12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gerok Ma derûniya zarokên erdhejzede aş dike

Şêrko Kanîwar, diyar kir ku ji bo zarokên erdhejzede çûne herêmê û got ku ew hewl didin xwe bigihînin hemû herêmên erdhej lê qewimiye, li gund û bajaran bigerin, xwe bigihînin zarokên welêt û bi wan re pêvajoyeke baş derbas bikin.

Gerok Ma xebatên xwe yên di çarçoveya erhejê de didomîne. Piştî ku hunermendên Ma Musîcê çûn alîkariya herêma erdhejê û vegeriyan hunermendên vê qadê ji bo zarokên herêmê yên erdhejzedeyan trawmayên erdhejê nejîn û sivik derbas bikin gereke hunerî li herêma erdhejê pêk anî. Rojnameya me Xwebûn di çarçoveya vê gerê de bi berpirsiya û mamosteyê Koma Ma Musîcê Şêrko Kanîwar re der barê gerê û xebatên xwe yên herêma erdhejê de axivî.

Şêrko Kanîwar li ser gera wan li herêmê agahî dan. Kanîwar di serî de der barê Gerok Ma û mebesta gerê de axivî û wiha got: “Gerok Ma weke ku navê wê jî xuya ye; wateya wê ‘em ên gerok’ e. Ma wê derê zazakî ye. Yanî wateya wê ‘em ê ku digerin’. Em ji bo çi digerin? Ji bo ku xwe li hemû herêmên erdhej lê qewimiye, li gundan, li taxan, li bajaran, li navçeyan xwe bigihînin zarokên welêt û bi wan re ji bo pêvajoyeke baş derbas bikin. Piştî erdhejê, mirov dikare bêje ger ku bandora erdhejê rewşeke trawmatîk ser wan çêkiribe, hem wê hêsan derbas bikin û ger ku jixwe zarok xwe jî trawmatîze nebûbûn jî -kî piraniya zaroka trawmatîze nabin, li gorî îstatîstîkan bûyerên bi vî rengî sedî bîst li ser zarokan bandoke pir neyînî li wan çêdibe- karî bin atolyeyên hunerê, bi kargehên hunerê jiyana normal a rojane ya zarokatiyê berdewam bikin.”

Bi awayekî mobîl geriyan

Şêrko Kanîwar axaftina xwe wiha dewam kir: “Îca çima bi awayekî gerok?  Bi awayekî mobîl em divê bigerin, ne sabit bin cihekî? Li gelek bajaran erdhej çêbûye, bi awayekî sabit xwegihandina hemû zarokên erhejê ne pêkan e. Lê awayê Gerok wê çawa be? Wê hewl bide di nava du salan de xwe bigihîne gundan,  navçeyan, bajaran; bi taybet weke min got wê li gundan bigere. Di destpêka yekemîn a erdhejê heta niha xebatên hunerî, xebatên bi zarokan re tên kirin piranî yan li navçeyan an li bajaran kom dibin. Bê guman sazî û dezgeh û aktîvîstên bi zarokan re dixebitin yên ku xwe digihnin gundan hene mirov dikare bêje ew qas kêm in, di asta tunebûnê de ne. Îja ji ber wê Gerok Ma bi otobusan; bi otobusên hatine dîzaynkirin weke poleke hunerê, weke saziyeke hunerê wê gund bi gund, navçe navçe bigere, bernameyekê derxe û planeke şênber a du salan daye ber xwe.”

Mamoste û berpisiyarê Koma Ma Musîcê Şêrko Kanîwar der barê kes û saziyên beşdarî vê organîzasyonê dibin de ev agahî dan û got: “Gerok Ma bi kê pêk tê? Bi koordînasyona pêşengtiya komeleya Ma Musîcê û Zarok Mayê de sazya me ya li Amedê KASED, Komeleya Dîcle û Firatê û her wiha komeleya Rojhilata Navîn a Sînemayê, Şanoya Bajêr a Amedê û dîsa li Wanê saziya me ya ŞanoWan, Aryen Huner, li Stenbolê Navenda Çanda Mezopotamyayê, li Qoserê Mezopotamya Huner; bi hevkariya van sazî û dezgehên çand û hunerê yên min qala wan kir, navên wan jimart.”

Cur bi cur kargeh hene

Kanîwar diyar kir ku cur bi cur kargehên hunerê wê pêk bên û axaftina xwe domand: “Her car wê bi pêşengtiya van saziyan wê bername bê derxistin. Di berameyan de wê çi hebin? Kargehên muzîkê, kargehên rîtmê, kargehên stranbêjiyê, kargehên ku em jê re dibêjin bi alav û amûrên rengîn xebatên muzîkê û performansên zarokan, her wiha kargehên boyaxkirinê, kargehên psîko civakî yên zarokan, lîstikên dramayê, fîlm temaşekirin û her wiha bi komên şanoya zarokan, palyaçoyên sînornenas rexebatên dramayê, xebatên şanoyê. Ne tenê ev sazî û dezgehên min jimart, Gerok Ma wê hemû sazî û gezgehên zarokan ên hunerî re vekirî be. Gerok Ma wê hemû aktîvîstên bi zarokan re xebatên hunerî dikin re wê vekirî be.”

