Di nav hefteyê de ji aliyê Dadgeha Tahkîmê ya Navneteweyî ve der barê firotina petrola başûrê Kurdistanê ya ji bo Tirkiyeyê de biryareke girîng hat dayîn. Dadgehê, biryar da ku petrola di navbera PDK û YNK’ê de bûye sedema krîzê û êdî PDK nikare bi serê xwe petrolê bifroşe Tirkiyeyê. Her wiha dadgehê, ji ber kirîna petrolê ya bêyî destûra Hikimeta Navendî ya Iraqê Tirkiyeyê mehkûmî razandina tazmînatê kir. Ligel van geşedanan PKK’ê biryara xwe ya rawestandina çalakiyan a ji bo erdhejê heta hilbijartinên 14’ê gulanê dirêj kir.
Me krîza di navbera PDK û YNK’ê de, her du mijarên li jor diyar kir û êrîşên artêşa tirk ên li dijî PKK’ê ji rojnameger Necmettîn Salaz pirs kir. Salaz, diyar kir ku bingeha krîza di navbera PDK û YNK’ê de pere ye û biryara der barê petrola Herêma Kurdistanê de wê bandoreke neyînî li Tirkiyeyê û PDK’ê bike. Her wiha Salaz, got ku ew biryara rawestandina çalakiyan a PKK’ê jî mirovî dibîne û dixwaze ku agirbesteke dualî bê îlankirin.
Pirsên me jê kirin û bersivên Salaz ên ji bo pirsan wiha ne:
Em bi krîza di navbera PDK û YNK’ê de dest pê bikin. Weke hûn jî dizanin demeke dirêj e di navbera her du partiyan de di gelek mijaran de pirsgirêk hene. Ji ber van pirsgirêkan YNK wezîrên xwe ji Hikumeta Herêma Kurdistanê vekişandiye. Ev krîz niha di kîjan astê de ye, biryara dawîn a der barê hilbijartinên herêmê de dikare weke îşareta çareseriyê bê dîtin an na?
Nakokiyên di navbera PDK û YNK’ê de ne nû ne. Ev nakokî bi hikumet û hilbijartinê re eleqedar nînin. Weke ku tê zanîn YNK ji PDK’ê veqetiyaye. Di nav kadroyên destpêkê yên YNK’ê de kesên şoreşger, sosyalîst, komunîst, demokrat hebûn. Sicîla PDK’ê ji berê ve xirabe ye. Ji Mahabadê bigire hat îro xeta wê wiha ye. Ev xet xeteke feodal e û ji bilî kurdbûnê tu taybetmendiyeke wê tune ye.
PDK partiyeke wiha ye û YNK jî jê veqetiya. Lê mixabin îro YNK jî ne li ser xeta xwe ya destpêkê ye. Pere, hebûn, malên luks, wesayît û zewqa kirîna malên li derveyî welat nas kirin. Piştî ku ev ketin jiyana wan rojên berê ji bîr kirin. Pêşmergeyên ku li çiya bi savar dijiyan piştî vegeriyan bajaran pereyekî zêde qezenc kirin. Li heman malê 4 wesayîtên luks hene. Lê wan mirovên ku bi wan re savar dixwarin îro pêncsed dolar kirê didin û di nav xizaniyê de dijîn. Ma Kurdistana ku dihat xeyalkirin ev Kurdistan bû? Bê guman ne ev Kurdistan bû. Kurdistan welateke dewlemend e, wê çavkaniyên wê ligel bihatina belavkirin û wê herkes bi awayekî azad û wekhev bijiya.
Belê di navbera PDK û YNK’ê de nakokî hene. Lê di hin mijaran de kêmasiyên her du aliyan jî hene. Divê YNK hinek cuda bê girtin. Tu bûyer nikare nakokiyên di navbera PDK û YNK’ê de ji holê rake. Dikarim vê bi awayekî zelal bibêjin; wê tu geşedan nakokiya li vir ji holê raneke û her du alî jî di nav amadekariyên cuda de ne.
Weke ku hûn jî dizanin sedema mezin a krîza di navbera PDK û YNK’ê de dahata petrola Herêma Kurdistanê ye. Li gorî we biryara Dadgeha Navneteweyî ya Parîsê ya der barê firotina petrola herêmê ya ji bo Tirkiyeyê de wê bandoreke çawa li vê krîzê bike?
