Polîsan duh bi şev li Taxa Ûlûyol a li navçeya Bazîd a Agiriyê bi ser mala malbata Ergul de girtin. Di serdegirtinê de ferdên malbatê Berîtan, Gulcan, Serhat, Leyla û Harûn Rojhat Ergul hatin binçavkirin û di encama guleberdana polîsan de fîşek li gelek cihên malê ketin. Di dîmenan de hate dîtin ku polîsan di dema lêgerînan de mal texrîb kiriye û derî jî şikandine. Her wiha hate gotin ku polîsan baxçeyê malê jî kola ye. Kirariyên îfadeyên ferdên malbatê yên hatine binçavkirin hêj jî berdewam dike.