Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê bi hinceta ku di pîrozbahiya Newrozê ya di 19’ê Adarê li Eywana Sporê ya Turgut Ozal a Kepeza Antalyayê de dirûşm berz kirine, derheqê 4 kesan de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de 4 kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku her 4 welatî li midûriyeta emniyetê tên ragirtin û derheqê wan de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” kirarî hatine kirin. Tê payîn ku piştî karûbarên îfadegirtinê yên li emniyetê îro sewqî Edliyeya Antalyayê bên kirin.