Efsaneyên li ser Eliyê kurê Mitalib dişibin efsaneyên mêrên Sêwregiyan. (Biborînin pênaseya Sêwregiyan ne îcada min e. Bila Sêwregî ji min sil nebin) Elî kesekî cahil û nexwendayî bûye. Xuya ye ku der heqê wî de gelek gotin û wecizên li ser navê wî tên gotin ew jî weke kesayetiya wî dibe ku efsane bin.
Serpêhatî û tecrube carinan mirov dike alim jî. Zanebûn û ew gotinên ku der heqê Elî de tên gotin dibe ku encamên van tiştên me gotiye be.
Lê ev rastiyek e.
Elî di nava ereban de û li Mekê ne mirovekî hezkirî bûye. Lê di nava ew koma pêşîn a şoreşê de bê guman hatiye hezkirin.
Her mirovên demên pêvajoya şoreşê di dema pêvajoya şoreşê de tên hezkirin û kesên şoreşê bi rê ve dibin mihtacê van kesan in. Ev kes kesên mîna Elî tund, bi hêz û wêrek in. Ji ber van xisletan Elî, di demên pêvajoyên şoreşê de miheqeq hatiye hezkirin. Ev nayê înkarê.
Lê mixabin rûyekî din ê şoreşê jî heye ku, ger kesên bi rewş û mercên pêvajoyên şoreşê hatine teşekirin xwe neguherînin ne tên qebûlkirin û ne jî tên efûkirin. Ev kesan teqez bûne qurbanên şoreşê. Şoreşên di dîrokê de bi van mînakan tije ne.
Elî jî di demên pêvajoyên şoreşê de bê nîqaş hatiye hezkirin û ew berçavê Mihemed bûye. Û di wê demê de Mihemed li ser Elî gelek gotinên erênî û baş jî gotiye. Lê mixabin ev rewş di dema pêvajoyên aştiyê de xuya ye ku guherîne û Mihemed bi nerazîbûneke sergirtî li Elî nihêriye. Ev rewş ne tenê ji hêla Mihemed ve rû daye. Ya rastî ev nerazîbûna Mihemed jî ji hêla derdorên din û bi zext û gotegotên wan hasil bûye. Sedema din jî mentiqê baqiyetê û berdewamiya aştiyê ye. Ji ber van sedeman xezûrê wî, pismamê wî û Resûlê wî Mihemed bixwe di demên dawî de ji Elî aciz bûye û xwestiye zû ji jiyanê here. Fatîma li gorî temenê Elî biçûk bûye.
Lewma ji ber van sedemên ku me li jor diyar kir Mihemed xwestiye ji Elî xilas bibe. Lewma tim xwestiye xwêh bixwe. Ev tewsiya Mihemed ji Elî re ku jê re gotiye her êvaran (bi qasî du-sê giraman) xwêh bixwe, du tiştan bi me dide zanîn. 1- Elî mirovekî ne zêde zana bûye li ser gelemperiya jiyanê. 2- Mihemed xwestiye zû ji jiyanê here û jê xilas bibe.
Xwê tişteke gelek bizirar û xisare ji bo jiyan û tendiristiya mirov e. Baş e çima Mihemed tiştekî wiha xwestibe? Du îhtîmal hene. Dibe ku ev daxwazeke Qureyşiyan be.
Me got her şoreş serê zarokê xwe dixwe. Şoreşa Îslamê jî serê zarokên xwe bi awayekî dijwar xwarine. Heta şoreş çênebûbû Elî alîl û delîlê Mehemed bû. Lê piştî Qureyşî neçar man û bîadî Mihemed kirin Elî bû armanca wan a herî pêşî ku ji holê bê rakirin. Lewre Elî ji bo wan astenga aştiya navxweyî bû. Arguman ev bû.
Her tifaq û lihevkirinek bi xwe re gelek guherîn û qurbaniyan tîne. Bîadkirina Qureyşiyan di rastiyê de destpêka guherîna şoreşa Îslamê bû. Îslam bi bîadkirina Qureyşêyan di deh- donzdeh salan de duqat-sêqat xurt bû li Mekeyê û gelek deverên derdora Mekeyê.
Bi tevlêbûna Qureyşiyan ku van serkeftin û xurtbûna şoreşa Îslamê derxist holê, mafê Qureyşiyan çêbû ku ew jî îdîa bikin di vê xurtbûn û firehbûnê de donê wan jî heye û di gelek hêlên serkidekariyê de bibin xwedî maf. Her wiha ew maf xwestin û gelek mirovên wan bi vê serkeftinê di nava serkirdekariyê de cih girtin.
