Li gorî ku Fermandariya Cendirmeyan a Yozgatê nivîsek fermî ji Midûriyeta Bajêr a Îdareya Koçberiyê re şandiye, derket holê ku Miftîtiya Yozgatê bûye refarans û 5 endamên DAIŞ’ê ku ji Sûriyeyê ne hemwelatîbûna Tirkiyeyê dane wan.
Li gorî nivîsê ev kes ji DAIŞ’ê hatine girtin. Miftîtiyê jî gotiye ku ev kesên endamên DAIŞ’ê dikarin dersa Quranê bidin zarokên Sûriyeyê û îdia dike ku ev kes ji welatê wan Tirkiyeyê hez dikin. Her wiha hatiye destnîşankirin ku ji bo welatîbûnê bidin wan tu fikarek nîne.