Li Herêma Kurdistanê, weke hêz û serokê hikumetê PDK dahata ji hikumeta navendî ya Iraqê û petrolê tê ji xwe re digire û li gorî dilê xwe pere dide YNK’ê. Piştî Sedam dema ku Iraqa duyemîn hat damezrandin bi kurdan re peymaneke hat îmzekirin. Li gorî vê peymanê, divê kurd û ereb ji mafên hev re rêz bigirin û gaz û dahata petrola ku bifiroşin bi awayekî zelal ji Hikumeta Navendî ya Iraqê re bişînin. Dema ku ev dihat kirin û rêjeya kurdan li Iraqê ji sedî 17 bû Hikumeta Navendî ya Iraqê ji sedî 17’ê vê dahatê ji rêveberiya Kurdistanê re dişand.
Lê niha ev peyman tê binpêkirin û petrolê difiroşin Tirkiyeyê. Pereyê ji Tirkiyeyê digirin ji yê Hikumeta Navendî ya Iraqê gelekî zêdetir e. Lê kes nizane ev pere bi ku ve diçe. YNK jî nizane çidibe ji van pereyan. Herî dawî hat aşkerakirin ku bi 33 milyar dolarî petrol ji bo Tirkiyeyê hatiye şandin. Lê rastî ji vê gelek zêdetir e. Bi vî pereyî dikare amadekariyên hilberînê bên kirin û kargeh bên avakirin. Lê ev nehatin kirin. Li şûna ku netew bê xilaskirin malbat hatin xilaskirin.
Ji ber van pirsgirêkan YNK ji Iraqê re dibêje PDK pere nade wê û dixwaze ku jê re cuda pere bê şandin. Lê wê ev dabeşiyê bi xwe re bîne. Niha girêdana di navbera PDK û YNK’ê de tenê pere ye. Heke ev danûstandina pere jî nebe tu meneya YNK’ê ya di nav Hikumeta Herêma Kurdistanê de tune ye. Heke Iraq bi daxwaza YNK’ê bike wê statûya Herêma Kurdistanê ji holê rabe. Wê ev bi kêrî Iraq, Îran û Tirkiyeyê bê.
Bi biryara ku hatiye dayîn wê êdî Tirkiye nikaribe petrolê ew qas bi erzanî bikire, heke bixwaze têkiliya xwe ya bi PDK’ê re bidomîne wê neçar bimîne ku mûçeyên çeteyên PDK’ê razîne. Hejmareke zêde çeteyên ku navê “pêşmergeyên roj” li wan hatiye danîn hene. Îxtimale ku di şerê li dijî PKK’ê wê ev çete bihatina bikaranîn. Niha PDK bi hêsanî dikare ji Tirkiyeyê re bibêje ez nikarim mûçeyên wan razînim û ez ê wan berdim. Ev jî wê ji Tirkiyeyê re bibe bar lê wê Tirkiye bi vê PDK’ê re xwe têxe binê deynan. Bi vî awayî wê têkiliya xwe ya bi PDK’ê re bidomîne. Lê bi vê biryarê wê êdî PDK nikaribe mîna berê bi pereyan hin hêzan ji xwe re bi kar bîne. Wê nikaribe ew qas zextê li YNK’ê bike.
Hûn dikarin biryara Dadgeha Navneteweyî ya Parîsê hinek vebikin. Ev biryar tê çi wateyê û di hêla siyasî û aborî de wê bandoreke çawa li têkiliyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê bike?
Dadgeha Navneteweyî dibêje tu herêmeke girêdayî Iraqê yî û rayeya te ya ku firotina derve bikî nîn e. Biryara dadgehê pir girîng û zelal e; wê çûna petrolê ya ji Herêma Kurdistanê raweste, heke Iraq destûr bide wê bikaribe bê firotin. Tirkiyeyê jî pê re qebûl bike. Lewre dibe ku li dijî Tirkiyeyê danekirin jî dest pê bike û pere bên desteserkirin. Di encamê de dadgeh ne dadgeh e û biryara emperyalîzmê dide qebûlkirin. Amerîka û Ewropayê biryarên xwe yên li dijî herêmê mîna biryarên dadgehê ji Kurdistanê re ragihandin. Di encamê de mudaxaleya emperyal li dijî herêmê dest pê kir. Ji ber ku girîngiya wê dadgehê dizane Tirkiye jî pê re biryarê qebûl kir û nexwest bi Amerîka û Ewropayê re bên pêşberî hev.