Lewre Qureyşî mirovên zana û cîhandîtî bûn. Serkirdenas bûn. Çerx û dewra serkirdetiyê çawa dizivire û çawa tê bi destxistin baş dizabîbûn. Di prensîba mayîna li jiyanê ev e: Di qadê de israrkirina şer nîn e û ehmeqî ye. Jibo vê yekê bîadkirin û ji hundirve fetihkirina kelayê prensîba herî aqilane ye.
Qureyşiyan jî vê prensîbê esas girtin. Ji bo demeke dirêj stratejiyek ji xwe re esas girtin.
Prensîb ev bû: Bi Mihemed û mirovên wî yên xas re xweş derbaskirin, di nava serkirdekariyê de di her warî de cihgirtin.
Qureyşiyan ev stratejî bi awayekî gelek serkeftî meşandin û di demeke kurt de di gelek cihan de bi cih bûn. Her wiha bala Mihemed û hevalên wî tim ji qada navxweyî dûr xistin û tim bala wan kişandin ser cihên nekifşkirî, cihên nebidestxistî.
Yanî dixwestin fetihan bikin. Lê Mihemed aqil bû ev yek zêde rast nedidît. Lewre ji nava xwe ditirsiya. Îhtîmal bû ku di van seferan de gelek hevalên xwe yên xas bi dek û dolabên cur bi cur winda bike û tenê bimîne. Lewma jî destûr neda van daxwazan.
Lê baş dizanî bû Mekeyî û Qureyşî ji Elî hez nakin. Heya Elî sax bû nabeyna Qureyşî û Mihemed jî zêde baş nedibû û di her firsendê de Qureyşiyan sedema vê yekê Elî nîşan dida. Êdî ev şîkayet û nerazîbûn êdî ew qas hatin radeyekê ku Mihemed jî ji Elî aciz bûbû û ji ber ku êdî kal bûbû neçar ma bi Qureyşiyan re bêtir baş derbas bike. Dibe ku wî jî xwestibû nigekî zû ji Elî xilas bibe ku ev metoda xwêdayînê ceriband.
Elî girêdayî prensîbên şoreşê bû. Ji pêvajoya aştiyê re ne misaîd bû. Piştî wefata Mihemed şûrê Qureyşiyan li hember Elî bi lez bez tûj bû. Pêşî Qureyşêyan alîgirên Mihemed û yên Elî yeko yeko ji holê rakirin. Elî ji hêla siyasetê de ne xwedî ferasetekê xurt bû. Li gorî Qureyşiyan Elî qesab bû. Ew mirovekî destbixwîn, qesab û qatil bû. Di nava miletê Mekê de bi sedan efsaneyên nebaşiyê der heqê Elî de digerandin. Ev jî dibû sedema jiçavketina Mekeyiyan a Elî. Elî hêdî hêdî tenê dima û qad lê teng dibû. Bi dehflêdana Amar Fatîma dimire lê deng ji Elî dernayê. Lewma Elî dizanîbû tenê maye.
Alimê Îslamê sankî tenê Xelîfe hatine kuştin dizanin. Lê ev ne rast e. Heya pêşiya van cînayetan gihişt Xelîfeyan bû êvar. Heta dor hate Xelîfeyan gelek mirovên durist û dilsozê şoreşê bi cînayetan û bi komployan hatin kuştin. Şoreşa dijber bi van cênayetan temam bû.
Pêvajoya şoreşa dijber pêşî bi beşa ji holêrakirina zarokên şoreşê temam bû. Lê ev ne çareseriya armancê bû. Hêlên îdeolojîk hîna li piya bûn û îhtîmal hebû ku piştî zanebûna civakê disa civak xwe bi qeweta wê îdeolojiyê yanî bi qeweta wê olê xwe komî serhev bike û dîsa şoreşê çêbike. Ji ber tirsa vê îhtîmalê demildest bi amedekariya amedekirina oleke li gorî xwe kirin. Elî ev hemle baş didît lê mixabin neçar bû û di Mekê de tu hêzeke wî tune bû ku pê pêşî li van hewldanan bigire. Elî neçar ma ji Mekeyê reviya û xwe avête bextê kurdan, faris û durziyên Kûfeyê. kurd, faris û durzî û gelek kêmnetewên din ji xwe ji barbarî û talanên erebên Mekeyê tije bûn. Elî bi ew tundrewiya xwe ji bo wan wekî rizgariyê bû. Lê Elî nezan, xam û bê feraset bû. Ji siyaset û sazîmaniya civakî fam nedikir. Xanedana Emewiyên Qureyşî guherîn û jinûve sazkirina ol û dewleta xwe ji bo çêbikin dest bi pêvajoyek nû kirin. Ev pêvajo hinek direj çi dewam bike jî bi hemleya şerê nabeyna Mûawiyed û Elî bi dawî bû û Mûawiye li hember Elî serkeftina xwe bi dest xist.