Navê min Azad e lê di girtîgehê de me.
Niha ji min re dibêjin Zerdeşt.
Dema ez di girtîgehê de bûm, min pêşî navê xwe guhert ji ber ku ez êdî ne Azad bûm.
Di bihara sala 1991’ê bû, wan Azad li gundekî nêzîkî Mîdyadê girt û avêtin zîndanê.
Ew 31 salan li nav dîwarên teng ên hepsan ma. Her derbeke îşkencê rojek ji cîwaniya wî kuşt. Her heqareta lê hat kirin di rûyê wî de xetekê çêkir.
Azadê 23 salî wekî hesinê ku dibe pola, geh di nava agir de sor bû, geh di nava avê de sar bû, geh li ser hors hat lêdan heta ku jê kesayetiyeke pijiyayî weke pola derkeve. Ew êdî bûbû Zerdeşt.
Ev çîroka girtiyekî siyasî yê ji bakurê Kurdistanê ye.
Ew dema ji girtîgehê hat berdan neçar ma derkeve derveyî welêt.
Heval Zerdeşt niha li Brukselê dijî û daxwaza penaberiyê kiriye lê nikare wan rojên tarî yên girtîgehê ji bîr bike.
Ew bi fizîkî li gundekî nêzîkî Brukselê ye lê hîn jî di girtîgehê de dijî.
Helbet ev ne qedera kurdan e.
Wan rojan Zerdeşt heval tekildarê êrîşa li ser lîstikvanên Amedê gotarek dinivîsand, gotara wî ne mîzahî bû lê ji nişkê ve keniya.
Em li dorê kom bûn, me xwest sedemê kena wî hîn bibin. Me dît ku di dawiya nivîsa xwe de weke imze, di şûna Brukselê de “zîndan” nivisiye.
Erê dema mirov 31 salan li zindanê derbas bike û di bin hemû name û nivîsên xwe de tim “zîndan” binivisîne, çawa karibe zû bi zû mêjiyê xwe qanî bike ew êdî li derve ye?
Wî pêvajoya temenê xwe yê herî xweş li zîndanê derbas kir. Ew ji nîmetên ciwaniyê ji şefqet û bereketa xwezayê bê par ma. Wî dengê pêlên behrê, bêhna axê, tîna rojê û kela havînê ancax di xewnên xwe de ditît û hîs dikir. Ji hezkirina dost û hevalên xwe mehrûm ma. Cîwaniya wî, xewn û xeyalên wî yên ji bo şoreşê jê hatibûn dizîn.
Zerdeş dibêje: dema ez hatim girtin jiyan sade bû lê niha her tişt guheriye.
Piştî berdana min cara ewil ez vegeriyam gund lê min çi dît?
Çiya piçûk bûbûn. Daristan weke berê ne qelew bûn, min qîrîna şivan û deng û awazên berîvanan nebihîst, çûk xeyîdîbûn, dengê berê ji wan nedihat. Min li ber kaniyan evîndar nedîtin.
Ez bûbûm xerîbê welatê xwe. Min bi dilşikestî pişta xwe dayê.
Dema ku Zerdeşt hatibû girtin, tenê di çend malan de telefonê kablo hebûn, xetên înternetê û ragihandinê nedihat xeyalkirin jî.
Lê Zerdeşt ew qonaxa pêşketina teknolojîk nedît.
Ev mînak a ji yek hezaran girtiyên siyasî yên kurd ên li Tirkiyeyê ye.
Bibore rêheval, roja ku min li çîroka jiyana te guhdarî kir ez negiriyam.
Ez hê jî westandina 31 salên girtîgehê li rûyê te dibînim..