Bavê Nazê di sala1946’an de ji dayîk bûye. Der barê rêzimanê kurdî de gelek xebat kirine. Di sala 1981’ê de doktoreya xwe ya di warê edebî de ji Zankoya Moskovayê wergirtiye. Di Zankoya Duhokê de mamostetiyê kiriye.
Romana Bavê Nazê Dara Pelweşiyayî ji çavê Şêrzad dest pê dike ku kurd dixwazin bi sazî bibin û Şêrzad jî kesekî xwedî nirx e birayekî wî (Ehmed) şehîd bûye ew jî wek şoreşgerekî di nav refan de cihê xwe girtiye û pişt re serhildan çêbûye. Şêrzad xwe xwedî maf nabîne ku tiştekî bixwaze lê kesê ku di şer de ked nedane di gelek cihên girîng de bûne peywirdar (nivîskar li vir dikeve lêpirsîneke edaletê û di serê xwîneran de jî pirsnîşanan ava dike.) Serhildan çêbûye û lehengên mayî vegeriyane di gelek karan û sazî û dezgehên nû de cihê xwe girtine lê Şêrzad serlehengê pirtûkê naxwaze karên wisa bike vegeriyaye gundê xwe. Şoreşgerên di sazî û dezgehan de dixebitin rexne dike. Pişt re bi teknîka flashbackê roman berdewam dike û bûyerên borî tîne bîra Şêrzadî. Di destpêkê de di dema dibistanê de hezkiriya xwe Perwîn çawa nas dike tîne zimên.
-Te çawa ew nas kir?
-Li ser riya dibistanê , ew di dibistanê keçikan de dixwîne … (rûpel 24)
Gor şert û mercên wê demê jin û mêr di dibistanên cuda de dixwînin û loma Şêrzad bi awayekî rehet nikare bi Perwînê re biaxive lê piştî demekê di navbera wan de têkîliyek dest pê dike. Pişt re tên ba hev lê civak her çiqas teng be jî Şêrzad jî wek kesekî ji rêzê û kumreşekî nêzîkî wê têkîliyê dibe heta di axaftina wî ya hevalê wî ya Elî de hevalê wî ji wî dipirse û dibêje
-Tu çima dibêjî Perwîn heta mirinê ya min e ma te ew xira kir? (rûpel 32)
Roman bi vî awayî berdewam dike û bavê Şêrzadî jiyana xwe ji dest dide lê ew bi piştgriya birayê xwe dev ji dibistana xwe bernade pişt re birayê wî Ehmed jî ji ber xebatên siyasetê ji aliyê rejima Sedam ve tê girtin û Şêrzad neçar dimîne dev ji dibistana xwe û Perwînê berdide. ( her çiqas Ehmed di nav xebatên siyasî de be jî û Şêrzad li gorî wê pêvajoyê xwendekar be di şîroveyên nivîskar de tim peyvên mêrbûn, mêrane pir li pêş in heta parastina Ehmed a dadgehêjê jî wek bi mêranî xwe parast tîne zimên)
Pişt re Ehmed û hevalên wî tên daliqandin Şêrzad ji bo tola birayê xwe hilîne diçe nav pêşmergeyan lê beriya biçe hîn dibe ku Perwîn bi darê zorê hatiye zewicandin. Şêrzad berê xwe dide refên pêşmergeyan û nîvîskar rêwîtiya Şêrzad bi awayekî hestiyarî radixe ber çavan. Di rêwîtiya wî pêşmergetiyê de kesên zana, mêrên emirmezin dibîne û ji wan sûd werdigre. Piştî demekê Şêrzad li gundekî Perwînê dibîne ku zarokek wê çêbûye hevserê wê bûye leşkerê Sedam. Perwîn neçar maye û bi xwesûya xwe re dijî. Leşkerên Sedam êrîşî gundê Pêrwîn lê dimîne kirine xwesûya Perwînê ew li pişt kulînê veşartiye û zarok jî kiriye hembêza xwe lê leşker hatine zarok avêtine ser merşê û dest avêtine xwesûyê…
