Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), der barê nedayîna parastina devkî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de girtek girt û ji bo rapora derbarê esasê de bê amadekirin, dosya radestî raportorê xwe kir.
Beriya niha HDP’êxwestibû ku biryara dawî ya li doza girtinê ji dema piştî hilbijartinê re bê hiştin, lê hatibû redkirin. Li ser vê HDP’ê, diyar kiribû ku ji ber karên berfireh ên dema hilbijartinê nepêkane ku parastina devkî di 11’ê Nîsanê de bike û ragihandibû ku wê parastinê nede.
HDP’ê rîska girtinê nirxand û biryar da ku bi Partiya Çep a Kesk tevlî hilbijartinê bibe.