Famkirina Newrozê sekin û helwesteke bêguman derdixe holê. Newroz bi hestên bêşik û bêguman tê pîrozkirin. Hestên dilzîz û lawazbuna hestên şolî zirarê dide wateya Newrozê. Dîrok şahidekî qahîm e ku di hemû şert û mercan de Newroz bê şik hatiye pîrozkirin. Bê şik pîrozkirina Newrozê baweriya tekoşîna azadiyê ye. Bawerkirin serkeftin bixwe ye.
Ji ber wê yekê em dikarin bibêjin, Newroz zayîneke nû ye, vejîne, xwebûn û hebûn e. Xusûsî û cewherê xwe ji demsala xwe digire ku ew jî bihar e. Bihar bi sê cemran weke sê hewldanan ji bin hikm û esareta demsaleke sar û cemidî derdikeve û azadiya xwezayê dest pê dike. Tu qeyd û bend, tu şert û merc nikarin hatina biharê û xwe nûkirina xwezayê bisekinînin. Bihar bê şik û bê guman bi hemû delalî, bi hemû reng û wateya xwe tê.
Newroz jî weke demsala xwe bi sê xusûsiyan derdikeve holê. Vîn, biryar, têkoşîn. Bi van her sê xusûsan li hemberî hemû zilm û zordaran, li hember hemû şevreş û zilmatan, di hemû şert û mercan de, bi hemû reng û wateya xwe weke agirê azadiyê xwe gur kiriye û ronahî daye civakê. Civak salê carekê xwe bi wî agirî nû dike. Biryar û soza pêşerojên azadtir dide û ji bo pîrozkirina wê rojê her sal berdêlên mezin dide. Lê her berdêldayîn dibe sedemê gurkirin û geşkirina agirê Newrozê. Ji ber wê yekê berdêl û cangoriyên Newrozê pîvan û eyar dane pîrozkirina Newrozê. Wate û pîrozahiya Newrozê ji wan pîvanan tê. Ji bo wê yeke ye, li her derê, li her demê, di hemû şert û mercan de civakê ew pîvan parastine û xwedî derketineke bêşik nîşan daye.
Dîroka Newrozê, paşeroj û pêşeroja Newrozê bi vî rengî ye û dê bi vî rengî be. Tu caran reşkirin, vemirandin û temirandin, kêmkirina govend, dirûşm û tilîliyan nebûye peyama Newrozê. Peyam û wateya Newrozê kifş û diyar e ku gurkirina agir, geşkirina tilîlî, diruûşm û govendan e. Rizgarbûna hestan û fikran ji şolitî û bêbiryarbuyînê ye.
Newroz ne şîn e. Ne taziye û behîn e. Newroz ne girîn e, ne axîn û nalîn e. Newroz xwe komkirin û bi rêxistinkirine, ji şîn û girî derketin e. Newroz li hember mirin û kuştinê, li hember komkujî û qirkirinê, li hember wêran û talanê, rêxistina vînê ye, ya raperîn û berxwedanê ye, ya heyf, tol û hesab xwestinê ye. Heke biryara raperînê, berxwedan û hesabxwestinê hatibe dayîn divê agir gur be û Newroz bi hemû wate û xusûsiyetên xwe bête pîrozkirin.
Heke Helepce hebin divê Newroz jî hebin. Heke Dehaq û zaliman ji bo gelekî, qirkirin afirandibe, divê bi pênç roja şunde Kawa Newrozekê bide afirandin. Heke daxwaza zaliman ew be ku me bi mirinê xelat bikin, Kawa jî dê me bi vejîn û jiyaneke nemir xelat bike. Newroz xelata Kawa ye ku em xwedî jiyan û azadiyeke nemir in. Agirê Newrozê pîvana azadî û jiyana me ya mayînde ye. Ji bo wê ye pîrozkirina Newrozê nemire. Nayê vemirandin û temirandin. Nayê reşkirin û tarîkirin. Nayê astengkirin û qedexekirin. Her sal bêhtir agirê Newrozê tê gurkirin û geşkirin.
Ji bo gelê kurd, Newroz cejneke neteweyî ye. Cejneke olî ye ,cejneke çandî ye û cejneke şoreşger û tekoşînê ye. Her sal gele kurd, bi hemû derd û kulên xwe, hemû êş û janên xwe ve Newroza xwe li gorî wate û ruhê wê pîroz dike. Bi cil û bergên neteweyî ,bi govend û dîlanên ji hêrsê dagirtî, bi sitran û awazên biwate li dor agirê Newrozê, agirê azadiyê peyama xwe ya neteweyî dide dost û dijminan. Bê şik û bê guman dê Newroza îsal jî bi peyamên xwe yên bicoş û geşiya xwe bi vî rengî derbas bû. Li dijî ku tecrîd û hewldanên tunekirinê peyamên xurt hatin dayîn. Newrozê ji bo peyamên hilbijartinê jî hêvî geş kirin. Birînên Helepce û Gurgumê hê germ in û Newroza îsal ew jî ji bîr nekirin, weke xaleke sereke cih dayê. Ji bo bîranînên wan, ji bo xeyalên wan ew careke din hatin platformên Newrozê. Ji bo ku heyf, tola wan li erdê nemîne, ji bo ku Dehaq bê hesab nemînin, gel bi coş meşiya qada Newrozê. Hê em di nav coşa Newrozê de ne. Newroz pîroz be.