Giriyê zarok agir bi nava Perwînê dixist. Lê her ew ji pişt kulînê derneket. Lê belê, wê qulek ji xwe re dît. Û wê ji çavên xwe bawer nekir; zarok di pêçekê de, li ser merş avêtîbû, xwesû jî jê wir de, leşkerek di ser de bû. Wê bêlebat şeqê xwe vekiribû, yê leşker jî xwe dibir dianî. Ji Perwînê xuya bû ku ev yek bi xweşiya wê tê. Ji ber ku ew nediaxivî û ne jî xwe dida alî . Û kengî leşkerê dawî xilas kir û derket, bêdengiyê girte ser hundir. Heya zarok jî nema giriya. Lê xwesû her paldayî ma. Dema yeqînî bi Perwînê re çêbû ku êdî leşker çûn, ji pişt kulînê derket. Bi rahiştina zaroka xwe, ew ber bi xwesûya xwe ve çû. Dawa wê kişande ser û got:
-Amojinê rabe ew çûn…
Xwesû cefîlî û bi lez rabû û rûnişt… Ji şerma li bûka xwe nenêrî, tenê bê deng hêsir barandin. (rûpel 88)
Perwîn piştî ku Şêrzad dibîne dixwaze biçe ba wî ji bo ku xwe qaneh bike bûyera tecawizê ya li xwesûya wê hatiye kirin tîne bîra xwe û dibêje; ‘Jinebî û fersendek jê re hat… Wê baxçê xwe av da û da… Û hîn jî ranedibû?…’
Perwîn niha jî di nav ciyan de, wê jî, ji xwe re digot : ‘Ma çima ez ê baxçê xwe bê av bihêlim?’ (rûpel 88)
Perwîn li ser vê fikre diçe ba Şêrzad û di navbera wan de têkîliyek dest pê dike lê şer bi awayekî xurt berdewam dike û her roj bi dehan kes jiyana xwe dest didin. Şêrzad û Perwîn bi dizî gelek caran li kadînê hev du dibînin. Gelek caran Şêrzad û pêşmergeyên navsere li ser mijara jinan diaxivin û pêşmergeyên ciwan dipirsin çima jin di nav pêşmergeyan de nikarin şer bikin?
-Ez dixwazim bibêjim ku serhildana bê beşdariya jinan, bawî û seqete. Em dîroka serhildanên neteweyên din dixwînin , em dibînin ku jin li tenîşta zilaman şer û hezkirin kirine…
-Seyda qurban, va ye Partiya Karkeran… Li cem wan jî , jin û zilam di bin çadirekê de ne… Ka çi bi ser xistine?
-Li wir jin û zilam xesandîne , rewşa wan ji ya me xirabtir e.. Agir û benzîn danîne cem hev û dibêjin bila agir venemire…
-Qey tu naxwazî , agir bi can bikeve?
-Ez naxwazim ne agir pê bikeve ne jî vemire …
Peşmergeyek dibêje,
-Tu tenê jinê di ciyan de qebûl dikî. (rûpel 100)
Û axaftinên mêrên pêşmerge bi vî awayî berdewam dikin her çiqas kesên li lember vê fikrê hebin jî nikarin rasterast bi awayekî xurt biparêzin. Piştî demekê xwesû, Perwîn û Şêrzad li kadînê dibîne û dibêje
-Hûn çi dikin ?
Perwîn ji xwesû re dibêje;
-Dema eskerên Sedamî, yek radibû û yek dihate ser te, min pirsî ; hûn çi dikin?
Piştre diçe li ba xwesûya xwe û dibêje min tu nedîtî, te ez nedîtim û dixwaze ser mijarê bigire. Lê şer girantir dibe hevalên Şêrzad şehîd dibin û di veşartina şehîdan de Şêrzad Perwînê dibîne û Perwîn dixwaze bi kaxizekî nameyekê bide wî û di nameye de dinivîse ku hevjînê wê di şerê Îran û Iraqê de hatiye kuştin lê Şêrzad nameya wê nagire û dibêje hevalên min bûn qurban ez ê jî evîna xwe bikim qurban. Dû re pirtûk bi şîroveya nivîskar diqede û em dizanin ku pêşmerge bi ser ketine.
Li gorî nivîskar şerê herî hêsan û klasik bûk- xwesû.
Dema em bi giştî çarçoveya romanê binirxînin dikarin bibêjin ku her çiqas Perwîn wek karakter xuya bike jî nivîskar ew wek tîp nîşan daye. Di romanê de serleheng mêr e, xurt e û jin wek alîkarek dimîne û mêr xurt dike. Wek jinek dema mirov romanê dixwîne ya herî zêde balê dikşîne jî ev e ku nivîskar tecawizê dema pênase dike weke bihevşabûneke ku her du aliyan jî xwestine tîne zimên. Lê tecawuz ji bo her jinekê û her mirovekî trawmayeke gelek giran e, Lê nivîskar tecawizê weke pêdîviya cinsî tîne zimên. Tecawiz bûyereke dijmirovahî ye. Çawa jinek bikaribe bibêje jineke din te bostanê xwe av da îcar dora min e? Çawa dibe ku jinek şahidê kêliya tecawiza xwesûya xwe bibe û bibêje te dengê xwe dernexist û xweşa te çû?
Nîşaneya mêran a tecawizê
Mêr di hunerê wêjeyê de di berheman de bi riya dilsozî (sadakat) otorîteya xwe xurt dikin. Dilsozî weke kirasekî li jinan tê kirin û jin mecbûr in dilsoz bin lê mêr ne mecbûr in dilsoz bin. Perwîn ji bo hevjînê xwe ne dilsoz e loma di dawiyê de hem hevjîn dimire hem jî Şêrzad dev ji wê berdide.
Di film û pirtûkan de jî mêr dema wek mêtingerekî biçe şerekî, wek mêtingerek dest biavêje jinan û tecawizê bike nayên şermezarkirin heta wek leheng tên îlan kirin. Ji bo otoriyeya mêr û serdestan zeftkirina axê û jinan mêrtiya wan xurt dike. Axa dest diavêje jinê tecawiz dike nivîskar di berheman de zû bi zû jina hatiye tecawizkirin dikuje. Jina ku li gorî civakê hatiye (qirêj?) kirin tu berheman de wek karakterek heta dawiya berheman de namîne tê kuştin. Di jiyanê de jî ji wisa ye . Fanteziya tecawuzê di romanê de li ber çavên me weke xwesteke cinsî tê nişandan.
Karekterên ne karakter
Serdestiya mêran di bernameyên kurdî de jî pir li pêş e çawa dibe berhemên kurdî de karakterên jin tenê dibin bermalî, destgirtî, fesad, hewî, objeyên cinsî? Ma di realîteya kurdan de jinên kurd çi dikin û li cîhanê çawa tên naskirin?
Li vir pirseke girîng a ku divê bê pirsin hebe. Bavê Nazê bixwe gelek xebatên akademîk kirine, haya wî ji beşdariya jinan a şoreşgerên cîhanê û cihgirtina wan a di nav tekoşînên civakî de heye. Ya din wê demê her çiqas pergaleke feodal di nav kurdan de serdest be jî, jin dîsa di nav kurdan de xwediyê cihekî cuda ne û di kevneşopiya kurdan de jinên kurd gelek caran pêşengtiya civakê û mêran kirine. Dema em li wêjeya kurdî ya devkî muzîka kurdî binihêrin bi hêsanî dikarin jinên pêşeng bibînin lê di berhema Dara Pelweşiyayî de li ser du jinan tecawiz çawa tê pênase kirin? Divê weke girêyeke berbiçav were vekolandin.