Serdozgeriya Komarê ya Amedê têkildarî rojnamegerên girtî Azîz Oruç, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyuncu, Lezgîn Akdenîz, Mazlum Guler, Mehmet Şahîn, Mehmet Alî Ertaş, Neşe Toprak, Omer Çelîk, Ramazan Gecîken, Remziye Temel, Serdar Altan, Sûat Doguhan, Zeynel Abîdîn Bulut, Abdurrahman Oncu û rojnamegerên bi awayekî serbest tên darizandin Esmer Tunç, Kadîr Bayram û Mehmet Yalçin de îdianame amade kir. Îdianame ji 728 rûpelan pêk tê û ji hêla 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hate qebûlkirin û 11’ê tîrmehê weke roja danişîna ewil hate destnîşankirin. Danişîna ewil dê di 11’ê tîrmehê de li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. Rojnameger di îdianameyê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên tawanbarkirin. Hat zanîn ku beriya biryara bloqekirina alîkariya xizîneyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li şahidê nepen “CV23TY45UP78” ku di îdianameya rojnamegeran de cih digire hatiye guhdarîkirin û di dosyayê de weke “delîl” hatiye nîşandan.
Îfadeyên hevnegirtî yên şahidê nepen
Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekir Şahîn û li ser daxwaza Wezareta Dadê jî Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 21’ê kanûna 2022’yan de li şahidê nepen ê behsa xeberê guhdarî kir. Piştî îfadeyên têkildarî rojnamegeran li şahidê nepen hate guhdarîkirin û di biryara bloqekirina alîkariya xizîneyê de jî weke delîl hate nîşandan. Şahidê nepen îdia kir ku rojnameger “di saziyên girêdayî Komîteya Çapemeniyê ya PKK’ê de dixebitin” û HDP jî alîkariya malî dide wan saziyan. Heman şahidê nepen di îfadeyên xwe yên têkildarî rojnamegeran de îdia kir ku saziyên rojnameger tê de dixebitin ji hêla rêxistinê ve tên fînansekirin.
‘Li gorî mantiqê derhiqûqî tevgeriyane’
Parêzerê rojnamegeran Resûl Tamûr têkildarî îdianameyê û îfadeyên şahidê nepen axivî. Tamûr, got ku îdianameya piştî 10 mehan hatiye amadekirin, îdianameyeke polîtîk a li dijî çapemeniya kurd e û wiha domand: “Tu bingeheke hiqûqî ya vê îdianameyê tune ye. Rojnameger, ji ber platformên lê dixebitin tên darizandin. Di dosyayê de 2 şahidên eşkere û yek jî yê nepen heye. Her roj li şahidekî eşkere hate guhdarîkirin. Heman tiştan dibêjin. Her du şahid jî kal in û bi tirkî baş nizanin. Li gorî min ew îfade ne yên wan in. Li şahidê nepen jî ji bo raste rast alîkariya xizîneyê ya HDP’ê were qutkirin, bi daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind û Wezareta Dadê hatiye guhdarîkirin. Îfadeyên her sê şahidan jî nekarîne xebatekî derqanûnî derxîne holê. Ji ber vê sedemê jî her rojnameger ji her bernameyê heta ji her cureyên talîmatê berpirsyar hatiye dîtin. Mantiqeke wiha ya derhiqûqî hatiye bikaranîn.”
‘Bi rêyên derqanûnî xwe gihandine’
Bi domdarî Tamûr anî ziman ku di dema operasyona li dijî rojnamegeran de her wiha bi ser şîrketên produksiyonê de jî hatiye girtin û wiha pê de çû: “Bi hinceta ‘lêgerînê’ 32 rojan li wir man. Di bin navê lêgerînê de ketin serverên saziyên weşanê yên derveyî welat ku bernameyên rojnamegeran diweşînin. Ji roja operasyona hate kirin heta dawiyê nehiştin tu kes tev li lêgerîna li şîrketên produksiyonan bibin. Digotin ku di encama lêgerînên 30 rojan de bi milyonan megabayt dîmen desteser kirine û ji ber ku nihêrtina li wan pir dirêj ajtoiye nekarîne îdianameyê amade bikin. Lê bi îdianameyê re îdia dikin ku di pêvajoya 30 rojan de li şîrketan lêgerîn nekirine, bi awayekî derqanûnî li ser komputerên şîrketan ketine serverên qenalên televîzyonan ên Stêrk û Medya Haberê û ji komputerên van TV’yan agahî û belge kişandine. Bêguman em nizanin bê ka agahî û belgeyên bi vê rêbazê hatine bidestxistin rast in an na. Heke rast jî bin, divê rojnamegerên di vê dosyayê de tên darizandin di nava van nîqaşan de neyên nirxandin.”
‘Hewceye rojnameger bên berdan’
Parêzer Tamûr got ku delîlên bi rêya ketina serverên derveyî welat hatine bidestxistin dikevin çarçoveya “delîlên qedexe” û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev agahî û dane bêyî destûrê hatine bidestxistin. Îxtîmaleke mezine ku li gorî qanûnên welatên ku ev agahî ji serverên wan hatine peydakirin jî ev karê hatiye kirin sûc e. Delîlên ku bi awayekî derqanûnî hatine bidestxistin, di çarçoveya îdianameyê de weke ku li şîrketan hatibin bidestxistin hatine nîşandan û li ser vê manîpulasyonê jî dixwazin ceza bidin rojnamegeran. Delîlên bi awayekî derqanûnî hatine bidestxistin û ziman û tercîhên edîtoryal ên rojnamegeran di bernameyên xwe de bi kar anîne didin ber hev û xebatên rojnamegeriyê manîpule dikin. Dema dîtin ku xebatên derqanûnî tune ne, divê rojnameger tavilê bên berdan.”