13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Mêrdînê George Aslan kî ye?

Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Mêrdînê George Aslan, wê di 14’ê gulanê de weke parlamenter biçe bajarê Enqerê ku beriya 40 salan 36 rojan îşkence lê hatiye kirin û lê Tevgera Azadiyê nas dike.

Partiya Çepên Kesk ku xebatên xwe yên hilbijartinê li Mêrdînê bê navbera didomîne, di lîsteya xwe ya bajar de mîna salên borî dîsa cih daye namzetekî suryanî. Li avahiya HDP’ê ya Bajar, em bi namzetê Partiya Çepên Kesk ê Mêrdînê George Aslan (Aryo) re hatin gel hev û li ser jiyan û hedefa wî ya ji siyasetê axivîn. Her çiqas paşnavê wî di fermiyetê de Aslan be jî ji ber ku di suryanî de ji şêr re Aryo tê gotin di nav gel de herkes wî weke George Aryo dinase.

George Aryo, di sala 1958’an de li gundê Arbo yê yê navçeya Nisêbînê ku nêzî çiyayê Bagokê ye ji dayik bûye. Dibistana seretayî li gundê xwe Arbo, dibistana navîn li Midyadê û lîseyê jî li Stenbolê xwendiye. Ji ber ku bavê wî li Almanya karker bûye dayika wî jî derbasî Almanya dibe û ji bo perwerdeya xwe bidomîne li cem dapîra xwe dimîne. Ji bo xwendina lîseyê bi dapîra xwe re ji Nisêbînê derbasî Stenbolê dibe. Piştî ku lîseyê diqedîne zanîngehê naxwîne û dibe dildarê rêxistinên çepgir ên tirk.

Îşkenceya lê hatiye kirin

Aslan, destnîşan kir ku cara yekemîn di sala 1978’an de çepgirên tirk nas dike û di sala 1980’an de dema darbeya 12’ê Îlonê ji ber vê dildariya rêxistinên çepgirên tirk tê girtin û ev tişt got: “Ji ber ku li Nisêbînê li ser sînor ji Tevgera 16’ê Hezîranê re dibûm alîkar hatim girtin. Li Girtîgeha Leşkerî ya Mamakê 2 sal û nîv girtî mam.  Di vê pêvajoyê de li “Dal Grûbû” 36 rojan min di îşkenceyeke gelek giran re derbas kirin. Ne ji ber zanebûn û berpirsyariyê min îşkence li min dikirin, ji ber mesîhîbûna min îşkence li min dikirin. Dema ku îşkence li min dikirin ji min re digotin, ‘Ma tu ermenî yî, çima ne sinetkirî yî?’ Vê bêehlaqiyê ne tenê li min li gelek kesan dikirin. Dîsa bi awayekî kêfî elektro şokê didane min.”

“Dal Grûbû” şaxeke îşkenceya sistematîk a demê ya Emniyeta Enqerê ye.

Di dawiya sala 1983’yan de Aslan tê berdan, lê piştre 7 sal û nîv ceza lê tê birîn û ji bo 25 mehan jî biryara sirgûnê ya Konyayê der barê wî de tê dayîn.  Piştî vê biryarê terka welat dike û diçe Ewropa. Ji wê demê ve cara yekemîn e tê Kurdistanê. Lê Aslan di sala 2015’an de carek tê Enqerê û bi van gotinan qala wê hatine xwe dike: “Wê demê ji ber ku min guman dikir ku bêm girtin bi amadekarî hatibûm. Lê nehatim girtin û careke din vegeriyam Ewropayê.”

Gundê xeyalkirî…

Aslan, da zanîn ku dema ku hatiye Kurdistanê destpêkê çûye serdana Dêra Mor Gabrielê û der barê hatina xwe de ev tişt anîn ziman: “Keçika meta min li wir rehîbe ye. Dema ku min ew li wir dît gelek xemgîn bûm û em di hev de giriyan. Ji vir jî ez çûm gund. Lê ez li gund matmayî mam û hemû xeyalên min ên der barê gund de vala derketin. Lewre gundê zarokatiya min guhertibûn û kiribûn şeklekî din. Ji zarokatiya min tu berhem nehiştine. Gundekî din ê modern ava kirine. Di hela modernetiyê de gundekî ewropayî ava kirine. Lê gundê ku piştî 30 salan min xeyal dikir û dixwest ne ev gund bû. Min gazinc li wan kir, ‘Ma we nikaribû ev gundê kevn di cih de bihişta û vî gundê modern li devereke din ava bikira?’ Ji ber vê sedemê niha tu bîranîneke min li gund nîne, Ew gund ji min re bûye gundekî xerîb.”

Li Mamakê Tevgera Azadiyê nas dike

Di berdewama axaftina xwe de Aslan, bi lêv kir ku dema ku li welat bûye rêxistinên kurdan ên cuda hebûne û wiha qala nasîna xwe ya Tevgera Azadiya Kurd kir: “Min cara yekemîn Tevgera Kurd li Girtîgeha Mamakê bi rêya hevalekî bi navê Elî ku ji Siwasê bû nas kir. Roja ku ji girtîgehê derket got, ‘Hevalno ez ji têkoşîna we re serkeftinê dixwazim.’ Ji ber vê gotinê gardiyanan gelek lêdan. Hevalek wêrek bû û min ew roj bi vî hevalî Tevgera Azadiyê nas kir. Piştî ku derketim Ewropa di sala 1992’yan de hê bêtir tevgera kurd nas kir.”

