Li Almanyayê greveke sendîkayan pêk tê. Sendîkayên EVG û Ver pêşengiya greva li Almanyayê dikin. Li Fransayê ligel ku grev pêk tên, li Almanyayê ev rewş zêde çênabe.
Sendîka dixwazin heqê wan ji sedî 10 zêde bibe. Li gorî Deustshce Bahnê ya ku şîrketa rêya hesinî ye, li temamê welat seferên trênan û xetên herêmî hatine sekinandin.
Li gelek balefirgehan seferên balefiran jî betal bû. Di nav van de balefirgeha mezin a Frankfûrt û Munîhê jî heye.
Di heman demê de sektorên çûn û hatina li ser behrê, şîrketên taybet ên otobanê û veguhestina herêmî jî ketin grevê.