere, laîk, zanistî û bi zimanê dayikê dixwazin”, “Li dijî kedxwarî, xizanî û faşîzmê; ji bo ked, aştî, wekhevî û azadiyê bijî Yekê Gulanê” û “Na ji êrişkariya mêtingeriyê, dagirkerî û şer re” hatin daliqandin. Beşdaran dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Em ê bi yekitiyê bi ser kevin”, “Em dixwazin weke mirovan bijîn”, “Jin, jiyan, azadî”, “Serkeftin dê ya kedkarên berxwedêr be”, “Bijî Yekê Gulanê” û “Na ji şer re, aştî a niha” hatin berzkirin. Di heman demê de dovîzên “Dawî li yekzilam bîne, deng bide Çepên Kesk”, “Bijî şoreşa sosyalîzmê” û “Azadî ji bo xweza, zanist û mirovan” hatin hilgirtin.

Sêrt
Li Sêrtê jî karker û kedkaran di çarçoveya 1’ê Gulanê de li pêşiya avahiya Platforma Şaxa KESK’ê hatin ba hev. Karker û kedkarên bi pêşengtiya Komîteya Amedkar a 1’ê Gulanê ku rêxistinên civaka sivîl ên bajar jî di nav de bûn hatin ba hev, xwestin bi pankart û pêşmalkên li xwe kirin ber bi Qada Demokrasiyê ya navenda bajar ve bimeşin. Lê karker bi hinceta biryara qedexeyê ya ji bo 4 rojan a Walîtiya Sêrtê hatin astengkirin. Piştî ku meş ji hêla poîsan ve hate astengkirin, karkeran li pêşiya avahiya şaxê çalakiya rûniştinê li dar xist. Di çalakiyê de pankarta bi sê zimanan a “Bijî Yekê Gulanê” hate vekirin û girseyê bênavber dirûşmên “Berîqetan ne li pêşiya kedkaran lê li pêşiya çeteyan deynin”, “Dê roj were, dewran dê biguhere û dê AKP hesabê bide gel” hatin berzkirin.
Îdir 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Çepên Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li Îdirê bi boneya 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cihanê meşek li dar xistin. Meş li ber Buroya Hilbijartinê ya Jinan dest pê kir û li ber buroya hilbijartinê ya Zagrosê bi dawî bû. Di meşê de pankarta “Bi jina azad, ber bi civaka azad ve” hat vekirin û dowîzên “Faşîzmê têk bibin, Tecrîdê bişkînin”, “Wê zarokên ‘AK’ winda bikin, zarokên birçî serbikevin” hatin rakirin. Her wiha dirûşmeyên “Bijî yêk gulan”, “Em ê bi berxwedanê serbikevin” hatin berzkirin. Piştî meşê li ber buroya hilbijartinê ya Zagrosê daxuyaniyek hat dayîn.
MELETΠ
Li Meletiyê bi Pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Meletiyê ve li ber Navenda Gel a Perwerdehiyê ya navçeya Batalgazî 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkarên Cihanê hat pîrozkirin. Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Meletiyê li avahiya xwe ya navçeya Yeşîlyurtê bi korteje heta qada pîrozbahiyê bi berzkirina dirûşmeyan meşiya. Her wiha Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Wanê Sezayî Temelî jî tev li pîrozbahiyê bû.
Di meşê de dirûşmeyên, “Jin jiyan azadî, “Bijî yekê Gulanê” “Em li vir in em ê biguherînin” hatin berzkirin. Korteja Partiya Çepên Kesk û Platforma Ked û Demokrasiyê ya gihîştin hev û piştre jî girse bi kortejan heta Navenda Perwerdehiyê ya Gel a navçeya Batalgazî ku pîrozbahiya 1’ê Gulanê hat lidarxistin meşiya.
Berdevkê KESK’ê yê Meletiyê Huseyin Akdemîr di destpêkê de axivî û anî ziman bandora erdhejê ji ber polîtikayên desthilatê yên rantê mezin bûye û ew ê hesab ji yên bûne sedema vê karesatê bipirsin.
Piştrê jî nûnerê BirTek Senê Ozkan Zulfukar axivî û bal kişand ser kuştina karkeran û kedxwariyê.
Serokê CHP’ê yê Meletiyê Bariş Yildiz, Serokê Partiya Kedê yê Meletiyê Şerîf Demîrel, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Meletiyê Faruk Sogut jî axaftinên kurt kirin û li dijî polîtîkayên desthilatdariyê banga têkoşîna yekbûyî kirin.
Colemêrg 
Platforma Şaxên KESK’ê yên Colemêrgê, Lijneya Koordînasyona Bajar a TMMOB’a Colemêrgê, yekitiya Odeyên Esnaf û Zinaetkaran a Colemêrgê, Genel-Îş, ÎHD û Şaxa OHD’a Colemêrgê jî bi boneya 1’ê Gulanê konserek li dar xist. Çalakî li Baxçeyê Mînî Kent Kir a li Taxa Daggolê hate lidarxistin. Di çalakiyê de pankartên “Em bi azadiya demokratîk ve jiyana nû ava dikin”, “Bijî Yekê Gulanê”, “Em ê bi hev re biguherînin” û “Parastin dê serî netewîne” hatibûn daliqandin. Partiyên siyasî yên bajar jî tev li çalakiyê bûn û dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin”, “Parastin nayê bêdengkirin”, “Bjiî Yekê Gulanê” û “AKP dê têk biçe, diz dê hesabê bidin gel” hatin berzkirin. Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir.
Nûnerê DÎSK’ê yê Colemêrgê Halûk Duran di çalakiyê de axivî û wiha got: “Em ê bi biryardarî li dijî tarîtiya li ser gelên Tirkiyeyê têbikoşin. Hewcehiya me tevan bi rêveberiyeke li gel wekhevî, demokrasî û kedê heye. Ji bo pêkanîna vê jî 14’ê Gulanê firsendeke dîrokî ye. Em ê di vê mijarê de berpirsyartiya xwe pêk bînin.”
Serokê Şaxa Egîtîm Senê yê Colemêrgê Mûrat Balikesîr jî diyar kir ku îktîdara AKP-MHP’ê hewl dide bi polîtîkaya înkar û neçareserkirina pirsgirêka kurd hebûna xwe bidomîne û wiha pê de çû: “Ji bo parastina berjewendiyên xwe dixwazin avadaniyên tarî û milîtarîst her tim bidomin. Lê dê têkoşîna ked û demokrasiyê van hewldanan vala derxîne.”
Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Colemêrgê Onur Duşunmez jî di çalakiyê de wiha axivî: “Piştî ku ev pergala talanker, rantxwir û xwedî polîtîkayên qirêjî têk çû, em ê bi hev re govenda herî xurt a azadiyê bigerînin.”