‘Min ew kiras bi zanebûn li xwe kir’

Aslan, destnîşan kir ku di sala 1994’an de di damezrandina Parlamentoya Kurdistanê ya Derveyî Welat de cih girtî ye û ev tişt gotin: “Ji ber ketina min a Parlamentoya Kurdistanê ji cemaeta me hinekan ez aforoz kirim. Lê min weke nûnerekî suryanî yê Kurdistanê cih girt. Min ji hevalên wê demê re jî got, ‘Ez kurd nînim. Erê em li axekê dijîn, lê divê hûn bizanibin ku ez weke nûnerekî suryanî li vir im û gere li cihan qala me jî bê kirin.’ Parlamento ne ya kurdan tenêbû. Gelên ji Kurdistanê yên weke min jî di parlamentoyê de cih girtin. Dema ku min Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir wê demê ne parlamenterî ne jî şaredarî hebû. Wê demê ev tevger kirasek ji agir bû. Min ew kiras bi zanebûn li xwe kir. Min ji xwe re got, ‘Ev gel gelekî bindest e, bedelên gelek giran dane. Çi dibe bila bibe divê em piştgiriya gelê kurd bikin.’

Dest ji nebiyan nabe!

Ji bo namzetiya xwe jî Aslan, ev agahî dan: “Li Ewropa tev li xebatên çandî û siyasî bûm. Min di avakirina gelek sazî û rêxistinên suryaniyan de cih girt. Me Federasyona Tûr Abdîn a Suryaniyan ava kir û Kovara Şimşo derxist. Kovar bi suryanî, tirkî, , erebî, almanî û holandî hat çapkirin. Min 5 salan berpirsyariya vê Kovarê kir. Ez endamê Kongreya Gel a Mezopotamyayê ya suryaniyan im û ev kongre ez ji bo parlamenteriyê pêşniyar kir.”

Aslan ku zewicandî ye û 5 keçên wî hene, pirsa me ya “Heke hûn bên hilbijartin, hûn ê ji Ewropa bên li vir bi cih bibin?” wiha bersivand: “Keçên min û hevjîna min ji namzetiya min gelek kêfxweş in. Lê nebiyên min hene û hevjîna min dibêje, ‘Ma wê çawa destê me ji nebiyên me bibe û terka wan bikin?’ Ê min jî ne îro ji roja ku ez çûme Ewropayê ve xweşik neçûme mala xwe û timik di nav kar de bûme. Elimandiyê vê me û ez ê weke şexs bêm li vir bi cih bibim.”

Hedefa wî çareserkirina pirsgirêkên erdên suryaniyan e

Di axaftina xwe de Aslan, destnîşan kir ku di hêla erdan de gelek pirsgirêkên suryaniyan hene wê bi wan re mijûl bibe û ev tişt gotin: “Li gundên çiyayên Bagokê tiştên xerab qewimîne. Di tapoyan de gelek problem hene. Beyî mirovên me sînorên gundan hatine diyar kirine û ji ber ku kes li van deveran tunebûye kesî îtîraz nekiriye. Ji ber vê sedemê niha gelek erd weke yên xezîneyê hatine qeydkirin. Cihên ku ez lê gokê dileyiştim niha kirine erde xezîneyê. Ma ev çawa dibe? Ev deverên ku weke erde xezîneyê diyar kirine niha ketin deste TOKÎ’yê. Di meseleya TOKÎ’yê de çetebûn heye. Ji gundiyan re dibêje ez ê erdên we bi sed hezar Euroyî bifiroşim. Ez ê giraniya xwe bidim van pirsgirêkên civaka xwe. Lê ji ber ku ez ê parlamenterê herêmê bim, ne tenê ji bo çareserkirina pirsgirêkên civaka xwe ji bo pirsgirêkên hemû civakê mijûl bibim.”

Bi zimanê gel xîtab dike

Aslan, der barê pirsgirêkên li welat û sedema ku gel deng bide partiya wan de jî ev tişt gotin: “Li Tirkiyeyê heta pergal û Erdogan neyên guhertin çareserkirina pirsgirêkan zehmet e. Ji bo selametiyê herêmê divê Pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Heta ku çareseriyeke siyasî neyê dîtin wê li herêmê tevlihevî bidomin. Ji ber vê jî divê destpêkê çareseriyeke siyasî ji bo Pirsgirêka Kurd bê dîtin. Kesên ku dixwazin xweşî bê welat divê deng bidin partiya me. Ev ne tene ji bo Mêrdînê ji bo her dera welat derbasdar e. Divê mirovên me yên Mêrdînî li gorî vê dengê xwe bi kar bînin. Taybetî divê civaka me jî vê bizanibe ku di dîroka Tirkiyeyê de tu partî mîna partiya me cih ji me re veneqetandiye.  Ji bilî partiya me tu partî cih nedaye namzetên suryanî û ji gelên din.”

Di dawiya axaftina xwe de Aslan, ji bo eleqeya jê re jî ev tişt got: “Ez çûm Nisêbin, Qoser, Kerboran û Midyadê gel eleqeyeke zêde nîşanî min dide. Cara yekemîn gelê kurd dibîne ku namzetekî suryanî bi zimanê wan xîtabî wan dike. Ez bi kurdî, erebî, tirkî diaxivim. Gel ji vê gelek kêfxweş e.”