Rojnameya El Weten a girêdayî hikumeta Şamê ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Siûd îro serdana Şamê dike.
Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve, têkiliyên Şam û Erebistana Siûdî qut bûbûn. Ji 12 salan ve ev serdana yekemîn a rayedarekî Siûdî li Sûriyeyê ye.
Beriya çend rojan wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel Miqdad serdana Erebistana Siûdî kiribû.