Rojnameger Dîcle Mûftûoglû têkildarî êrişên li ser çapemeniyê axivî û wiha got: “Her kes girîngiyeke mezin dide hilbijartinên 14’ê Gulanê û wekî têkçûna îktîdarê dibîne. Rojnamegerên ku wê rastiya wê derxînin holê hedef digire. Dema em lê dinêrin, dibînin ku ev operasyon, darbeyeke hilbijartinê ye.”
Gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo diyarkirina îktîdarê di 14’ê Gulanê de dê biçin ser sindoqan. Desthilata AKP-MHP’ê ji bo îktîdara xwe bidomîne di nava hewldanên qirêj de ye. Di aliyekî de bê ser û ber êrîşî Partiya Çepên Kesk dike û li aliyê din jî operasyonên qirkirinê pêk tîne. Di qonaxeke ku gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ber bi hilbijartinên ve diçin de zextên li ser çapemeniyê û civakê jî zêdetir bûn.
Di çarçoveya van zextan de li ser lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê û bi biryara binçavkirinê ya 3’yemîn Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Amedê, polîsan li 21 bajaran bi ser gelek malan de girt. Ji 216 kesên di nava wan de rojnameger, hunermend, parêzer û sendîkager jî di nav de bi giştî 128 kes hatin binçavkirin. Têkildarî zextên li ser çapemeniyê em bi Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê Dîcle Muftuoglû re axivîn.
Zextên li ser çapemeniya kurd her tim didomin. Gelo li gorî bi van êrîşan çi tê mebestkirin?
Di esasê xwe de li welatên ne demokratîk ên weke Tirkiyeyê êrişên li dijî çapemeniyê gelek zêde ne. Li gorî daneyan; di mijara azadiya çapemeniyê de di rêza herî dawî de cih digire. Ji roja damezirandina Tirkiyeyê heta niha li dijî çapemeniya kurdî her tim êriş hatine kirin. Binpêkirinên li dijî çapemeniyê bi taybet jî ji salên 90’an heta niha bê navber didomin. Wê demê kî biaxiviya, daxwaza hebûna gelê xwe bikira û rojnamegerên ji bo vegotina rastiya wan têdikoşiyan û her tim binpêkirin dinivîsandin, her gavê bi van êrişan re rû bi rû man. Di salên 90’an de ji qetilkirinan heta bombekirin, windakirin û hêj gelek tiştên din, hatin jiyandin. Bi taybetî zextên li ser çapemeniya kurdî, ji feraseta rejîma yekperestiyê tê fêmkirin. Dikarim bibêjim ku ev feraset ji damezirandina komarê heta niha didome.
Li gorî daneyên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê hejmara rojnamegerên girtî çiqas e û hewldanên wê yên ji bo wan çi ne?
Komeleya me 3 sal berê hate avakirin lê di esasê xwe de xwedî kevneşopiyeke kevn e. Ji avakirina komeleyê heta niha em li Tirkiyeyê ji bo azadiya çapemeniyê û azadiya xweîfadekirinê têdikoşin. Di heman demê de em hem binpêkirinên li hemberî rojnamegeran û hem jî xebatên xwe dikin rapor. Hem raporên mehane û hem jî yên salane tên amadekirin. Carnan jî li gorî rewşê tên dayîn. Li gorî daneyên rapora me ya meha adarê; 87 rojnameger girtî ne. Bi raporên xwe em hewl didin raya giştî ji van binpêkirinan haydar bikin û bi têkoşînêke hevpar azadiya çapemeniyê cih bi cih bikin.
Di rapora xwe de hûn cih didin şert û mercên rojnamegerên girtî jî yan na?
