Hilbijartinên serokomarî û parlementoyê yên Tirkiyeyê ku wê di 14’ê Gulanê de bên kirin, nêz dibe. Dema ku lîsteyên namzetan tên eşkerekirin, li aliyê din ji bo hilbijartinê detayên teknîkî yên wekî beyanên navnîşanan û kî/ê dikare dengê xwe bide, di rojevê de ye. Mînak yek jî cihên ku dendayîn lê bên kirin, girtîgeh in. Ji ber ku li Tirkiyeyê rêjeyek zêde girtîgeh û girtî hene, ewlehî û encamên hilbijartinê yên girtîgehan xwedî girîngiyek mezin in. Li gorî daneyên meha Çileya 2023’ê niha 341 hezar û 497 kes di girtîgehan de ne. Li gorî daneyên Wezareta Edaletê, ji van 298 hezar û 975 kes jê mehkûm û 42 hezar û 522 kes jî girtî ne.
Di paragrafa pêncem a xala 67’an a Destûra Bingehîn de wiha tê gotin: “Mehkûmên li saziyên înfazê nikarin dengê xwe bidin. “Lewma girtiyên ku bi sûcên qestî tên mehkûmkirin wê nikaribin dengê xwe bidin. 42 hezar û 522 girtiyên li girtîgehan dikarin dengê xwe bidin. Girtiyên ku navnîşanên wan li girtîgehan qeydkirî ne, bi rêya sindoqên ku li girtîgehan hatine danîn, dikarin dengê xwe bidin. Ji bo sindoqên ku li girtîgehan tê danîn, ji aliyê YSK’ê ve memûrên sindoqan tên erkdarkirin. Lê ji ber ku HDP bi navê xwe nakeve hilbijartinan û Partiya Çep a Kesk di Meclîsê de cih nagire, wê nikaribe di lijneyên sindoqan de cih bigirin.
Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan a OHD’ê Vedat Ece girîngiya ewlehiya sindoqan ji ANF’ê re nirxand. Vedat Ece got: “Ji bo ku ewlehiya sindoqan a li girtîgehan pêk were, divê erkdarên partiyên siyasî û memûrên sindoqan û ku ji aliyê YSK’ê ve tên erkdarkirin, erka xwe li gorî pêwistiyê bi cih bînin. Girînge ku piştî hilbijartinan zabitnameya dawî û sindoqên dengan, radestî lijneyên hilbijartinê yên navçeyên bên kirin.”