Divê mirov li ser serdana Serokwezîrê Iraqê Sûdanî ya Tirkiyeyê jî raweste. Tirkiyeyê hin tiştan dît û bi Sûdanî re rûnişt. Çekên herî pêşketî bi kar tîne. Tang, top û helîkopterên wê yên herî pêşketî hene. Weke ku ev ne bes bin çekên qedexekirî û kimyewî jî bi kar tîne. Tevî vê rewşê jî dibînin ku PKK têk naçe. Ji ber vê sedemê dixwazin Iraqê jî bikin dewreyê. Tu artêşa duyemîn a NATO’yê yî nikarî bikî wê artêşa Iraqê ya ji eşîr û mezheban pek tê wê li Qendîlê şerê PKK’ê bike?
Wê Iraq hin tiştên ku Tirkiye bike ji nedîtî ve bê. Mînak Şengal û Mexmûr di talûkeyê de ne. Dibe ku ev der bên bombebarankirin û Iraq ambargo deyne ser wan. Sedema çûna Sûdanî têkildarî PKK’ê ye ne meseleya avê ye. Ji ber vê dibe ku heta radeyekê Iraq li dijî qadan hinek tund bibe lê ne pêkan e ku mudaxaleyeke rasterast bike.
Bi saya bazirganiya petrolêya bi PDK’ê re bi salan e Tirkiye li Herêma Kurdistanê şerekî dijwar li dijî PKK’ê dimeşîne. Ev şerê ku bi saya vê bazirganiyê niha li Herêma Kurdi stanê tê meşandin di çi astê de ye?
Bi awayekî rojane dişopînim li herêmê şerekî dijwar heye. Binêrin PKK’ê biryareke mirovî da û ji dewleta tirk re got ku di dema karesatê de naxwazim te mijûl bikim; bi min re mijûl nebe bi pereyê ku tu yê bidî bombeyan di ser min de bibarînî biçe pê konan û xurekê bikire û li mexdûrên erdhejê belav bike. Şaş neyê fêmkirin ev ne agirbest e, divê wiha neyê fêmkirin. Heta biryar da ku heta hilbijartinan êrîş neke, niha şansek da Tirkiyeyê. Lê tevî vê yekê jî bi israr êrîşî PKK’ê tê kirin. Êrîş dikin û wê asta van êrîşan bilindtir jî bikin. Heta hilbijartinê Erdogan dixwaze hin serkeftinan bi dest bixe. Lê wê nebe. Ma wê kurd bi êrîşkirina Şengalê û Rojava re dev ji têkoşînê berdin. Na xêr, wê gelek li ber xwe bidin. Jixwe nêzî salekê ye êrîş dikin. Lê encam têkçûn e. Dinyayek mesref kirine lê tu tişt bi dest nexistine. Xwe spartên qotên PDK’ê. Heta bêyî ku şerm bikin li qereqolên PDK’ê yên alên kurd lê daliqandîne radikevin. Li ser serê wan ala kurdan ba dibe. Ji bo ku êrîş li wan neyê kirin vê dikin.
Tevî vê israra şer a Tirkiyeyê jî ji ber erdheja ku di 6’ê sibatê de li bakûrê Kurdistanê çêbû KCK’ê biryara rawestandina çalakiyan da. Herî dawî ji ber hilbijartinên 14’ê gulanê KCK’ê vê biryara xwe heta meha gulanê dirêj kir. Hûn vê biryara KCK’ê çawa dinirxînin?