Em doza rojnamegerên girtî dişopînin. Em bi rojnamegerên girtî ku ji azadiya xwe hatine mehkûmkirin re di nava piştevaniyê de ne. Ji hêla hiqûqî ve jî em bi riya parêzeran di nava piştevaniyê de ne. Raporên me tenê bi daneyên girtinê re bisînor nîn in. Di heman demê de em binpêkirinên li hundir jî dikin rapor. Di vê mijarê de xebatên me yên taybet jî hene. Di vê çarçoveyê de carinan em ji rojnamegeran re nameyan dişînin û carinan jî bi riya parêzeran hewl didin şert û mercên wan hîn bibin. Lê name jî nagihijin ber destê wan. Em di nameyan de rewşa doza wan, şert û mercên wan û binpêkirinên lê rast tên dipirsin. Gelek caran ew bixwe jî binpêkirinên giştî yên li girtîgehan dinivîsin. Em jî van agahiyan tevekan dikin rapor û bi zimanên kurdî, tirkî û inglîzî diweşînin. Li ser malpera me ji bo rojnamegerên girtî quncikek hatiye veqetandin. Di vê quncikî de jî em nameyên rojnamegeran şandine diweşînin.
Di operasyona binçavkirinê ya dawî de gelek kes hatin binçavkirin. Li gorî we di qonaxeke wiha de îktidarê çima êrişeke wiha kir?
Ji bo mirov antîdemokratîkbûna Tirkiyeyê hîn bibe; tenê li zext û êrişên ser çapemeniyê binêre bes e. Gelemperî ji ber nûçeyan û parvekirinên li ser medyaya dijîtal, der heqê rojnamegeran de doz tên vekirin, tên girtin û gef lê tên xwarin. Gelemperiya van jî rojnamegerên kurd in. Dema em li van xebat û nûçeyên rojnamegeran dinêrin; dibînin ku desthilatdariyê aciz dikin. Nûçeyên têkildarî qeyûman û xebatên wan, nelirêtiyên ku desthilatdarî dike, nûçeyên têkildarî îstîsmarkirina zarokan a li terîqetan, tacîz, tecawiz, sûcên dewletê û hwd. desthilatdariyê aciz dikin. Her çend ku dewlet qebûl neke jî, li Tirkiyeyê şer heye. Bi şerekî wiha re êrişên li dijî gelê kurd zêde dikin. Vegotin û nivîsandina van qewimînan jî peywira rojnamegeran e. Ji ber ku vê peywira xwe pêk tînin jî dibin hedef. Operasyona dawî jî yek ji van mînakan e.
Her kes girîngiyeke mezin bi hilbijartinên 14’ê Gulanê dide û desthilatdarî têkçûna xwe tê de dibîne. Lê ji bo hebûna xwe bidomîne, di nava hewldanan de ye. Operasyona dawî ya binçavkirinan jî yek ji van gavên desthilatdariyê bû. Her kes pê dizane ku gelê kurd di hilbijartinê de diyarker e. Lewma siyasetmedarên ku di vê qadê de dixebitin, parêzerên ku kurdan û sindoqan diparêzin, rojnamegerên ku wê vê tabloyê raxin ber çavan û hunermendên zimanê gel in û hewl didin çanda gel bidin jiyandin hatin hedefgirtin. Dema em lê dinêrin, dibînin ku darbeyeke hilbijartinê ye. Bi vê operasyonê dixwazin mudaxaleyê hilbijartinê bikin. Hem ji bo ewlehiya hilbijartinê û hem jî ji bo azadiya xwedîfadekirinê divê her kes li dijî van êrişan derkeve.
Weke hûn jî dizanin demek berê “Qanûna Dezenformasyonê” ketibû meriyetê. Pêvajoya erhejê de OHAL hat îlankirin. Hûn êrişên dawî çawa dinirxînin?
