13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mehmet Ocalan herkes vexwend Amarayê

Mehmet Ocalan, ji bo 4’ê Nîsanê herkesî vexwend Meşa Amarayê û ev tişt got: “ez hemû kesên ku ji Serok hez dikin vedixwînim gundê Serok û mala Serok. Em dixwazin hemû kes were û em bi hev re rojbûna Serok pîroz bikin.”

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Hiqûqê û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (MED TÛHAD FED), daxuyandin ku dê di çarçoveya çalakiyên ji bo 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de daran deynin û çalakiyên cur bi cur li dar bixin û herî dawî jî bi awayekî girseyî Meşa Amarayê li dar bixin. Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, der barê 4’ê Nîsanê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û her kesî vexwand gundê Amarayê ku Abdullah Ocalan di 4’ê Nîsana 1949’an de lê ji dayik bûye.

‘Zanebûna xwe parve dikir’

Mehmet Ocalan, diyar kir ku her tim bi birayê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re xebitiye û wiha got: “Di navbera min û Serok de sal û nîv heye. Lê zaroktiya me bi hev re derbas bû. Serok di zaroktiya xwe de diçû gundê Cibînê dibistanê. Ew gund nîvî ermen bû, nîvi jî tirkmen bû. Ji ber ku dibistan li gundê me tune bû, diçû wir. Wê demê jî zanebûna wî pir bû, zanebûna xwe bi hevalên xwe yên bi wî re diçûn dibistanê parve dikir. Ji bo her kesî başî dixwest. Em jî bi hev re diçûn kar, me paletî dikir û em diçûn karê fistiqan. Serok pir dixwend, min nedîtiye tu kesî weke wî pirtûk xwendine. Pir ji çûkan hez dikir. Kew û kevok xwedî dikirin. Dema em bi hev re diçûn çolê xwişkên me digotin, ev bûnê ar û bi çolan ketine. Her tim digeriya, rûnedinişt. Dayik û bavê min digotin ev bûne ar, li cihekî nasekinin. Fêda wî li her kesî dibû. Serok bandor li Xelfetiyê, li Hewag, Bêrecûk û Rihayê kir. Hê jî bi saya Serok li ser pêyan in.”

‘Li hebûna xwe digeriya’

Ocalan, destnîşan kir ku lêgerîna Abdullah Ocalan hebûna wî bûye û ev tişt anî ziman: “Lêgerîneke Serok hebû, dixwest her tiştî bizanibe. Yek ji lêgerîna wî jî; bixwe kurd bû lê diçû dibistanê, bi tirkî dixwend. Wê nakokiyê bandor li ser wî kir. Ji ber wê, lêgerîna wî xwebûn bû. Piştî ku xwe dît, her tişt da gel. Dibêjin lêgerîna Serok çi bû? Serok li xwe digeriya. Ji ber ku hebûna xwe winda kiribû, ji ber ku kurdek bû, lê nedikarî li dibistanê bi kurdî biaxive û fêr bibe. Piştî ku xwe dît, êdî xwebûna ku dîtibû bi vî gelî re parve kir. Her tişt da vî gelî. Kedeke wî ya pir mezin heye. Wî çi dikir çi nedikir min pir hindik dît, ji xwe ya dawiyê jî hemû kes dizane.”

‘Têkoşîna wî rast bû’

Di berdewamê de Ocalan, wiha axivî: “Dema ez li Enqereyê li lêşkeriyê bûm, Serok jî li Enqereyê li zanîngehê bû. Beşa Siyasalê dixwend. Li Enqereyê êdî dest bi têkoşînê kiribû. Rojekê hat serdana min. Di serdanê de ji min re got, me zanîngeh boykot kiriye. Sedema boykotê jî qetilkirina Mahîr Çayan û hevalên wî bû. Got me ji bo wan zanîngeh boykot kiriye. Got, îxtîmaleke mezin jî di pêşerojê de wê me bigirin. Her tiştê wî têkoşîn bû. Têkoşîna wî jî rastî bû. Ne ji bo kesayeta xwe, ji bo civakê dikir. Di destpêke de li xwe digeriya, piştî ku xwe dît mirovek dikare çi bike ancax dikare van tiştan bike. Wî jî bi her awayî kir.”

‘Hemû kesî vedixwînim mala Serok’

Ocalan, di dawiya axaftina xwe de ji bo rojbûna Abdullah Ocalan ku di 4’ê Nîsanê de ye her kesî vexwend Amarayê û wiha got: “Bangawaziya me ji bo 4’ê Nîsanê; ez hemû kesên ku ji Serok hez dikin vedixwînim gundê Serok û mala Serok. Em dixwazin hemû kes were û em bi hev re rojbûna Serok pîroz bikin. Em dixwazin ji her derê û ji her neteweyî mirov werin rojbûna Serok pîroz bikin. Dibe ku dewlet astengiyan derxe. Ev jî tiştekî li dijî demokrasiyê ye.  Yên biçûk û mezin hemû kesan vedixwînin mala Serok.”