Her hilbijartin bi xwe re şans û bêşansiyên nû tîne. Di esasê xwe de jî meseleya hilbijartinê meseleya tercîhan e. Mirov di nav hinek vebijêrkan de mecbûr e ku tercîhan bike. Tercîh bixwe di fîlozofiya bûneweriyê de sedema heyîna mirovan ango mirov bi tercîhên xwe heyî dibin.
Helbet tercîhên fîlozofiyên bûneweriyê takekesî ne lêbelê tercîhên di hilbijartinan de tevî ku takekesî ne jî lê bi tercîhên girseyê ve jî girêdayî ne. Girse/kîtle an jî piranî kîjan siyasetmedarî/partiyê tercîh bike, bandora li tercîha takekes jî dike. Divê ev jî bê diyarkirin ku her mirov ji tercîhên xwe berpirsiyar e û di heman demê de jî ji encamên tercîhên xwe jî berpirsiyar e. Sermeselê li Almanyayê Hîtler bi tercîh û hilbijartina civakê hate ser kar û di wê pêvajoyê de bû sedema kuştina bi milyonan mirovî. Gelo civaka alman dikare xwe pîrûpak bike ji wê pêvajoya serdema Hîtler?
Hilbijartina nû her tim şanseke nû bi xwe re tîne. Nirxandin û bikaranîna vî şansî di destên hilbijêran de ye. Heke hilbijêr şansê xwe baş bi kar bîne, wê karibe pêşiya pêvajoya dîktatoral bigire. Niha li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê pêvajoya hilbijartinê heye. Ev pêvajo di navbera du tercîhan de ye. An civakê tercîha dîktatoral hilbijêre û wê bibe şirîkê hemû kirinên faşîzma AKP’ê û MHP’ê yan jî wê tercîha demokratîk hilbijêre û hesabê kirinên faşîzma AKP’ê û MHP’ê ji wan bipirse. Helbet hilbijartin ne hemû tişt in lêbelê ji bo guherînê gavek e. Guherîn baş e, ji bo guherînê, divê em dengê xwe bidin xwe.
Pergala niha ya heyî di nav lepên Erdogan de ye, ew çi bixwaze û çawa bixwaze pergal xwe li gorî wî bi rê ve dibe. Vê rejîmê gelek şexs bi derfetên dewletê zengîn kir.
Mal û milkê civakê pêşkeşiyê hevalbendê xwe kir. Di saziyên dewletê de kar da kesên hevalbendên Erdogan û rejîma wî. Ji aliyê din ve civak muhtacê pîvaz û avê kir. Ev kesên bûne xwedî kar û zengînî xulamtiya Erdogan jî qebûlkirine. Erdogan çi kir, çawa kir û çi got van kesan çepik lê da. Lewra Erdogan her tim derewan dike û gotinên xwe yên berê înkar dike. Bi taybetî Erdogan pêvojaya derew û înkarê piştî hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an da destpêkirin û li hemberî kurdan jî bi dest derew û înkarê kir. Di vê hilbijartinê de jî bi heman awayî stratejiya şer, derew, înkar û berevajîkirinê didomîne. Ji bo pêşîlêgirtina kiryarên Erdogan, divê em dengê xwe bidin xwe.
AKP’ê û MHP’ê stratejiya xwe ya vê hilbijartinê li ser tunekirin û înkara kurdan ava kiriye. Ji bo vê jî çi ji wan tê dikin. Tank û keştiyên şer ên qaşo xwemalî derxistin û pêşkeşî civakê dikin ku hestên neteweyî hildin jor. Bi sûîqastan dixwazin pêşengên kurdan şehîd bikin da ku wekî propagandaya hilbijartinê bi kar bînin. Tevî ku tevgera azadiyê şer rawestandiye jî, rejîma faşîst ji bo pesnê balafirên şer ên bêmirov bide êrîşên xwe bi her awayî didomîne. Di her axaftina xwe de Erdogan êrîşê Selhattîn Demîrtaş dike û di şexsê wî de kurdan wekî terorîst nîşan dide.
Erdogan her roj li qadan û televîzyonan bi vîdeoyên montajkirî pêşeng û siyasetmendarên kurd li pêşberî civakê reş dike. Ji aliyê din ve HUDAPAR daye kêleke xwe bi vê dixwaze salên 1990’an bîne bîra kurdan. Werhasil tevger û gotinên Erdogan ên bi van awayan xilas nabin, ji ber vê yekê divê dawî desthilatdariya wî be, ji bo vê jî divê em dengê xwe bidin xwe.
Heke ku serkeftineke mezin a Partiya Keskên Çep çêbibe, bê guman di meclîsê de wê her du alî jî muhtacê kurdan bibin. Wê demê ger Erdogan bibe serokkomar jî wê nikaribe van polîtîkayên xwe yên tunekirinê bidomîne.
Jixwe Heke Kiliçdaroglu bibe serokkomar ew ê jî muhtacê kurdan be û divê li hemberî kurdan û gelan helwesta pergala faşîst biguherîne. Ango ji serketina serokkomariyê zêdetir serketina Partiya Keskên Çep a meclîsê girîng e. Ji bo arîtmetîka meclîsê serketina Partiya Keskên Çep a zêdetirî ji sedî 15 dengan û derdora sed parlamenterî pir girîng e. Lewra divê em dengê xwe bidin xwe.
Helbet mafê her kurdekî ye ku rewş û tevgerên CHP’ê û Kiliçdaroglu bipirsin. Bêdengî û tirsonekiya wan gumanê dixe serê hilbijêran lê belê heke serketineke mezin a Partiya Çepên Kesk di meclîsê de çêbe, wê mecbûrî me bibin. Helbet têkçûna rejîma AKP’ê û MHP’ê wê sedî sed her tiştî xweş neke û neguherîne lê belê pergala nû wê nikaribe her tiştî weke vê pergala nijadperest bidomîne jî. Lewra polîtîkaya Partiya Çepên Kesk a li ser têkbirina vê rejîma tirkperest rast e û di cih de ye. Rejîmeke nû wê nikaribe van polîtîkayên niha yên wekî şerê dijî kurdan, polîtîkayên cihadîst û dagirker bidomîne. Rejîma nû mecbûr e ku guherînekê bixe nav van polîtîkayan. Di vê navberê de mecbûr e ku hinek gavên demokratîk, azadîxwaz biavêje. Ji bo ku her du alî bêhtir mecbûrî me bibin, divê em dengê xwe bidin xwe.
Her wiha ji bo ku em şemaqekî li nav rûyê faşîst û nijadperestên wekî Ozdag bidin, ji bo ku dîktator û rejîma tirkperest têk biçe, ji bo ku li nava kolanan mirov neyên kuştin, rewandin, windakirin, ji bo rawestandina şer, înkar, derew, pergala dîktatoral, faşîst û nijadperest divê em dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk, divê ev pergala faşîst sernekeve ango divê desthilatdariya AKP’ê û MHP’ê têk biçe. Ji bo azadî, wekhevî, demokrasî, mafê mirovan, perwerdehiya bi zimanê zikmakî û hemû mafên xwezayî yên mirovî divê em dengê xwe bidin xwe.
Ji bo pergala qeyûman têk biçe, divê ev rejîm jî têk biçe. Ji bo ku ew kesên KHK’yî vegerin ser karê xwe divê ev rejîma olperest jî têk biçe. Ji bo ku ramana jin jiyan azadî hêztir bibe, divê serkeftina Partiya Çepên Kesk mezin be û ji bo van tiştan divê em dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.