Di 13’ê adarê de boruyên petrolê yên li ser Çemê Êlihê derbas dibin qul bûbûn û petrol ji ber çû bû. Baroya Êlihê bi vê sedemê giliyê Şîrketa Anonîm a Veguhestina Petrolê (BOTAŞ) kir.
Baroyê di serlêdana xwe ya bo Serdozgeriya Komarê ya Êlihê de wiha got: “Berpirsyarê qirêjîbûna hawirdorê BOTAŞ e. Divê der heqê BOTAŞ’ê de bi sedema ‘Ji ber qisûra xwe bûn sedema qirêjîkirina hawirdorê’ divê kirarî bên destpêkirin.”