Biryareke pir mirovî ye. Dev ji vê biryarê berdin, dixwazim şer bi temamî bi dawî bibe û agirbesteke dualî bê îlankirin. Kurd û tirk ferq nake naxwazim ku di temenê xwe yê ciwan de mirov bên kuştin. Mirovek ku aqlê wî li serê wî be ev şerê qirêj naxwaze. Projeyên Rêberê PKK’ê Abdûlah Ocalan hene; tişta bê kirin pêkve jiyana gelan e. Heta pêkan be hemû gelên Rojhilata Navîn bên gel hev û bi hev re bijîn. Ji ber vê biryara PKK’ê di cih de û hêvî dikim ku heta hilbijartinê bidome. Piştî hilbijartinê rêveberiya ku bê desthilatdariyê heke bi jestê bersiv bide vê biryara PKK’ê wê şer bi dawî bibe. Ez di vê hêviyê de me.
Di vê pêvajoya ku ev geşedan pêk hatin de di medyayê de hin angaşt hatin kirin. Li gorî van angaştan, Amerîka di ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ji PKK’ê xwestiye ku pêvajoyeke nû bi Tirkiyeyê re bê destpêkirin û KCK’ê jî li ser vê biryara rawestandina çalakiyan daye. Hûn vê angaştê çawa şîrove dikin?
Ez destpêkê vê bibêjim kes nikare tu daxwazek ji PKK’ê bike. Yanî kes nikare bibêje; vê bike, vê dixwazim, daxwaza min ev e. Tenê dikare pêşniyaran li PKK’ê bike. Heke ev pêşniyar li gorî berjewendiya gel be PKK jî vê dinirxîne. Daxwazeke Amerîkayê ya bi vî rengî heye, ez nizanim. Her tim îhtîmaleke wiha heye. Lewre ev mesele meseleya hêz e. Heke hêza te hebe her kes bi awayekî te muxatab digire û bi te re diaxive.
Niha Amerîka xwediyê tora herî xurt a îstixbaratê ye. Her tiştî ji me bêtir dizane û çavdêrî dike. Asta ku PKK hatiyê dibîne û dizane ku nikare pê re serî bê derxistin. Çavên xwe ji êrîşên kîmyayî yên dawîn re girtin. Ji Amerîka û Ewropayê bigire heta Rûsyayê her kes dizane ku Tirkiye li dijî PKK’ê çekên kîmyayî bi kar tîne. Lê çavê xwe jê re girtin. Jehrkirina mirovan a bi gazê ne tenê şer e, ev wehşet û pêkanîneke li dijî mrovahiyê ye. Gotin belkî ev bibe çare. Di nav salekê de dîtin ku ev ne çare ye û encama wê dîtin. Ji ber vê dixwazin têkilî deynin. Lê heke têkilî deynin û bixwazin paradîgmayê biguherînin ev nabe. PKK nayê van lîstikan.
50 sal in di nav siyasetê de me û siyaseta Kurdistanê dişopînim. Ji damezrandina wê bigire heta roja me ya îro min PKK’ê şopandiye. Ligel her şert û mercî xeta PKK’ê sabît e. Dem bi dem dibe ku di daxwazan de guhertin çêbibin ev jî xwezayî ye. Yanî rawestandina Amerîkayê ya li ser hin daxwazan xwezayî dibînim. Lê divê di ya xwe de israr nekin. Weke ku hûn difikirin nabin ev kar. Em jî cuda difikirin. Dema ku li Rojava kurd li ber çavên we tên bombebarankirin hûn tenê temaşe dikin. Heke ku ji bo kurdan polîtîkayeke rasteqîn bimeşîne, bi şertê ku xet sabît bimîne Amerîka dikare biaxive. Dem bi dem Amerîka vê kir niha jî bike ez ê matmayî nemînim.
Necmetîn Salaz kî ye?
Necmetîn Salaz di sala 1958’an de li Wanê ji dayik bûye. Bi devê wî di 15-16 saliya xwe de siyasetê nas kiriye. Ji ber sedemên siyasî dema darbeya 12’ê Îlonê tê girtin û di sala 1987’an de tê berdan. Piştî ku tê berdan di sala 1988’an de ji kovar û rojnameyan re dinivisîne. Piştre jî di DEP û HADEP’ê de siyaset dike. Bi qasî 6 pirtûkên wî hene. Beriya 12 salan ji ber meseleyên siyasî terka bakurê Kurdistanê dike û li başûrê Kurdistanê bi cih dibe. Li Başûr rojnamegerî dike û ji televîzyonên kurdan re bernameyên siyasî amade dike.