Rewşa azadiya çapemeniyê û xweîfadekirinê ya li Tirkiyeyê her ku diçe xirabtir dibe. Weke rojnameger û rêxistinên pîşeyî em êdî nikarin karê xwe bikin û her nûçeyên ku em çêdikin jî dibe mijara sûcdarkirinê. Qanûna dezenformasyonê ku desthilatdarî wisa jê re dibêje lê em jê re dibêjin qanûna sansûrê, hate derxistin. Desthilatdarî îdia dike ku bi vê qanûnê re li dijî gotin, agahî û nûçeyên dezenformasyonê şer dikin. Lê em dibînin ku her peyva ku bi xweşiya deshtilatdariyê neçe weke derew tê hesibandin û tiştên ew dibêje esas tên girtin. Bi vê qanûnê re hewl dide berdevkiya çapemeniyê bike. Lê em dibînin ku çapemeniyên din ji xwe berdevkiya desthilatdariyê dikin. Weşanên wan, sernavên wan, manşetên wan û hemû hewldanên wan di çarçoveya polîtîkaya îktidarê de ne. Di erdhejê de hewl dan rastiyê berevajî bikin.
Bi vê erdhejê re rastiya dewletê hîn şênbertir bû. Xemsariya wan jî bes nekir ku îcar OHAL ragihandin. Gel jî li dijî sersarî, terkexemî, nêzikatî û mudaxalenekirina îktîdarê pir aciz bû. Ji bo ku rê li ber van bertekan bigirin jî OHAL weke amûrekê bi kar anîn. Bi OHAL’ê re xebatên rojnamegeran hatin astengkirin. Li gelek bajaran atestasyon xistin dewrê û rojnameger ji bo şopandina herêmê neçar man ku ji walîtiyê destûrê bixwazin. Ji hêla pîşeyî ev yek nayê qebûlkirin. Li ku derê bûyerêk çêbibe divê rojnameger li wir be. Ev peywira rojnamegeran e. Pêwîst nake ku rojnameger ji cihêkî destûrê bixwazin. Lê di vê pêvajoyê de gelek rojnameger hatin binçavkirin, girtin, dest danîn ser ekîpmanên wan, xebatên wan hatin astengkirin û rastî êrişan hatin. Bi ser re giştînameyek weşandin û diyar kirin ku rojnamegerên ku qertên wan ên turkuazê tune dê nekarin bixebitin. Der heqê kesên qertên nêzî rengê wê bi kar tînin jî bi hinceta sextekariyê doz hatin vekirin. Bûyerên wiha gelek qewimîn û 4 rojnameger hatin binçavkirin. Operasyona dawî jî parçeyeke wan e. Ji bo hilbijartinê demeke kin maye û îktidar di nava tengasiyeke mezin de ye. Naxwaze ev rewş bê dîtin û bertekên li dijî wan zêde bibin. Lewma operasyoneke wiha dan destpêkrin. Dixwazin karê rojnamegeriyê asteng bikin û çavên rojnamegeran bitirsînin. Em bi vî awayî dinirxînin.
Heke gotineke we ya dawî hebe…
Divê tu kes li hemberî operasyona li Amedê bêdeng nemîne. Em dixwazin her kes ji bo parastina rojnamegeriyê, ji bo azadiya xweîfadekirinê û ji bo her kes bi awayekî azad propagandaya hilbjartinê bike, ji bo her kes bi awayekî azad dengê xwe bide, piştgiriyê bidin. Di salên 90’an de rojnameger hatin qetilkirin lê peyrewên wan ji bo heqîqetê dîsa li ber xwe dan û di riya heqîqetê de meşiyan. Em vê têkoşîna heqîqetê esas digirin. Tişta ku hêzê dide me jî ew e û mafdariya me ye. Bi vê mafdariya xwe em ê bi ser bikevin.
Dîcle Mûftûoglû kî ye?
Dîcle Mûftûoglû nêzî 15 sal in rojnamegeriyê dike. Di Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) û Dîhaberê de Midûra Karên Nivîsan bû. Niha jî di Ajansa Mezopotamyayê (MA) de edîtoriyê dike. Di heman demê de Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ye.