Ji Bazarcixê heta Nûrdagê

Şêrko Kanîwar dîsa li ser bernameyan sekinî wiha derbirî: “Gerok Ma wê her car mehane, carinan sê mehane wê bernameya xwe ya şênber derxe. Wê xwe bigihîne zarokên welêt ên erdhejê. Gerok Ma bi vê mebestê ava bû, bernameya xwe ya yekem jî 8’ê adarê de dest bi gera xwe ya yekem kir. 20 kesên  ku ji navenda çandê ya KASED’ê û komeya Rojhilata Navîn a Sînemayê û perwerdekarên Ma Musîcê pêk dihat, bi beşên xwe yên muzîk û her wiha beşên xwe yên hunerê dîtbarî, wênexêziyê, boyaxkirinê, dîsa komele Rojhilata Navîn a fîlmtemaşekirinê ji bo belgekirina vê xwebata em ekîbek di 8’ê adarê de derketin, me berê xwe da Bazarcixê; em li Bazarcixê li gundan geriyan, gundên ku me di xebata berê di fizîbîlîteyê de tesbît kiribûn, em li wan gundan geriyan”.

Mamosteyê Ma Musîcê û organîzatorê Gereok Mayê Kanîwar wiha dewam kir: “Ev kargehên me di serî de jimartin, ev kargeh hemû li van gundan pêk hatin. Bi qasî plana ku me dabû ber xwe me li Bazarcixê gihand 5 gundan, piştre me berê xwe da Nûrdaga Dîlokê. Li Dîlokê li sê gundan me xebat meşand. Dîsa di çarçoveya kargehên min jimartin. Bi temamî em gihiştin 191 zarokên temenên wan di navbera 2 û 3 salan  de dihat guhertin. Eleqeyeke pir mezin hebû ji hêla zarokan ve. Eleqeye mezin ji zarokan bêtir ji aliyê şêniyên gund hebû. Gelek kargehan ew jî tev lê bûn, bi zarokên xwe re”.

Baranê rê neda dewam bikin

Kanîwar zehmetiyên derketine pêş wan û ferz kiriye ew vegerin jî wiha anî ziman: “Îca em vegeriyan; em çima vegeriyan?  Ji ber ku baran barî, rewşa hewayê qet ne baş bû. Jixwe vegera me di çapemeniyê de jî weke me hemûyan dît. Gelek herêmên di konan de diman, kon di bin avê de man, kon li avê çûn, li ber bê çûn. Derfetên ku mirov karîba kargeh çêbikirina tune bûn. Ji ber wê bernameya me nîvco ma. Em plan dikin ku di hefteya yekem a nîsanê de vê plana nîvcomayî ya Gerok Mayê xwe bigihînin, em neçûn Islahiyê, em dixwazin biçin Islahiyeyê, Samandagi, Antakya, Îskenderûn û piştre jî em ê bernameyekê ji bo Smsûrê, Meletyê derxin.”

Berpirsiyarê Ma Musîcê Şêrko Kanîwar der barêm bernameyên pêşerojê kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Weke min got, Gerok Ma wê du salan carinan bernameyên mehane, carinan heftane, carina sê mehane yên şênber hem bi pêşengtiya van sazî û dezgehên çand û hunerê û hem jî wê bi beşdariya sazî û dezgehên hunerê yên bi zarokan re dixebitin, hem sazî û dezgehên herêmî hem sazî û dezgehên li Tirkiyeyê û navneteweyî dixebitin meha nîsanê hefteya yekem; ji ber ku navê komê niha ne diyar e berî ku em derkevin qadê wê zelal bibe em ê wî çaxî dîsa bikaribin bi we re parve bikin, komên biyanî ku ji wan re dibêjin palyoçoyên sînornenas, zarokan re êw ê jî li herêmên piştî felaketan, pişt erdhejan, piştî şer diqewimin bi zarokan re xebatan dimeşînin, komên bi vî rengî jî wê tev li me bibin. Hem sazî û dezgehên li herêmê dixebitib, hem sazî, dezgeh û aktîvîstên li Tirkiyeyê, li welatên cur bi cur ên cîhanê dixebitin, Gerok Ma wê bibe qadeke hevpar a xebatê ji bo hemû kesên ku dixwazin xwe bigihînin zarokên welêt, zarokên herêmên erdhejê.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê