Partiya Çep a Kesk ku HDP bi lîsteta wê bikeve hilbijartinê, sibe li Enqerê bi bernameyekê danezana xwe ya hilbijartinê aşkera bike. Di daxuyaniyê de destpêkê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar axaftin bikin. Wê her du hevserokê sedemên ku bi lîsteya Partiya Çep a Kesk dikevin hilbijartinê aşkera bikin.
Danezan, wê ji aliyê Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin ve bê aşkerakirin . Piştî aşkerakirina danezanê wê dûrişmeya Partiya Çep a Kesk a hilbijartinê bê aşkerakirin. Dîsa wê danasîna strana hilbijartinê ya bi kurdî û tirkî jî bê kirin.