Li daristanekê îlana karê ‘Kîvroşkeke ku bikaribe tûnelan keşif bike’ hate dayîn. Rabû beriya kîvroşkan hirçekî bê kar çû kaxizên xwe pêşkêş kir. Piştî ku hirç kaxizên xwe temam kirin ew kar bû nesîbê wî. Piştî demekê hirçê dît ku wa ye kîvroşkek di wezîfeya ‘ Hirçê ku riyan vedike’ dixebite, hirçê dît ku meaşê distîne jî gelekî zêde ye lewre xwest ku ew biçe wî karî bike. Hirçê li ba rêveberiya giştî ya daristanê gilî kir û lijneyek ji pilingan dadgeriya vê dozê kir.
Dadgeran (Pilingan) bang li hirç û kîvroşkê kir û her duyan ewraqê xwe pêşkêşî dadgehê kirin. Hemû ewraqên hirçê teqez dikin ku ew kîvroşke û hemû kaxizên kîvroşkê jî teqez dikin ku ew hirçe. Dadgehê biryara xwe da û got her yek ji we wezîfeya xwe ya berê dewam bike. Hirç ji dadgehê derket û li ser vê mijarê diponijî. Parêzerekî ji hirçê pirsî û got te çima ew biryara pilingan itîraz nekir. Hirçê got ma ez ê itîraza çi bikim, ez dizanim ku ew tev ker in ne piling in lê hemû kaxizên wan keran îspat dikin ku ew piling in ez ê çi bi wan bidim qebûlkirin.