12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ew

Rûyê wî tije ewr in lê bi ser me de dibarin, wisa temîz û mehsûm e ku, ewrên li ser rûyê wî jî qêmîşê wî nakin, her bi ser me de dibin baran.

Na na, ew ji vî dinyayê nîn e, dil û mêjî tênagihîjîn ku bibînin lê ji cîhekî dûr, gelek dûr hatiye… ne çavên wî weke êyn me ne, ne guhên wî, ne beden û ruhê wî… Ew weke fezayiyekî/ê ye, ne ji me ye, ne weke me ye. Lê ji fezayê jî nehatiye, hema ji ba me, li ber me ye. Çîroka wî şaxek ji şaxên çîroka me ye. Ew jî ji zaroktiyeke tî, ji welatê pepûkên ku dibêjin kê kuşt, min kuşt, kê şûşt min şûşt, kê xwar min xwar, tê. Zaroktiya wî jî bi ava gol û çeman tî ye weke ya me û pepûkan bi ser wî de jî xwendiye weke me. Lê dîsa jî ew ne weke me ye. Binêrin, binêrin ku çawa şaşwaz in çavên wî li hember van xwefiroşên ku rûreşiya mirovahiyê ne.

Çavên wî li dûr in, ji welatekî pir dûr dinhêrin, li wî welatê pir dûr kirêtî û bêrûmetî nîn e, xiyanet nikare bi qîlên xwe yên wiha bi xwîn êrîş bike

Ew emanetê zaroktiya welatê me ye, guleke çiyayî, tîrêjeke agirê zeredeştî ye. Binêrin ku çawa diçirise di nava koma wan adiyên ku mirovbûna xwe firotine. Çawa lewend, çiqas bêguneh, çendî destpak e. Lê wa ye ew wan destên xwe yên xaîn û bixwîn, dirêjî beden û cilên wî dikin…yên ku nakin toza bin pêlava wî bedena wî ya ku ji berfa çiyan û aviya gulan çêbûye, dorpêç dikin, didehfînin. Û kes naçe hewarê û kes nikare biçe hewarê. Bêhewarî dîsa konê xwe yê reş li ser serê me û wî datîne. Hewar e, hewar e lê tu kes nîn e. Rustemê Zal û Egîd li gelek dûr mane.

Îja çiqas bê rûmet, çiqas çirkîn û bê mirês in, tevî şaneyên xwe firotine, xwe di tevî lenet û gunehkariyan de gevizandine, ji tifa zalimên xwe re, ji pelaxtin û zincîrên wî re gotine, ox, çiqas xweş e û binê şekalên wan alastine. Loma dê ne tenê ev ax û mirovên wê, dê sergoyên wê jî, mar û dûvpişk û keftarên wê jî wan nepejirînin, dê cîhan jî wan nepejirîne, lew cîhan jî warê mehsûm dilêran e, ne yên xwefiroşan…

Ka binêrin çiqas pak e, bi gavên ji berfê spîtir ji dilê me tevan derbas dibe.Ka binêrin çiqas bêhnxweş e, bi qevdên nêrgiz û beybûnan li bîra me û paşerojê bi cih dibe wî bavêjin kîjan zîndanê bi çend qeydan girê bidin jî, ew ê her tim azadê li dilê me be, serbilindê li çiyayê me… lew ew pak û serbilind ma, bi wî halê xwe yê birîndar û bêmecal jî, derbas bû, derbas bû bi rûspîtî ji pira sîratê, serî netewand û bi şopa bêdengiyeke dilşewat rihanek çand li bîra me. Em ê wê rihanê tim av bidin ne?

Çavgirtok

Me got qey çavgirtok e

Me xwe veşart

Lê hê jî didome

Ne dîtin, nesobee

Ne dîtin, ne sobee

Em hemî winda ne welato

Di çavgirtoka te de

Kanî sobe, kanî gihiştin

Dilşadî kanî welato

Me got qey çavgirtok e her tişt

Me xwe veşart

Lê kesê nehat me nedît

Hê jî winda ne em welato.